Guhertinên Siyaseta Tirkiyê Di Derbarê Penaberên Sûrî De: Di Navbera Niştecîbûnê û Vegerê De

 

    Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve, di sala 2011ê de, Tirkiyê pêşwaziya 3.6 milyon penaberên jin û mêr ên Sûrî kir, bi sedema serkutkirina hovane ya rejîma Sûriyê li dijî gelê ku li hember wî serî hilda û alîkarî ji herdu hevalbendên xwe Rûsya û Îranê wergirt. Piraniya wan penaberan ji navçeyên bakur û bakurê rojavayê Sûriyê bûn ku cihê hin şerên herî tund ên cengê bûn, û bi sedema nêzîkbûna van navçeyên ji sînorê Tirkiyê, lewma ew bûn rê ji bo reva sivîlan ji tundûtûjî û topbarana sîstematîk.

     Di destpêka hatina wan penaberan de, Tirkiyê gelek alîkarî ji wan re pêşkêş kir, û dilê gelê Tirkiyê li ser wan penaberan bû amade bû alîkariya wan bike, hinan ji xelkê Tirkiyê malên xwe dan penaberên Sûrî û alîkariya wan di raxistina wan malan de kirin.

    Li ser asta fermî jî, hikûmeta Tirkiyê penaberên Sûrî, bi jin û mêran ve, weke mêvan hejmartin, û daxwaza vîza û belgeyên derbasbûna nav xaka Tirkiyê li wan nedikir, li gorî rêkeftinekê di navbera herdu hikûmetên Tirkiyê û Sûriyê de, lê di sala 2016ê de, Tirkiyê biryarek derkir ku divê Sûriyên ku dixwazin derbasî nav xaka Tirkiyê bibin vîzayê wergirin da ku rê li pêş derbasbûna penaberên ku ji şer direviyan bigire û asayiş û ewlehiya xwe biparêze.

   Tevî ku têgeha “Mêvan” cihê pêşwazî û dilxweşiyê ye, lê li gel têbîniyên Tirkiyê li ser rêkeftina penaberan, vê siyasetê ziyamn gihan penaberên jin û mêr ên Sûrî, ji berk u tu mafên wan ên rewa li gorî yasaya navdewletî tune bûn, her wekî mafê kar û fêrbûn û parastinê û hin mafên din.

    Di sala 2017ê de, piştî ku Heleb kete destê rejîmê de û piştî operasyona Mertala Feratê, û destpêkirina danûstandinên Astanayê bi şêweyekî fermî di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de, guhertinên bingehîn di siyaseta Tirkiyê de di derbarê Sûriyê de çêbûn, û di encamê de, çendîn desttêwerdanên serbazî yên Tirkî di navçeyên sînorî yên Sûriyê de li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê hatin kirin, bêguman pareke mezin a mijara vegerandina penaberan di hevkêşeya serbazî de hebû. 

     Hevterîb li gel bikarînasna hêza leşkerî, Tirkiyê kar kirk u polîsên serbazî li jêr fermandariya Tirkiyê dirust bike û hin nanendên din wekî navendên PTT veke. Her wiha desttêwerdan di metodên xwendinê kir û xzimanê Tirkî li bakurê rojavayê Sûriyê û Efrînê ferz kir, her wiha kirîn û firotin jî kire bi Lîreya Tirkî.

    Tevî ku hejmara penaberên sûrî yên jin û mêr ku li ba hikûmeta Tirkiyê tomarkirî ne weke penaber pir kêmtir e ji hejmara ku hikûmeta Tirkiyê radigihîne, û hejmara kesên ku alîkariyan werdigirin pir kêmtir e ji hejmara ragihandî, ji bilî ku alêkariyên ku her takek werdigire têra kirêya xaniyê wî naske, û tevî ku piraniya jinên Sûrî yên penaber kar dikin bêyî ku li ba hikûmeta Tirkiyê tomarkirî bin, ji ber ku ew ji mafê kar bêpar in, lewra karê wan bi şêweyekî xirab tê bikarînan, dîsa gotara ku hikûmeta Tirkiyê bi kar tine dikarîbû bihêle ku hêrsa xelkê li şûna ku li dijî hikûmetê bibe bibe li dijî penaberan, û êdî daxwazên dersînorkirina wan zêde dibin, û gotara rik û kînê û kiryarên regezperest li dijî wan zêde dibe. Ji bedbextiya penaberên jin û mêr ên sûrî  bûye ku ev kampîna dijatiya sûriyan di dema hilbijartinan de hat, lewma jin û mêrên sûrî bûne nêçîra nakokî û milmilaniya siyasî ya aliyên rikaberên hev, û programên wan ên hilbijartinê li ser bingeha daxwazên vegerandina penaberan bo Sûriyê hatibûn amadekirin. Lewma ew weke amûr û destik hatin bikarînan ji bo wergirtina piştevaniya dengderan. Di van salên dawiyê de, li Tirkiyê enflasyoneke mezin çêbû, ku bandoreke mezin li aborî û cîgîriya wî welatî kir. Û li gel zêdebûna tirsên aborî û guvaşên civakî, tiştekî hêsan bû ku babeta penaberên jin û mêr ên sûrî weke amûreke siyasî bê bikaînan ji bo arastekirina hêrsa gelêrî li dijî wan û tohmetbarkirina wan bi birina derfetên kar û dahatan.

    Tevî wiha jî, girîng e em bizanin rewş pir aloztir e, ji berk u gelek lêkolînên amaje bi wê yekê dikin ku dibe penaberên jin û mêr bandoreke erênî li ser aboriya welatê mêvandar bikin di dema dirêj de. Ji berk u ew beşdar bûn di çalakiya aborî û bihêzkirina geşepêdana hin sektorên aborî de, lê ev yek tiştekî ji rastiya ku dibe guvaşên aborî û civakî li ser welatê mêvandar mezin bin naguhêre, bi taybetî jî dema ku hejmara penaberên jin û mêr pir be û dema penaberiya wan jî dirêj be.

    Fişarên Tirkiyê bo ser penaberên jin û mêr ên sûrî zêde bûn piştî nêzîkbûna tirkî – sûrî bi sponseriya Rûsya û Îranê, û vebûna deriyên navherêmî û erebî bi heman arasteyê de wekî pêngavekê ku hinek alî wê weke beşek ji pêşinyara şandeyê navdewletî Pedersen “ gavek li beramber gavekê ” hesab dikin, ku rejîmê yek gav jî di vê çarçoveyê de neavêtiye, bel ku rijd bûye li ser “ gotara serkeftinê ” û pêşveçûnê û jinavbirina “ komployê ” li dijî Sûriyê, êdî diyardeya youtuberan belav bû ku li cade û kolanên Şamê yên “ aram ” dimeşin û cihên wê yên balkêş nîşan didin, û li gel welatiyan di cadeyan de li ser jiyana wan a taybet û çîrokên dûr ji rastiya rewşa jiyana rojane diaxivin, û çavên xwe li ser kirîza rasteqîne ya jiyana welatiyan li wan navçeyan digirin. Ew behsa rêbendên leşkerî yên xelkê digirin nakirinm û ne jî behsa xirabiya xizmetguzariyên sereke û rewşa jiyanê dikin, û ne jî behsa kirîza aborî yak u wê dijîn nakin, ev ji bilî şerên ku milîs her roj û ya din dikin di çarçoveya milmilaniya li ser qaçaxiya bi madeyên hişbir an jî sûtemeniyê. Vê yekê hiştiye ku Sûriyê weke welatekî aram û hemin ji bo jiyanê bê nîşandan û her wiha hiştiya ku hêrsa penaberên jin û mêr zêde bibe ji ber ku ew ji wan navçeyan koçber bûne û çûne hin welatan ku ew bi xwe di nav kirîzên aborî de dijîn da ku rikaberiyê bi gelên wan  welatan re bikin li ser dahat û pêdawîstiyên jiyanê.

   Ji sala 2019ê ve, Tirkiyê hewl da navçeyeke aram li ser sînorê xwe dirust bike, ji bo vehewandina penaberan, armanc ji dirustkirina wê navçeyê îzolekirina şerîta sînorî ya Sûriyê li gel wê bûye û parastina ewlehiya wê ya neteweyî bûye, lê tişta bale dikişîne ew e ku ew penaberên jin û mêr ên ku hatine vegerandin, ji bo bakurê rojavayê Sûriyê hatine vegerandin, wate ew navçeya ku Tirkiyê plan dikir ku bibe navçeyeke aram, tişta ku dihêle guhertina demografîk dutaq bibe, û nahêle ku welatiyên resen vegerin navçeyên xwe, ev yek jî tirsa ji hewlên hikûmeta niha ji bo guhertina demografîk li ser şerîta sînmorî ya tirkî – sûrî tekez dike, û qonaxa paş çareseriya siyasî aloz dike û nakokî û dijberiyan di siberoja Sûriyê de didomîne.

    Di nav kelkela van hemû bûyeran de, û hemû karesatên ku diqewimin de, pişka herî mezin ji bandoran ber bi jinan dikeve, û tevî zehmetiyên jiyanê yên ku jin derdê wan li welatên penaberiyê dikişînin, wekî jidestdana malxwê û tunebûna yasayên ku mafê perwerde û karê layiq ji wan re bedrest bikin û wan ji tundûtûjiyê û bikarînana seksî ya xirab û zewaca zû biparêzin, ew di pêvajoya dersînorkirinê de rastî gelek metirsiyan tên, ji berk u rêgirî li wan tê kirin ku pêwendiyê bi kesûkarên xwe re bikin û cihê hecizkirina xwe ji wan re aşkere bikin, û zanyarî jî di derbarê nîrên cihê hecizkirinê de nayên dayin, ji bilî hebûna hin jinên dersînorkirî ku malbatên wan li Tirkiyê hene, û ew têne derkirin bêyî ku ev yek li ber çavan bê girtin, lewma ew ji malbatên xwe têne cudakirin û di nav xaka Sûriyê de têne hiştin bêyî hîç nîşanekê yan jî agahdariya kesûkarên we, êdî ew rastî metirsiya destdirêjiya seksî yan jî bukarînana xerab tên, û ev yek jî  wan hîn bêhtir lawaz û bêtaqet dike. 

    Em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî pir hest bi diltengî û tirsê dikin derbarê çarenivîsa dehên hezaran ji penaberên sûrî yên jin û mêr li ser xaka Tirkiyê, li hember binpêkirinên beloq ji mafên herî seretayî û sade yên penaberên jin û mêr ku garabntîkirî ne li gorî rêkeftin û dab û nerîtên navdewletî. Ew tên girtin û pêwendiya wan li gel kesûkarên wan tê qedexekirin û ji wan tê xwestin ku li ser vegera xwebexşane îmze bikin li jêr guvaş û gefê, ev yek jî dihêle ku ti pêwendî di nav tişta dibe û vegera xwebexşane ya ewle û birûmet ji bo cihên niştecîbûna wan ên resen nebe,  ne ku ji bo herêmên ku berê ji nişteciyên wan hatine valakirin nebe. 

   Em tekeziyê li ser helwesta xwe dikin ku divê vegerandina penaberên sûrî girêdayî mercê çareseriya siyasî be û li ser bingeha cîbicîkirina biryara 2254 be, û dabînkirina jîngeheke aram û bêalî be ji bo vegereke xwebexşane û birûmet a penaberên jin û mêr ên sûrî ji bo navçeyên wan ên resen, her wiha em tekeziyê li ser girîngiya pabendbûna dewletên ku normalkirina pêwendiyan bi rejîmê re red dikin û vedîtina mîkanîzmayekê ji bo guvaşê bo ser rejîmê ji bo pêşveçûnê di prosesa siyasî de ji bo pêkanîna aştî û aramiya domdar li Sûriyê.

 

    Her wiha em van daxwazên li jêr li hikûmeta Tirkiyê dikin: 

– Ragirtina dersînorkiorina zorane ya penaberên sûrî ji bo navçeyên ku aloziyên emnî yan dijberiyên leşkerî li wan hene, her wiha divê her derkirinek xwebexşane be û piştî dabînkirina zanyariyên temam ji bo aliyên pêwendîdar û piştrastbûn ji wê yekê be ku wan biryarên rast dane.

– Liberçavgirtina rewşa jinan û dabînkirina jîngeha hemin û yasayên ku wan biparêzin û bikaribin pênayî wan bibin eger rastî tundûtûjiyê û metirsiyan hatin.

– Karkirin ji bo başkirina rewşa jiyana penaberên jin û mêr, di nav de jî dabînkirina derfetên kar ên baştir û perwerde û guhdana tendirustî.

– Dabînkieina siyasetên têkilkirina penaberên jin û mêr bo aboriya xwecihî û bihêzkirina pêkvejiyana aştiyane di navbera civaka xwecihî û penaberan de.

– Hewlên cidî û himbiz bên dayin ji bo rûbirûbûna her şêweyekî ji gotara rik û kîndariyê yan jî têvedana li dijî penaberan, û pêkînana dadmendiyê di haletên tundûtûjî yan jî cudkariyê li dijî wan.

– Karkirin li gel civaka navdewletî ji bo reftarkirinê li gel karesata Sûriyê û bandora wê li ser penaberan li Tirkiyê. 

– Birina guvaşê bo ser rejîma Sûriyê û dabînkirina çareseriyeke siyasî ji bo kirîza li Sûriyê, ku dadmendî û wekheviyê peyda bike û vegera aram û xwebexşane ya penaberên sûrî garantî bike.

 

Komîteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî