Ragihandina Destûrî: Qonaxeke Yekalîker e an Dubare Berhemînana Zordestiyê ye?
- updated: April 16, 2025
- |
Piştî ruxîna rejîma Esed di 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an de, Sûriye ketiye qonaxeke nû û diyarker a dîroka xwe ya siyasî, ku tê de taybetmendiyên qonaxeke veguhêz bi biryarên bingehîn dest pê kir ku li benda wê ye rê ber bi pêşerojeke demokratîk, piralî û dadmend veke. Di 29ê Kanûna Paşîn a 2025an de, Ahmed El-Şera ji aliyê efserên grûpên leşkerî yên opozîsyonê ve wek Serokê Dewletê yê qonaxa veguhêz hat destnîşankirin,piştî vê gavê çend biryarên çarenûsî hatin standin; betalkirina destûra bingehîn a 2012an, hilweşandina parlementoyaê, hilweşandina grûpên çekdar, dezgehên ewlehiyê, û herwiha hilweşandina Eniya Niştimanî ya Pêşverû, ku tê wateya dawî anîna li kontrola partiya Beesê li ser jiyana siyasî ya welat.
Di vê çarçoveyê de, di 13ê Adara 2025an de, “Ragihandina Destûrî” ku tê çaverêkirin çarçoveya birêkûpêkkirina qonaxa veguhêz be, piştî ku ji aliyê komîteyek qanûnî ya ji heft endaman pêk tê hatiye nivîsandin. Her çiqas ev Ragihandina Destûrî di destpêkê de wek gaveke pêwîst ji bo birêxistinkirina demkî ya karûbarên welat hat pêşwazîkirin, lê xwendinek hûrgilî ya naveroka wê gelek pirs û nîgeranan derbarê pêşeroja pêvajoya veguhêz û çawaniya karîna vê ragihandinê ku bibe bingehek ji bo avakirina Sûriyeyek nû ya ku jin û mêrên Sûrî her dem xeyal kirine, tîne holê.
Dema ku Raghandina Destûra Bingehîn analîz bikin û bi destûrên berê yên ku ji aliyê komîteya ku ew proje amade kiribû re bidin ber hev, û her wiha rewş û kêşeyên li pêşiya gelê, astengiyên heyî yên li pêşiya avakirina dewletê û bandorên aborî, civakî û sazî yên salên şer û pevçûnan, li ber çavan bigre, mirov dikare li ser hin xalên girîng ku ji bo Sûriyan nîgeran û tirsan derbarê pêşerojê çêdikin raweste, û ev xalên herî girîng in:
Ragihandina Destûrî bêyî mekanîzmayên zelal ên berpirsiyarî an çavdêriyê, hema hema desthilatên mutleq dide serokê dewletê. Ev yek tirs û nîgeraniyên rastîn li ser dubarebûna modelên desthilatdariya takekesî ya ku bûye kakila zordariya siyasî li Sûriyê ji bo dehsalan derdixe holê. Li şûna ku Ragihandina Destûrî bibe bingeh ji bo rêveberiyek hevpar, em xwe li pêşberî metneke ku navendîbûna zêde ji nû ve hildiberîne, dibînin, û her dem kaniya gendeliya siyasî û marginalizasyona komên cihêreng ên civakê bûye. Ev navendîbûna desthilatê ne ji ber xwezaya wê ya siyasî ye, lê ji ber ku ew bi nebûna hema hema temam a rolên civakî û sivîl di pêkanîna biryardanê de tê şopandin, tê wateya berdewamiya redkirina nûneratiya jinan, pêkhateyên etnîkî û olî, û komên marjînal di qonaxa veguhêz de.
Ragihandina Destûrî, li gorî peymanên navdewletî rêzgirtinê ji maf û azadiyan re destnîşan dike, ji aliyê din ve, mirov dikare bibêje ku ev maf bi deqan hatine sînordarkirin, ku bi hincetên wek (ya ku dijî ewlekariya neteweyî nîne – ya ku dijî edetên giştî nîne) tên ferzkirin bêyî ku pênaseyeke rast an diyarkirî ji bo van têgehan were pêşkêşkirin. Ev yek van têgehan nezelal dike ku dikarin li gorî aliyê ku wan bikar tîne werin şîrovekirin û tefsîrkirin, êdî fikaran zêde dike ku ew dikarin wekî amûrek ji bo rewakirina sînordarkirina azadiyan an zordestiya siyasî, wekî ku di ezmûnên berê de qewimiye, werin bikar anîn. Her wisa helwesta xwe ya li ser bergiriyên Sûrî yên berê li ser peymanên mafên mirovan, bi taybetî yên têkildarî mafên jinan û zarokan, diyar nekiriye.
Fiqha Îslamî wek çavkaniya sereke ya qanûndanînê hatiye destnîşankirin, li şûna ku yek ji çavkaniyên qanûndanînê be bi taybetî ji ber ku fiqha Îslamî gelekî fireh e, û bêyî diyarkirina xwezaya vê çavkaniyê an mekanîzmaya lihevkirina di navbera wê û erkên dewleta sivîl de, ku ne li gorî prensîba welatîbûna wekhev e, û bingehek ji bo yasayên cihêkariyê li dijî jinan, kêmîneyên olî û komên li derveyî şêwaza civakî ya serdest datîne.
Her çiqas bendek ji bo avakirina “Lijneya Dadweriya Veguhêz” jî heye jî, lê Ragihandinê çarçoveya demî ya ji bo avakirina wê, an pîvanên ku wê li ser bên avakirin, an jî çarçoveya karê wê zelal nekiriye. Ev yek ku nebûna îradeyeke siyasî ya zelal ji bo beşdarbûna cidî di pêvajoya Dadweriya Veguhêz de nîşan dide, wekî pêvajoyek berfereh ku li ser heqîqetê, berpirsiyarî, verastkirin, û misogerkirina dubarenebûna binpêkirinan raweste. Bêyî pejirandina hemû binpêkirinên ku di dehsalên borî û niha de çêbûne li Sûriyê, bi taybetî yên ku li dijî jinan çêbûne, ne mimkûn e em behsa veguhestinek rastîn bikin. Nebûna nêrînek jinane an misogeriyên zelal ji bo wekheviya zayende di vê ragihandinê de nîşan dide ku zihniyeta mêrane di şêwekirina pêşerojê de didome.
Tevî ku Ragihandina Destûrî tekeziyê li ser pêwîstiya xistina artêşê li jêr desthilata sivîl û nûavakirina wê, dike jî, lêbelê mekanîzmayên taybetî yên misogerkirina bêlayeniya wê ya siyasî û ferz kirina çavdêriya sivîl li ser ji wê kêm e. Ev rewş tirsan ji berdewamiya rola artêşê wek amrazek ji bo parastina rejîmê li şûna dewletê tîne holê, ku dibe sedema leşkerîkirina jiyana giştî û nehiştina berpirsiyariya kesên têkildarî binpêkirinan. Ji bilî vê, paşguhkirina rêkeftinên niştimanî yên berdewam, weke ya di navbera hikûmeta veguhêz û Hêzên Sûriya Demokratîk, ku li ser yekîtiya axa Sûrî tekez dike û cudabûnê red dike. Ragihandina Destûrî nasnameyek niştimanî ya giştî ya ku cihêrengiya civaka Sûrî nas bike qebûl nekiriye, lê bi navê Komara Erebî ya Sûrî pejirandiye, ku pêkhateyên ne-ereb jê derxistin. Ev bijare şensên avakirina dewleteke nûjen a li ser bingeha welatîbûna wekhev lawaz dike, û gefa dubarekirina pirsgirêkên borê dike. Ji ber vê yekê, pabendbûna rastîn bi yekîtiya Sûriyê bi bêlayenkirina siyasî ya artêşê dest pê dike, û yekkirina wê wek saziyeke niştimanî ya di bin desthilata dewletê de, li gel naskirina hemû destpêşxeriyên niştimanî yên li ser bingeha diyalog û nûneratiya wekhev a hemû pêkhateyên gelê Sûrî.
Pêvajoya veguhêz divê qonaxeke damezrîner be, ne tenê birêvebirineke demkî be. Ji vir, em di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de, di wê baweriyê de ne ku Ragihandina Destûrî – di rewşa xwe ya niha de – nikare peymanek civakî ya giştîpêk bîne, ji ber ku ji mekanîzmayên bi bandor ên ji bo misogerkirina nûneratiya dadmend û giştî ya hemû pêkhateyên civaka Sûrî kêm e û ew zêdetir weke nûberhemînana avahiyên desthilatdariya kevn bi rûyeke nû xuya dike.
Herwiha meseleyê tayînkirina sêyeka Meclisa Gel ji aliyê Serokê Dewletê piştî ku ew komîteyeke bilind ava dike ji bo çavdêriya avakirina komîteyên jêrîn ên hilbijartinan ên ku ji bo hilbijartina du ji sê parên endamên meclîsê hildibjêre, vê gavê metirsîdar dike, ji ber ku dibe sedema desteserkirina dengê gel.
Ji bo ku ev daxuyanî bibe amûreke ku gelê Sûriyeyê ber bi dewleteke demokratîk a sivîl ve bibe, em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, vê pêşniyar dikin:
- Divê Ragihandina Destûrî were guhertin da ku prensîba cudahiya di navbera desthilatan de were cihgirtin, bi danîna mekanîzmayên çavdêriyê yên bi bandor li ser desthilata birêveber, û di serî de posta Serokê Dewletê.
- Pêwîst e ku maf û azadî bi awayekî ku ji şîrovekirinê re ne vekirî be, werin diyarkirin, bêyî ku bi sînorên nezelal re werin girêdan, û misogerkirina ku ew sînordar nebin hincet ji bo têkbirina azadiyên takekesî û yên giştî. Û piştrastkirina ku qanûnên Şerîetê wekî yekane çavkaniya bingehîn a qanûndayînê ji bo rewakirina cihêkariyê nayê bikar anîn. Û danîna mekanîzmayên ji bo misogerkirina lihevhatina di navbera fiqha Îslamî û bingehên hemwelatîbûna sivîl û mafên wekhev de.
- Pêwîstiya damezrandina desteyek dadweriya veguhêz a serbixwe, bi nûneratiya rasteqîn a jinan û qurbaniyan, û bi desthilatên zelal ji bo çareserkirina binpêkirinan û bidestxistina dadweriyê, Ya ku dibe sedema lihevhatina niştimanî.
- Reforma saziya leşkerî û girêdana wê bi desthilatdariya sivîl a hilbijartî re bi pêşkêşkirina nêrîneke berfireh ji bo jinûveavakirina artêşê û hemû hêzên di bin sîwana wê de, di nav de jî jêbirina navên grûpan, û misogerkirina bindestiya wê ya tam ji desthilatdariya sivîl a demokratîk re, ji bo amadekariyên veguhertina wê bo artêşeke niştimanî ya yekgirtî ku pirrengiya Sûriyê nîşan dide û dewletê diparêze, ne ku rejîmê.
- Guhertina nasnameya dewletê û deqa ragihandina destûrî bi awayekî ku pirrengiyaetnîkî, olî û çandî ya civaka Sûrî nîşan bide, û qebûlkirina hemû pêkhateyan wek hevparên wekhev.
- Misogerkirina beşdariya jinan bi awayekî wekhev di hemû komîteyên qonaxa veguhêz de, bi taybetî yên ku bi nivîsandina destûra pêşerojê, dadweriya veguhêz, û beşdariya siyasî bi rêjeyeke ku ne kêmtirî 30% be.
Tiştê ku Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê ji vê pêvajoyê hêvî dike ne tenê pêdaçûnek li ser hin madeyan an nûnivîsandina bendan e, lê ew kiryarek bingehîn e da ku dawî li mantiqê serdestiyê bîne û bingehekê ji bo mantiqa hevpariyê deyne. Destûra pêşerojê divê ne belgeyek be ku ji jor ve ji aliyekî ser aliyek din were ferzkirin, lê divê peymanek civakî ya zindî be, ku li gor rastî û hêviyên jin û mêrên Sûriyê be, û bi îradeya wan a giştî, ne bi lihevkirinên demkî, were avakirin. Û di demek wiha de, ku tê de xuyabûnên Komara nû tên çêkirin, Kûrahiya şikestinên ku bandor li civakê kiriye, nayê paşguhkirin, ne jî hijmara qurbaniyên di rêya guhertinê de hatine dayîn. Bêyî edaletê seqamgirî pêk nayê, û bêyî wekheviyê aştî dê pêk neyê, û bêyî hev du qebûlkirin û guhdarîkirina dengê her kesî/ê ku dengê wî/ê demeke dirêj hatiye fetisandin, avakirin na be.
Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, dema ku vê nêrînê li pêşiya hikûmetê û di serî de birêz Ahmed El-Şera pêşkêş dike, ew vê yekê wek hevpar di pêkanîna pêşerojê de dike, ne ji pozisyona zêderûyî an rûbirûbûnê. Welatê ku ji ber cezayan, parçebûnan û şeran westiyaye, tenê îradeyek giştî ku rûmeta mirov, her mirovekî, di nava peymana nû de datîne, wê wî dîsavegerîne jiyanê.
Komîteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê