Êrîşa Îsraîlê ya li dijî Libnanê, Sivîlên jin û mêr careke din dibin qurbanî
- updated: October 5, 2024
- |
Bi nêzîkbûna yekemîn salvegera bûyerên 7ê Cotmehê, û bi serneketina Netanyahu di her sê armancên xwe yên ku di destpêka şerê xwe yê hovane li ser Xezayê ragihandibû de ku ew jî ev in: jinavbirina tevgera Hemasê ji bo ku Xeze careke din nebe metirsî li ser Îsraîlê, vegerandina rehîneyan, û vegerandina niştecihên bakur bo malên xwe bi ewlehî, vê dawiyê armanca çaremîn a têkildarî tunekirina Hizbullahê hate zêdekirin. Ew şerê, ku heta niha bûye sedema kuştina zêdetir ji 41 hezar filistînî, û wêrankirina nêzîkî 60% ji binesaziya Kerta Xezayê, ji bilî koçberkirina piraniya xelkê wê, ku di bin xêza hejariyê de ne. Kiyanê Siyonîst dest bi berfirehkirina qada şerê xwe kiriye da ku bigihêje eniya bakur ku Hizbullah li Libnanê serkêşiya wê dike, ku li wê eniyê di çend rojên borî de şerekî hovane derketiye û Kiyan çekên wêranker ên bi kalîte bi kar anîne. Wê bi êrîşeke mezin li ser hemû deverên Libnanê û hin deverên Sûriyê dest pê kir, ku tê de bi hezaran (Pager)ên ku endamên Hizbullahê bi kar dianîn teqiyan, û piştre jî teqîna hejmarek ji cîhazên bêtêl hat bikaranîn wekî hewlekê ku qada şer berfireh bike. Vê zêdebûna tundiyê hişt ku nakokiyên mihweran hemû xêzan derbas bikin, û vebijarkên li ber destê hemû aliyan tûj bibin: an teslîmbûn ji şikestinê re û derketin ji qada milmilaniyê yan jî pejirandina şerekî vekirî û xwînawî. Aliyên şer bijardeya duyemîn hilbijart ku di encama wê de Îsraîlê bi operasyoneke taybet de kuştina Hesen Nesrulla, emîndarê giştî yê Hizbullah li gel hejmarek ji serkirdeyên wê partiyê li stûyê xwe girt. Ev jî tê wateya ku rêza yekem û duyem ji serkirdayetiya Hizbullahê hatine jinavbirin û ji qada şer hatine derxistin. Ev yek jî dê bihêle ku destê Hizbullah kurt bibe û dibe ku paşde vegere cihê partiyeke siyasî xwecihî, û rola wî ya firexwaz û tawankar kêm bibe li herêmê ku derdê milîsên wî kişandiye, çimkî wan milîsan û hêzan komkujiyên kirêt li her yek ji Sûriye, Îraq, û Yemenê kiribûn; milîsên wekî Fatimiyûn û Zeynebiyûn û ji bilî wan jî ku Îranê serkêşiya wan radestî Hizbullah kiribû. Tawanên wan milîsan li Sûriyê dest pê kiribûn ji mehên yekem de ji destpêkirina şoreşa Sûriyê ve di sala 2011an de, û di encama wê yekê de komkujiyên kirêt û hovane li dijî sivîlên jin û mêr hatibûn kirin; wekî komkujiyên her yek ji Qusêr û Medaya û hin komkujiyên din ku figihêjin asta tawanên li dijî mirovahiyê ku yasaya navdewletî ya mirovî wan mehkûm dike û encamderên wan siza dide.
Ev qonaxeke guhertinên mezin e ku bi ser herêmê de tê, û Rojhilateke Navîn a nû ye ku tê de bingehên şer û rûbirûbûnê tê de tên guhertin; sîstemeke cîhanî nû ku ji zikê şer û pevçûnan derdike; pêşbaziyeke tund e li ser projeyên enerjî û bazirganiyê yên cîhanî, û tişta ku li herêma me ya Erebî diqewime beşeke ji milmilaniyeke mezin a mihweran ku tê de welatên zilhêz û Dewletên xwedî bandora navendî ji nû ve pêgehên xwe di navbera mihweran de destnîşan dikin. Ev qonaxa nû dixwaze ku hêzên di bin Dewletê re ji sîstema milmilaniyê derkevin da ku hin hêzên din bikevin şûna wan de.
Li gorî van guhertinên mezin, leza pevçûnan tundtir û dijwartir dibe, û sivîlên jin û mêr ji hemû aliyan ew in ên ku dibine qurbanî. Heta roja îro li Xezayê bi hezaran sivîlên jin û mêr hatine kuştin û bi hezaran sivîlên jin û mêr li Libnan û Sûriyê di êrîşa (Pager) û bêtêlan de birîndar û seqet bûn. Her wiha bi dehan sivîlên jin û mêr hatin kuştin di êrîşa li ser avahiya ku tê de Hesen Nesrullah ş serkirdeyên Partiya wî, ku xwe di nav taxên niştecîbûnê de veşartibûn bûbûn armanc. Bi dehan kesên din jî di encama teqînên wekî vê teqînê de hatin kuştin. Hevdem li gel zêdebûna bombebarana ji aliyê Îsraîlî ve, hejmara kesên ku ji deverên xwe reviyane, ji du milyon kesên aware zêdetir bûye ku sûrî jî di nav wan de hene.
Tundbûna bûyerên vê dema dawiyê hişt ku asta regezperestiyê li dijî penaberên sûrî yên jin û mêr li Libnanê zêde bibe, ku li wî welatî bêhtirî 800 hezar penaberên jin û mêr dijîn ku li ba Komsyona Bilind a Penaberan tomarkirî ne, hin ji wan bêyî belgeyên fermî ne, û ev jî dihêle ku ew li jêr metirsiya derkirinê bin, an jî nikaribin vegerin Sûriyê. Di derbarê gencan de, vegera wan tê wateya leşkerkirina neçar, yan girtin û dibe jî kuştin. Herçî jin, zarok û pîr û kal in, piraniya wan malên wan tune ne ku vegerin wan, bi taybetî jî li navçeyên ku guhertinên demografîk ên mezin li wan hatiye kirin. I gorî Komsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, bi dehhezaran sînorê Libnan û Sûriyê derbas kirine, û ji şer û bombebaranê reviyane welatekî ku hîn li jêr tundûtûjiya berdewam e ji aliyê rejîma Esed û milîsên ku Hizbullah serkêşiya wan li çend navçeyan dikir, lewma vegera bo Sûriyê qet ne bijardeyeke asûde ye. Ew penaberên jin û mêr ku rejîma Sûriyê ew derbider kiribûn niha xwe neçar dibînin ku vegerin hin herêman ku hîn li jêr destê rejîmê ne, li gel hemû metirsiyên ku dibe rûbirûyê wan bibin, her wekî girtin, derbiderî û mirinê.
Tevgera Sitayî ya Jinan a Sûrî êrîşa Îsraîlê bo ser Xeze û Libnanê şermezar dike, ku di encama wê de bi hezaran sivîlên jin û mêr bûne qurbanî, û dilgiraniya xwe jî nîşan dide ji zêdekirina tundiyê ya vê dema dawiyê ji aliyê rejîma Îranê ve, û bikarînana asman û xaka Sûriyê wekî yarîgehekê ji bo safîkirina hesabên aliyên nakok şermezar dike, ku ew jî bûye sedema kuştina gelek sivîlên jin û mêr. Tevgera Sitayî ya Jinan a Sûrî daxwaz dike ku şerên gur û germ di navbera hemû aliyan de demildest were rawestandin, û bang li civaka navdewletî dike ku bi berpirsiyriya xwe ya temam rabe ji bo bicihkirina ewlehî û aştiyî li navçeyê, û dîtina çareseriyên dayimî ji bo aştiyeke dadmendane û giştgîr, li gorî biryarên navdewletî ji bo misogerkirina jiyaneke azad û bi rûmet ji bo hemû sivîlên jin û mêr. Her weha ew hoşdarî dide li hember egera tundbûna rewşê li herêmê ku çend aliyên navdewletî û navherêmî tevlî wê bûne, û ev jî dihêle ku egerên tundbûna zêdetir hebin û serdest bin.
Tevgera Sitayî ya Jinan a Sûrî her weha tekeziyê li ser girîngiya dabînkirina rêyên ewle ji penaberên jin û mêr re dike li Libnanê û daxwaza parastina wan dike ji hovîtiya rejîma Sûriyê, di sersiya rewşeke emnî û jiyanî ya pir xirab de, ki dihêle vegera wan bo Sûriyê bijardeyeke tejî metirsî be. Tevgera Sitayî ya Jinan a Sûrî her weha daxwaza destpêkirina diyalogeke niştianî Sûrî dike ji bo çareseriyeke siyasî ku ku bibe hokarê misogerkirine veguhestineke siyasî, û vegereke xwebexş a bi rûmet a koçberên jin û mêr dema ku jîngeheke ewle hebe, her weha jî wê valahiyê tejî bike ku tê tercîhkirin ji encama guhertinên mezin li navçeyê çêbibin. Tevgera Sitayî ya Jinan a Sûrî her weha tirsên xwe derdibire ku ev şerê niha bihêle hin çareserî û lihevkirin bên kirin ku xizmeta projeyên normalkirina pêwendiyan li gel rejîmê dikin ku hin Dewlet hewl didin ku wan bibin pêş ne li gorî omêdiyên gelê Sûriyê bi avakirina Dewleteke Sûrî azad û demokrat.
Komîteya Siyasî ya Tevgera Sitayî ya Jinan a Sûrî