Jinên Sûriyê Çi Peymana Civakî Dixwazin?

Di 28ê Tebaxa 2020ê de, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrîiyê, di civînekê de bi navnê,”Siyasta Sûriyê bi Nêrîneke Jinane” ku bi riya platforma Zoom bi rêve çûye, û bi amedebûna Dewleta Meksîk, bi nûnertiya Sekreterê Yekem ê mafên mirovan, nûnerê Şanda daîmî ya Dewleta Meksîk li ofîsa Neteweyên Yekbûyî li Cenêvê, birêz Diego Ruiz Gallio, pelika xwe ya sîyasî bi navê “Daxwazên Jinên Sûrî ji bo peymanek civakî dadmend, nasnameyeke niştimanî giştî û aştiyeke domdar” derxist.

Belavkirina Belgeyên Siyasî Ewlehiya Aborî û Peymana Civakî Li Gor Nêrîna Jinên Sûrî

Roja 16 îlona 2020ê, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî belgeya “Ewlehiya Aborî û Peymana Civakî û Nasnameya Niştimanî û Aştiya Civakî” li gel Encûmena Pêwendiyên Derve ya Amerîkî li New Yorkê, bi beşdariya hejmarek ji kesayetiyên girîng û yên ku girîngiyê bi rewşa Sûriyê didin belav kir. Bi sedema bahora Coronayê, hevdîtin bi şêweyê online hat encamdan.

Raporta Komîta Peywendî û Çalakiyan

Karê Komîta Peywendî û Çalakiyan giringiyê dide peywendiyê bi Sûriyan re li Sûriyê û li derve, û bi taybetî jinên Sûriyê.