Di Bin Desthilata Esed de, Kiptagon Sînoran Derbas dike, û Jin û Mêrên Sûrî Dorpêçkirî ne

 

Diçarçoveya hilmetên wê yên ewlekarî de ji bo rûbrûbûna qaçaxçiyên madeyên hişber û sînordarkirina qaçaxîya wê ji xaka Sûriyê di rêya bejahî ya Siwêdayê re, artêşa Urdunê gelek caran koordînatên destnîşankirî li gundên nêzîkî sînorê Urdun-Sûriyê dike armanc û di encamê de sivîl û zarok tên kuştin. Ji destpêka îsal ve ev cara sêyem e ku balafirên şer ên Urdinê malên sivîlan li gundewarê Siwêdayê bombebaran dikin, û êrîşên dawî yên ku di 18ê Çileya 2024an de ku gundê Erman li gundewarê başûrê Siwêdayê kiriye armanc, bûye sedema kuştina du zarok, pênc jin û sê mêran,di dema ku ne diyare eger herdu kesên ku di operasyona dawîn de di malên wan de hatine armanc kirin, bazirganên madeyên hişber in an na. Ev êrîş bûn sedema şermezarkirina gel Ji ber ku bi awayek pir tund bûn, weke êrîşa Urdunê di operasyona wê ya asmanî ku bazirganek madeyên hişber kiribûn armanc, û şeş kes bûn qurbanî, yê bazirgan tev jina wî û pênc zarokên wî yên di navbera du û deh salî hatin kuştin. Kesên sivîl bihayê mayîna Esed li ser desthilatê û berdewambûna tawan û binpêkirinên wî li dijî gelê Sûriyê, dibin, her wiha bihayê bêparkirina wan ji parastina ku di belgeya mafên mirovan de hatiye garantîkirin, didin. 

Dosyaya Kiptagon ji destpêka şerê Sûriyê ve derketiye holê, ku destpêkê di nav grûpên çekdar de sînordar bû da ku şiyana xwe ya şer zêde bikin, û piştre, piştî ku Hizbullah devera Qiseyrê kontrol kir ew bêtir berfireh bûye, û gelek çalakvan û malperên nûçeyan des bi ronîkirina mijara belavbûna madeyên hişber kirin û cihên çêkirina wan ku li gundin dûr an jî nêzî Siwêdayê ne, destnîşan kirin, û di heman demê de,destpêşxeriyan dest bi behskirina vê mijarê wekî xetereyek mezin li ser civakê di demên şer de kirin.

Derbarê gilî û gazinên welatên herêmî yên ku dibêjin Siwêda girêka bazirganî û hinardekirinê ye, ev meseleke nûye, ji ber ku Siwêda di nav gelek nakokiyan de şerê vê yekê kir, di heman demê de serhildanek girseyî ya gel di Tebaxa 2023-an de dest pê kirbû, bi sedema têkçûna şert û mercên aborî û pir sedemên din,ku dosyaya madeyên hişber yek ji sedemên wê tevgerê yên sereke bû, ev dosyaye bi giranî bi dosyaya Sûriyê ve hatiye girêdan û êdî çareseriyên xwecihî kêm in û pêwisîya wan bi amûr, yasa û piştgiriyê heye. Bikaranîna van madeya pir berbelav bûye, û gelek caran hişyarî ji aliyê civaka sivîl û serkirdeyên civakên xwecihî ve derbarê rewşa parêzgeha Siwêdayê hatine dayîn, di encama tevlîbûna gelek girûpên xwecihî yên girêdayî Îranê di barkirina bazara Siwêdayê bi madeyên hişber, bi taybetî heşîş, ku bi eşkereyî di kioskên neyasayî de li ser cadeyên bajêr û di hundirê qehwexane û salonan de tê firotin. berê jî gelek raportan belavbûna van maddeyên hişber di nav gencan de li dibistanan û di nav xort û keçan de li zanîngehan êşkere kiribûn. piştî bûyerên xwînrêj ên ku di sala 2020an de li bajarê Selxedê û gundewarên wê qewimîbûn, û di encama şer û pevçûnên navbera grûpên şer ên xwecihî yên dijberî rejîmê û milîsên ser bi Pasdarên Îranê ve, û girêdayî meseleya bazirganiya madeyên hişber, Pirsgirêkeke pir metirsîdar derketiye holê ku tê de hejmarek jin û keç bûne qurbanî bi sedema bêbextî û nakokiyên di navbera van grûpên çekdar de, di wê demê de, raportan amaje bi wê yekê kiribû ku hejmarek tawan li dijî qurbaniyan bi behaneya “kuştinên namûsê” hatine kirin, û li hember rûdana van bûyeran, hesabên sexte li ser malperên medyaya civakî yên girêdayî Îstixbarata leşkerî hatin çêkirin, û wan biqesd komek vîdyoyên taybet ên ku li ser telefona destan a yek ji girtiyan ku ji aliyê grûpa hêzên “Şêxên Rûmetê” ve hatibû girtin, hatine dîtin, ku di wan vîdyoyan de jin û keçên ciwan di şahiyên taybet de bi navên xwe yên eşkere û tomarên dengî di oparasyonên bazirganî û firotina madeyên hişber eşkere dikin, û her wiha kişandina qurbaniyên revandin û dizînê. Paşê eşkere bû ku ev jin hatine kuştin yan jî çarenivîse wan nediyar e û ev yek hemû hatiye nixumandin û veşartin, Heta ku bazirganiya madeyên hişber di bi sponseriya rasterast an nerasterast ya rejîma Sûriyê de geş bûye, û bi rêya dezgehên wê yên ewlekarî û ewlekariya leşkerî, bi taybetî dema ku behskirin dosyeya madeyên hişber ûye dosyeye metirsîdar ji ber girêdana wê bi kesin xwedî bandor di dosyeya Sûriyê de.

Têkiliyên her du welatan li gorî şert û mercên herêmî û navneteweyî di qonaxên alozî û nêzîkbûnê re derbas bûye,  û dergehê Nesîb yê li parêzgeha Deraa, li başûrê Sûriyê, deriyê sereke bû di navbera her du welatan de û damara herî girîng a bazirganî, veguhestin û geştiyariyê bû û ji ber şer û pevçûnên li Sûriyê û zêdebûna metirsiyên ewlehiyê li ser sînor, çend caran hatiye girtin, bi sedema zêdebûna operesyonên qaçaxçîtî û derbasbûn ji sînor bi rên neyasayî, ku di Lûtkeya Erebî de biryar hat dayîn ku piştgiriya çareseriya siyasî li Sûriyê û hevkariya aborî were kirin, di heman demê de ev dergeh ji bo aboriya Urdun û Sûriyê û ji bo baştirkirina têkiliyên dualî giringe. êdî ew bi temamî hate vekirin, lê Urdunê di demek kurt de eşkere kir ku ew dergrh bûye xala derbaskirina madeya Kiptagon ya ku li Sûriyê tê çêkirin û bi rêya kamyonên transît ên ku bi hilberên Sûrî barkirî ji bo welatên Kendavê û Bakurê Afrîkayê tên hiardin, û hebên Kiptagon di nav de tên veşartî û veguhestin. Û Urdinê rejîma Sûriyê bi neparastina ewlekariya niştimanî û herêmî tawanbar kir, û pir hewl da ku serwerî, serxwebûn xwe diyar bike, û rijdbûna xwe di rûbirûbûna binpêkirinên sînorî de û destêwerdanên derve bike. Lêbelê, hîn bi dehan derbasgehên neyasayî di nav parêzgeha Siwêda ya sînorî bi Urdinê re hene, ku ji hêla qaçaxçiyên xwecihî ve têne bikar anîn da ku barkirina madeyên hişber û çekan derbasî nav xaka Urdunê bikin, û wan radestî bazirganên wan li aliyê Urdunê bikin, û radestî bazirganên bi ser wan ve li rexê Urdinê dikin.

Dema ku Kiptagon bûye jêdera abûrî ji bo Esed, û ew bi temamî ne di bin kontrola wî de ye jî, lê parvekiriye dige milîsên Îranî û milîsên Hizbullahê yên ku hinardekirinê li herêma hevsînorî bi Lubnanê re hêsan dikin. 

Dosya Kiptagon bûye hêzek di dest rijêma Esed û hevalbendên wê de ku bazaran pê bi cîhanê re dikin, û ew bûye merca bingehîn ji bo vegerandina Sûriyê bo Komara Erebî, ku vegerî li nav û di heman demê de berdewam e di bikaranîn û piştevaniya dosya Kiptagonê de. 

Berî Lûtkeya Erebî civîna Moskoyê hat lidarxistin, ku civîneke çaralî bû û tê de avakirina komîteyekê ji bo şerê li dijî Kiptagonê hat gotûbêj kirin, Kibtagon ku li Sûriyê çê dibe û ewlehiya neteweyî ya welatên erebî dixe metirsiyê. 

Piştî ku Esed ji cîhana erebî ji ber şerê çekdarî li Sûriyê û binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê rejîma wî ve hatibû îzolekirin, welatên ereb kursiyê Sûriyê di Komkara Erebî de vegerandin da ku rûbirûbûna metirsiya Îranê li Sûriyê neke, dest pê kirin nêzîkî Esed dibin û behsa çareseriyek siyasî ji bo Sûriyê dikin.

Çareseriya siyasî li Sûriyê bi tawîzên rejîma Sûriyê ve hatiye girêdayî ku hîn jî rejîm vê yekê piştguh dike, û di gotarên xwe de serkeftinan nîşan dide, û rêxistina dezgehên ewlekarî û pêkhateyên xwe yên leşkerî diguherîne, bêyî ku ber bi çareseriyeke siyasî de biçe, û ew rakirina cezayên Amerîka û Ewropa û nûavakirina Sûriyê dike mercek bingehîn ji bo şerê li dijî Kiptagon û vegerandina penaberan, ji bilî lawaziya Esed di kontrolkirina hêzên xwe yên alîkar, milîsên Îranî û Hizbullahê de. 

Urdunê di sala 2023an de destpêşxeriyeke Erebî pêşkêş kir ji bo vegerandina Esed di çarçoveya projeya “gav bi gav” de. Lê ji hevdîtina yekem ve di navbera Komkara Erebî û wezîrê derve yê rejîma Esed de bêhêvîbûna erebî di ne cidiyeta rêjîma Esed di pêkanîna reformên rasteqîn de diyar bû, tevî pêdagiriya wezîrê derve yê Urdinê li ser rêjîma Esed ku destpêşxeriyeke rasteqîn bike ji bo derbasbûn Kiptagon ber bi Urdinê ve rawestîne.

Dema ku Urdun bêzar bû ji projeya ku dixwaze wê û welatên Kendavê bi madeyên hişber tijî bike, wê Siwêda weke herêmeke armanc di şerê xwe de ji bo jinavbirina madeyên hişber destnîşan kir, dema ku dihat çaverêkirin ku ji bo parastina sivîlan ew hevkariyê û danûstendinê bi kesayetên bibandor re bikira, lê êrîşa Urdunê ya yekem ji nişka ve hat, ku wê şer û rûbirûbûna şax ne koka vê bazirganiyê kiriye, ji ber ku koka pirsgirêka Kiptagon di nav rejîmê û milîsên wê de ye, û çareserî ew e ku di serî de aliyên  bazirganî û piştgiriya Kiptagonê dikin bên armanckirin. 

Êrîşên Urdunê sivîl û zarok kirin armanc, vê yek hişt ku raya giştî li Siwêdayê li dijî rabe êdî pirsin cidî derketin holê, bi hizra ku koordînatên têkildarî êrîşan ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatin dayîn weke tolhildana ji serhildana parêzgehê di xwenîşandanên wê yên dawî de. Ji ber vê yekê, Tevgera “Zilamên Rûmetê”, ku mezintirîn gropa xwecihî li Siwêda ye, daxwaz ji Urdunê kir ku têkilî û hevkariyê digel wan de bikin ji bo çareseriyek herêmî  li gorî adet û yasayên civakê peyda bikin, û Serkirdayetiya rûhî ya mezheba misilmên yekperest name ji saziyên navdewletî re şand in, tê de tekezî li ser girîngiya xilaskirin Suweydayê ji Kipagonê û parastina sivîlên jin û mêr kiribûn. 

paşê Urdun ragihand ku rejîma Sûriyê peymanên dualî yên ku di navbera wezaret û dezgehên şareza de hatibûn pêk anîn, binpê kirine. Û rejîma Sûriyê ji aliyê xwe ve, bi rêya hikûmeta xwe, dilgiraniya xwe ya kûr li hember destpêkirina êrîşên asmanî yên Urdinê li ser xaka Sûriyê nîşan da, lê wê ev operesyonên leşkerî rewa nekirin, tevî ku ew li dijî endamên têkildarî qaçaxçîtiya madeyên hişber yên li ser sînor bûn, û rejîma Sûriyê soz da ku van êrîş dê bandorê li têkiliyên biratî yên di navbera her du welatan de neke, û qurbaniyên bêguneh ên vî şerî paşguh kirin.

Li vir divê em bi bîr bînin ku Esed di yek ji hevdîtinên xwe de gotiye ku ew ne berpirsiyarê dîtina çareseriyan e: “Welatên ku beşdarî çêkirina tevliheviyê li Sûriyê bûne, divê ew çareseriyek ji pirsgirêka madeyên hişber re bibînin”.

 

 Sebaret mebest û hincetên Urdunê ji bo derbeyên Urdunê:

Ji aliyê siyasî ve: Êrîşên Urdinê peyameke zelal e ji rejîma Sûriyê û hevalbendên wê yên Îranî re. Urdun rê nade ku bibe qadek ji bo nakokiyên herêmî û yên navdewletî, û dê bi hemû îmkanên xwe berevanîya serwerî û ewlekariya xwe ya niştimanî bike. Herwiha ev êrîş rola Urdinê wek şirîkê stratêjîk bo Amerîka û welatên rojavayî di rûbrûbûna têrorîsmê û tundrewîyê û grûpên çekdar li Herêmê tekez dike, wek tê zanîn ku Urdin beşeke ji hevpeymanîya navdewletî ya dijî Dewleta Îslamî li Îraqê û Şam ye, ku di lîsteyên terorîstê de ye, û beşdariya xwe di şerê li dijî van rêxistinan rewa dibîne, li gor madeya 51 ya peymana Netewên Yekgirtî, û ku ew li ser daxwaza hikûmeta Iraqê, û bi hemahengî bi hikûmeta Sûriyê re tevdigere.

 Ji aliyê ewlekarî ve: Êrîşên Urdunê wek derbeke pêşîlêgirtinê tê hesibandin ji bo wêrankirina asêgeh, embar û veşartgehên qaçaxçiyên madeyên hişber ên ku Îran piştgiriya wan dike, ku metirsiyê li ser ewlekariya Urdunê ya hundirîn û derve dikin, her çend derbaskirina madeyên hişber di ser sînorê Sûrî-Urdinî re û ji wir ber bi welatên din ve, binpêkirine ji yasayên Sûriyê, û Urdun û yên navdewletî re.

Ev yek jî dikare weke bersivekê li ser hewla qaçaxçiyên çekdar ji bo derbasbûna nav sînorê Urdinê û anîna kamyoneke tijî teqemenî û çekên mûşekan were hesibandin, ji ber ku çavkaniyek leşkerî ragihand ku armanca wê operasyon û çekên ku hatine desteserkirin, ewlehiya neteweyî ya Urdinê bû.

Her wiha Urdinê dengda bo biryara 2462 ya Encûmena Asayişa Navdewletî, ku di wê biryarê de hatiye; ku divê hemû welat rê li ber fînansekirina kiryarên terorîstî bigirin û pêşîlêgirtin û tepeserkirina fînansekirina kiryarên terorîstî bikin û piştevaniyê ji bo kesên girêdayî van kiryaran nekin.

Operasyonên qaçaxçîtiyê ziyanê digihîne ewlehiya neteweyî ya Urdunê û welatên kendavê, lê ev yek mafê nade Urdinê ku derbasî nav xaka Sûriyê bibe û ziyanê bigihîne jiyana sivîlan, û milk û malên wan. 

 

Encam û pêşniyar:

Em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, tekeziyê li ser giringiya rûbirûbûna dosyaya Kiptagona Sûriyê dikin ku metirsiyeke cidî li ser ewlehî, tenduristî û mafan li Sûriyê, Urdunê û herêmê heye. Û em baş dizanin ku bazirganiya Kiptagonê  kêşeyek sereke ye, lê em pirsa rewabûna van êrîşan dikin, di dema ku rejîma Sûriyê bi tevahî berpirsyar e di ber çêkirina Kiptagonê û veşartina bazirgan û embaran di nav rêzên sivîlan de ye.

Em êrîşên asmanî yên artêşa Urdinê li ser Siwêdayê bi tundî şermezar dikin ku di encamê de hejmarek ji sivîlan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, û em tekez dikin ku ev kiryar binpêkirina mafên mirovan û yasayên mirovî yên navdewletî ne, û êşa gelê Sûriyê ku di bin desthilata rejîmeke nedadperwer û di nav şerekî xwînî de dijî, zêdetir dike.

Ev karê leşkerî gelek pirsgirêk û kêşeyên mirovî derdixe holê, weke bandora wê li ser ewlehî, aramî, rewşa mirovî û mafên mirovî yên sivîlan li herdu welatan. Û divê Urdun û civaka navdewletî bi hev re bixebitin da ku fişarê li rejîma Sûriyê bikin ji bo çareseriyên bingehîn peyda bike û ji bo şer rawestîne û pêşîgirtinê li zêdebûn şer û tundûtûjiyê bike.

Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, di wê baweriyê de ne ku çareseriya bingehîn û herdemî ji dosyaya Kiptagona Sûriyê re, bi rêya bidawîanîna aloziya Sûriyê ye, û bi pêk anîna çareseriyeke siyasî ji bo aştî, demokrasî û dadweriyê li Sûriyê ye, û jinûavadankirin, pêşketin û aramiyê ye. Em paşerojeke azad û ewledar ji gelên Sûriyê û yê Urdunê re dixwazin.

 

Komîteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê