Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê derbarê şermezarkirina tundûtîjî, handan û Gotara nefret û Kîndariyê

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê  bûyerên metirsîdar ên mezhebî yên ku li deverên Sehnaya û Ceramana diqewimin ji nêz ve dişopîne. Ev bûyer gefê li aştiya sivîl dixwin û tevna civakî ya Sûriyê ya cihêreng û piralî, ku demek dirêj e di civakên me de çavkaniya hêzê ye, ji hev diçirîne.

Em, wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, bi tundtirîn gotinan gotara nefret û Kîndariyê, handan û seferberiya mezhebî ku di vê dawiyê de zêde bûye şermezar dikin, û em tekez dikin ku tehrîkkirina li ser bingeha mezhebî an herêmî tenê xizmeta projeyên parçebûn û tundiyê dike, û îmkana avakirina Sûriyê li ser bingeha hemwelatîbûn, edalet û wekheviyê têk dibe.

Di vê çarçoveyê de, em pêşwazîya xwe ji rêkeftina ewlehiyê ya ku vê dawiyê li Parêzgeha Siwêdayê hatiye îmzekirin re piştrast dikin, û em tekez dikin ku pêkanîna wê ya bi tevahî û zelalî, bêyî hilbijartin an paşxistinê, pêwîstiyek lezgîn e ji bo parastina tiştê ku ji baweriyê maye di navbera dewlet û civaka herêmî de, û ji bo rawestandina çerxa tundûtûjî û binpêkirinan.

Em, di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de, daxwaz ji hikûmeta Sûrî dikin ku berpirsiyariyên xwe yên yasayî û exlaqî di kontrolkirina grûpên çekdar û bêserûberiya ewlehiyê de bigire, û dezgehên dadwerî û edaletê çalak bike, û hesabdarî û nehiştina rizgarbûna ji cezayê garantî bike, bêyî ku li ser girêdana sûcdaran an cihê wan fikir bike. Aramî ne tenê bi hêzê, lê bi edalet, garantîkirina mafan, û beşdariya her kesî di biryardanê de tê avakirin.

Herwiha Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê êrîşên dubare yên Îsraîlê li ser xaka Sûriyê şermezar dike, û wan êrîşan wek binpêkirineke eşkere ya serweriya niştimanî dibîne û bikaranîna metirsîdar a rewşa jihevketina navxweyî dibîne. Berxwedana li dijî dagirkeriyê û redkirina destwerdana derve tenê dikare bi rêya projeyeke niştimanî ya demokratîk û giştî, ku bawerî bi pirrengiyê tîne û bi mantiqê leşkerîkirinê û serdestiyê re dibirre, dikare bandordar be.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, tekez dike ku şermezarkirina tundûtûjî û handanê tenê bi redkirina hewldanên afirandina mazlûmiyetên nû, an jî bi dijminatiya her pêkhateyek civakî nabe, berevajî vê, divê ev bi pejirandina nirxên beşdarbûn, diyalog, hesabpirsîn û nûnertiya dadperwer were kirin. Em dibînin ku damezirandina yekîneyên ewlehiyê yên herêmî yên ku ji niştecihên herêmî pêk tên, di bin çavdêriya saziyên dewletê de û di nav pîvanên profesyonel û niştimanî de dixebitin, gaveke erênî ber bi vegerandina baweriyê û avakirina dezgehên ewlehiyê ku diparêzin ne ku çewisînin, pêk tîne.

Em di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de, dubare tekez dikin ku Sûriyê welatê me ye, û girêdana pê ve ne bi nasnameyek teng an erdnîgariyek sînordar ve girêdayî ye, lê berevajî vê ew bi dîtinek berfireh ve girêdayî ye ku hewl dide veguherînek bi rastî demokratîk li ser bingeha nenavendî, dadmendî û hemwelatîbûna wekhev, bêyî dûrxistin, cudakarî an jî yekdestdariya desthilatdariyê pêk bîne.

 

Bijî Sûriya bi Xak û gelê xwe

 

Sekretariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Çarşem, 7ê Gulana 2025