Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê Avakirina Desteya Niştimanî ya Dadweria Veguhêz

Di 17ê Gulana 2025an de, Serokê Komarê ji bo Dema Veguhêz, Birêz Ehmed El-Şaraa, Fermana Hejmar (20) ya 2025an derxist, ku avakirina “Desteya Niştimanî  ya Dadweriya Veguhêz” bi serokatiya Birêz Ebdul Basit Ebdul Letîf destnîşan kir. Li gorî vê fermanê, ji bo avakirina Tîma xebatê û pêşxistina rêziknameya navxweyî demek 30 rojî hat destnîşankirin. Her wiha li gorî fermanê, Deste “kesayeta hiqûqî û serxwebûna darayî û îdarî heye, û li hemû beşên axa Sûriyê xebata xwe dike”. 

Em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê,  dibînin ku derxistina vê fermanê gaveke girîng û pêwîst e di vê qonaxa hestyar a dîroka welat de, ji ber rolê wê di pêkanîna edaletê, avakirina dewleta yasayê, misogerkirina mafên qurbaniyan, û xurtkirina rêya lihevhatina niştimanî ya giştî de.

Di heman demê de, em nîgeraniya xwe derbarê şêweyê fermanê didin diyarkirin, ku xuya dike rêya dadmendiya veguhêz bi tenê li ser binpêkirin û tecawizên ku aliyekî ji aliyên Sûriyê kirine sînordar dike, bi vî rengî ew binpêkirinên ku ji hêla hemî alîyan ve di salên borî de hatine kirin paşguh dike. Ev yek tê wateya cudakariyê di navbera qurbaniyên Sûrî de li gorî alîyê berpirsiyarê binpêkirinên li dijî wan. Ev rêbaza bijartî, ger were pejirandin, dê dabeşbûna di navbera gelê Sûrî de kûrtir bike, gihîştina edalet, aştî û saxlemkirina niştimanî ji mîrateya zordarî û neheqiyê asteng bike, û gefê li ser armanca herî girîng a edaleta veguhêz dike, ku ew jî misogerkirina dubarenebûnê ye.

Li gorî vê, em, wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyeyê, tekez dikin ku divê dadmendiya veguhêz li ser hemû qurbaniyên sivîl,jin û mêr were bi cî kirin  kî be bila bibe aliyê ku binpêkirin li dijî wan kiriye. Her wiha divê hemû sûcdarên ku destên wan bi xwîna jin û mêrên Sûriyê lewitîne  û sûcên wan sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ne, werin hesabpirsîn. Her wiha divê hewl werin dayîn ku saziyên ku beşdarî binpêkirinan bûne werin çaksazkirin, bi awayekî ku nedubarekirinê misoger bike û da ku di bi cih kirina edaletê û avakirina aştî û lihevhatina niştimanî de beşdar bin.

Her wiha em li ser girîngiya bilezkirina avakirina Desteya Niştimanî ya Dadmendiya Veguhêz û destpêkirina cîbicîkirina erkên wê piştrast dikin, ji ber hewcedariya blez ji bo pêkanîna edaletê, misogerkirina dadperweriyê ji bo hemû qurbaniyan heye, û ji bo avakirina civakeke saxlem û aramkirî ya li ser rûmet û edaletê bê cudahî. Di vê çarçoveyê de, em girîngiya pejirandina rêbazek beşdarbûnê di xebata Desteyê de û misogerkirina serxwebûna wê tekez dikin. Her wiha em tekez dikin ku qurbanî di hemî qonaxên xebata Desteyê  û di avakirina wê de cih bigirin. Her wiha em tekez dikin ku jin bi rêjeya herî kêm 30% di Desteyê û hemî komîteyên wê de cih bigirin. Her wiha em tekez dikin ku divê vekirî be li ser rêxistinên Sûrî yên ku xwedî ezmûnek pêwîst in ji bo xebata Desteyê.

 

Dadwerî  ji bo hemû kesên ku rastî neheqî û destdirêjiyê hatine

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê
Sêşem, 27ê Gulanê 2025