Encamnameya Pêncemîn Kongreya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê – Ji 24 heta 26ê Hezîrana 2023

 

Li jêr diruşma “ Me bi hev re şoreş kir û em dê bi hev re ava bikin”, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê pêncemîn kongreya xwe ya giştî bi şêweyekî fîzîkî li Berlîn û Stanbolê, û bi şêweyê online ji bo endamên li navçeyên cuda li hindur û derveyê Sûriyê lidar xist, û hejmara endamên jin û mêr gihişte 76 endamî.

Kongre bi kêlîkeke bêdengiyê ji bo rêzgirtinê li rihên qurbaniyên erdhejê û ji bo bîranîna du endamên koçkirî, Besme Qedmanî û Seher Hiwîce, dest pê kir. Paşê endamên Desteya Giştî gotinên vekirina kongreyê ji hersê cihan pêşkêş kirin.

Desteya Giştî, bi beşdariya xwe ya fîzîkî û online, raporên Tevgerê yên rêxistinî, kargêrî, diravî û çavdêrî gotûbêj kirin, û Emnîdariya Giştî û Komîteya Çavdêriyê bi dengdana nehênî hatin hilbijartin, her wiha ji bo dema rojeke sax rapora siyasî gotûbêj kirin, ku tê de rewşa siyasî ya Sûriyê hat diyarkirin û şîrovekirin, û li ser dosyayên navherêmî û navdewletî yên girêdayî rewşa Sûriyê hat rawestandin. Her wiha ew kaxetên helwestan ku tîm û endamên Tevgerê kar li ser nivîsandin û amadekirina wan kiribûn, gotûbêj kirin û deng li ser wan da. Her wiha gotûbêj li ser nêrîna Tevgerê di derbarê sîstema nenavendî li Sûriyê û sîstema hilbijartinan a herî guncav ji bû nûneratiya jinan, û babeta sizayan, û jinparêziya hemareng hatin kirin. Desteya ew kaxet pesend kirin û gihişte van encamên li xwar dê bên hejmartin:

  1. Doza girtiyên jin û mêr û doza bêserûşûnên jin û mêr dozeke mirovî ye û divê li derveyî danûstandina siyasî be, û divê guvaş li rejîmê û hemû aliyan bê kirin ji bo vedîtina çareseriyeker binertî ji bo vê doze. Tevger her wiha tekeziyê li ser girîngiya sizadana encamderên van binpêkirinan dike ku ji kîjan aliyî bin.
  2. Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê dibîne ku hemû desthilatên De facto derbirînê di ber berjewendiyan sûriyên de bi jin û mêrên xwe nakin, û nabin bingehek ku pişt bi wan were girêdan ji bo avakirina Sûriyeya siberojê, û çareserî li Sûriyê çareseriya siyasî ye li ser bingeha biryara Encşmena Asayişa Navdewletî ya hejmar 2254, ku yekparçeyiya wê garantî bike heta ku bigihêje welatîbûna temam û yeksan ji bo hemûyan.
  3. Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê dibîne ku kirîza aborî ya karesatbar ku bi şêweyekî taybet bandore li jinan û çînên herî hejar dike, nayê çareserkirin eger ne bi rêya jinavbirina aboriya cengê û jihevxistina torên wê û sizadana wan du qonaxa veguhêz de be. Her wiha divê aboriyeke geşedanê bê dirustkirin û hemû sedemên lawaziya aborî bên çareserkirin, û di nav de jî danana bingehên destûrî û yasayî ji bo garantîkirina yeksanî û dadmendiyê di hemû biwaran de, di nav de jî biwarên civakî û aborî.
  4. Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê red dike ku alîkariyên mirovî bibin babeteke siyasî û dibîne ku divê dabeûşkirina van alîkariyan li jêr çavdêriyeke navneteweyî û navdewletî de be, ji bo garantîkirina gihiştina wan û dabeşkirina wan bi şêweyekî dadperwerane di navbera hemû navçeyên zerermend de û ji bo hemû kesên ku hêjayî alîkariyê ne. Her wiha Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê tekez dike ku rejîma Sûriyê piştrast kiriye ku sîstema wî ya avakirî li ser gendeliyê ne layiqî wê yekê ye kyu alîkariyê bigihîne kesên ku hêjayî wê ne, ev jî tê wê wateyê ku pişt bi rejîma Sûriyê nayê girêdan ji bo dabeşkirina alîkariyan li navçeyên ku ne le di jêr kontrola wê de ne. Û divê biryara encûmena Asayişa Navdewletî ya girêdayî alîkariyan di sînor re bê dirêjkirin dema ku biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya hejmar 2672 biser çû.
  5. Em nikarin her nêzîkbûnekê bi rejîmê re qebûl bikin, eger çareseriyasî neyê pêkanîn li jêr sêwana Neteweyên Yekbûyî di nav de jî pêkanîna dadmendiyê û sizadana hemû berpirsên di ber encamdana tawanên şer de.
  6. Pêwîstiya doza penaber û koçberên jin û mêr bi çareseriyeke mirovî giştgîr heye ku mafên mirovan li ber çavan bigire û li gorî pîverên navdewletî be. Her wiha tekezî li ser pabendbûnê bê kirin ku penaberên sûrî bi şêweyekî zorane neyên vegerandin û vegera wan ewle, xwebexş û birûmet be. Û redkirina her pilanên guhertina demografîk a zorane ku dibe metirsî li ser tevahiya Sûriyê.
  7. Pesendkirina Kotayê herî kêm bi rêjeya 30% heta biguihêje asta nîv bi nîv di her deste yan laş, yan komîte, yan şandeke opozisyonê de, û hemû aliyên sûrî bi giştî, ku kar pê hatiye hilpesartin di her beşekê de ji prosesa siyasî û qonaxa veguhêxz, û kursî vala bimînin heta ku bi jinan bên tijîkirin.
  8. Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê nenavendîbûnê, bi hemû rehendên wê, wekî pêvajoyeke kompleks û piralî dibîne ku pêwîstiya wê bi pilankirin û cîbicîkirina hûr heye, û pêkanîna wê bi şêweyekî dirust û aktîv pêngaveke ber bi cîgîrî û geşepêdana domdar li Sûriyê , û başkirina jiyana welatiyên jin û mêr û bihêzkirina demokrasiyê û handana beşdarbûna civakî, û bihêzkirina beşdariya jinê bi şêweyekî bisûdtir di jiyana siyasî ya xwecihî de û tekezkirina berjewendiyên wê. Em wekî Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê bibawer in ku nenavendî ne cihgirê navendiyê ye, ji berk u nenavendiya serkeftî pêwîstiya wê bi navendeke bihêz û aliyên aktîv û bihêz heye. Û divê piştevaniya wê bê kirin bi rêya çarçoveyên destûrî, yasayî, rêxistinî û heykelên saziyane û mîkanîzmayên diravî yên guncav.
  9. Sîstema hilbijartinê ya baş ew e ku nûneratiya jinan a dadmendane di parleman, encûmenên parêzgehan, û bajar û gundan û hemû cihên biryardayinê de ku pêwîstiya wan bi hilbijartinê heye garantî bike. Ji berk u pêkanîna sîstema hilbijartinê yad admen û zelal mijareke girîng e ji bo pêkanîna wekhevî û dadmendiyê di civakê de û bihêzkirina demokrasiyê.
  1. Jinparêziya hemareng roleke girîng dibîne ji bo guhertina civakî û siyasî yak u tê xwestin ji bo pêkanîna dadmendiya civakî, ji ber ku ew metodeke û amûreke kar dike ji bo têgihiştin û şîrovekirina cudakariya piralî û hemareng ku jin rastî wan tên di hemû civakan de. Di çarçoveya sûrî de, jinên Sûriyê rastî cudakarî û şewsandinê tên bi sedema jender, ku tevlî çend corên cudekariyê dibin, di nav de çewsandina siyasî, jender û çîna civakî û cudakariya olî û pêkhateya civakî, serbarî cudakariya penaberî û koçberiyê, û tevlîbûna regez û regezbaziyê.  
  2. Divê sizayên ku li ser Sûriyê hatine sepandin bêhtir hestyar bin û giraniyê bidin rewşa sivîlên jin û mêr û wan ji asewarên neyênî biparêzin, û divê lêveger li hemû brogramên sizayên sepandî bê kirin û ew bên hilweşandin û kar li gel şarezayên sûrî yên jin û mêr bê kirin da ku bigihêjin têgihiştineke kûrtir bi çavekî aborî, siyasî û yasayî da ku ew siza bên destnîşankirin ku bandora wan a neyênî ji ya erênî bêhtir e, û bi taybetî jî, ew sizayên ku li ser hin sektoran hatine sepandin ku nahêlin rewşa jiyana piraniya gel baş bibe, di demekê de ku eger hatin rakirin rejîm nikare sûdeke mezin ji rakirina wan qezenc bike.