Danasîn

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê ji ber baweriya xwe bi hînbûna ji bo berdewamiyê û ku Keçên wê yên Ciwan hêzeke erênî û bibandor in di gihîştina armancên wê û nêrîna wê ya siyasî de dema ku ew zanîn û derfetên pêwîst ji wan re tên pêşkêşkirin, Tevgerê “Foruma Keçên Ciwan ên Siyasî” damezrand; û biryar da ku balê bikişîne ser wan, ji bo pîrozkirina wan û derfetetek mezintir ji bo hebûna, enerjî û dengên wan veke.

Foruma Keçên Ciwan a Siyasî, hewl dide ku di pêşerojê de bêtir çalakî û derfetan biafirîne da ku hemû piştgiriyê bide Keçên xwe yên ciwan, da ku ew karibin beşdarî biryarên siyasî li Sûriyê û li seranserê cîhanê bibin.