Daxuyanî ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê Kongirê Astana yê Sêzdehan

Di çarçoveya êrşîa hovane ku Rêjîma Esed, rêjîma kuştin û diktatoriyê, li ser xelkê me li Idlib û gundewarê wê û gundewarê Bakurê Hemayê û gundewarê Rojavayê Helebê û erîşa li ser saziyên sivîl û nexweşxane û nanxan û bazaran û armanckirina sivîlan bi rêya siyaseta zemîna şewitî ango wêrankirina bajar û gundinan bi timamî û koçberkirina nişteciyên wê û kuştina bi sedan ku piraniya wan jin û zarok in, pêk tîne.

Di çarçoveya vê tawanê de, Rosiyayê banga lidarxistina civîneke Astana li bajarê Nûr ElSultan ji bo berdewamiyê di zîvrandinê derdora çarçoveya Cinêvê  û biryarên Encûmena Ewlekariyê û bi taybet biryara 2254 de bike ku derfetekê dide Rêjîm û hevpeymanên wê ji bo revê ji şayisteya siyasî û destdirêjî li ser destkeft û daxwaiyên Şoreşa Sûriyê û piştguhkirina wan destkeft û dawaziyan jî.

Ev civîn ya Sêzdehan e di vê çarçoveyê de ku tu derencamên erênî ji bo gelê Sûriyê bi xwe re neanîne, berovajiyê wê yekê rewş piştî her civînê bihtir têk diçe, û welatên Gerentor derencaman li gorî berjewendî û ecindayên xwe ku berjewendiya Sûriyê û gelê Sûriyê nayê berçavbirin.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê ew jî weke praniya gelê Sûriyê vê çarçoveyê red dike û dibîne ku ev çarçove daxwaziyên wî yên niha û pêşerojê sînordar dike, herweha dibîne ku derencamên wê ta niha ji bilî ziyanan û di serî de ziyanên mirovî, serbarî dana qurbaniyeke bihtir ji sivîlan û koçberkirina bi neçarî û wêrankirinê, bi xwe re neanîne.

Li gorî vê yekê, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê nerazîbûn û redkirina xwe ji vê çarçoveyê ji ber van sideman nîşan dide:

1-     Çarçoveya Astana tu deskeft ji bo berjeweniya Şoreşa Sûriyê yan ji bo gelê Sûriyê pêkneaniye, berovajiyê wê yekê zincîrek ji şkestin û sernekeftinan bi xwe re encamdan.

2-     Tu xalên biryar yan rêkeftinên gerên borî nehatin bicîkirin, ya herî giring jî xala girêdayî bi dosyaya girtiyan û eşkerekirina çarenivîsa windakiriyan û rawestandina armanckirina sivîlan.

3-     Welatên Gerentor ji vê çarçoveyê re pabendî bi tu erkên ku ji wan têne xwestin nekirin û hewla bicîkirina berjewendiyên xwe dan ku wê yekê jî bi xwe re destkeftin ji bo Rêjîmê anîn, Rêjîma ku di şerê gelê Sûriyê de berdewam e.

Tevger herweha dibîne ku beşdariya hin kesayetan ji Opozisiyonê rewatiyê dide vê çarçoveyê ku rê da Rêjîm û hevpeymanên wê ji bo pêkanîna tawananên bihtir û rewatiyê dide destwerdanên welatên hevpeyman ji Rêjîmê re li derveyê rewatiya Neteweyên Yekgirtî.

Li gorî vê yekê, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê banga ragirtina beşdariyê ji aliyê Opozisiyonê ve – weke kes û sazî – di vê çarçoveyê de dike û banga hewla giran ji aliyê hemû hêzên Opozisiyonê ve ji bo vegera dosyaya Sûriyê bo çarçoveya Cinêvê û bicîkirina bi timamî ya biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 bi serpereştiya Neteweyên Yekgirtî ji bo gehiştin bo çareseriyeke siyasî ku rê xweş bike ji bo Vegusetineke Siyasî rasteqîne ku daxwaziyên Gelê Sûriyê bi dewleteke ku geretiya azadî û rûmetê ji bo hemû hemwelatiyan di Sûriyayeke sivîl û dîmuqratî û piralî de, dike.

Dilovanî ji bo pakrewanan û azadî ji bo girtî û revandiyan û serkeftin ji bo gelê me yê giranbûha

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

În 2ê Tebaxa 2019an