Nakokiyên li Ser Herêmê… Sûriyê Ber bi ku ve Diçe?
- updated: November 8, 2024
- |
Nakokiya li herêmê bidijwarî berdewam dike, bêyî ku tu nîşan hebin ku dê nêzîk bidawî bibe an raweste. Di dema ku Îsraîl wek hêzeke serdest xuya dike, ew şerê xwe yê tunekirinê li dijî gelê Filistînê li Xezayê û Şerîeya Rojava didomîne û dengê rastgirên tundrew ji bo ji nû ve dagirkirina erda filistîniyan li Şerîeya Rojava û Xezayê bilind dibe, û ji bo ku destê niştecih û leşkerên xwe berde da ku binpêkirinan bi rengekî hovane û eşkere bikin û tu yasayên navdewletî, qanûn û peymanan nas nake. Ji bo sûdwergirtina ji firsendeke ku ev demeke dirêj e bi dest neketiye. Îro ew ne li derveyî çarçoveya kontrolê ye , berovajî vê yekê, ew piştgiriyek bê şert û merc distîne, çi medyayî, çi leşkerî be. Ne tenê ji sponsorê wê Amerîka, lê her weha ji gelek welatên Ewropî yên ku qanûnên xwe yên neteweyî guhertin da ku li gorî hewcedariyên dewleta berfirehker û dagîrker li herêmê.
Bi berfirehkirina qada şer heta Lubnanê, ku ew jî bûye dewleteke ku serweriya wê tê binpêkirin, xuya ye ku armanca vî şerî ji tunekirina Hizbullahê wêdetir e, piştî hemû êrîşên wêranker û kuştinên armanckirî yên ku rêberên rêzên yekem, duyem û sêyem ji Hizbullah û alîgirên wê kirin armanc, her wiha stokên çekan yên di destê wî de. Armanca şer ji derxistina Hizbullahê ji sînorê bakur û dûrxistina wî ji bo pişt çemê Lîtanî, derbas bûye, ku Îsraîl dixwaze başûrê Lubnanê bibe herêmek bê nifûs piştî ku gund û bajarokên wê wêran bike. Her wiha diyare çareseriya ku bi vegerandina aktîvkirina biryara 1701 ya hatî pêşkeş kirin ji bo ku were sepandin, pêdiviya wê bi mehên dirêj ji wêrankirin, koçberkirin û kuştinê heye, û dibe ku ne li gorî ajandayên makîneya şer a Israelî be.
Ji aliyekî din ve, piştî bendewariyê li awayê bersivdana Îsraîlê ya li ser êrîşa Îranê, diyar bû ku bersiva Îsraîlê weke ku hemaheng bû, ji wê zêdetir jî weke ku lihevhatinek li ser awayê wê bersivê hebû. Ev yek piştî bangên Amerîka û yên navdewletî hat da ku şer zêdetir berfireh nebe. Ma gelo bi rastî Îsraîl ketibû bin bandora van zextan de, ku êrîşa xwe li gorî wê yêkê daye Îranê? Tevî hewildana Îranê ji ji bo sînordarkirina xisarên xwe û asta ziyanên ser xwe, lê diyar bû ku armanca wan êrîşan sînordarkirina şiyanên serbazî yên Îranê bû, bi taybetî di warê berhemanîna mûşekên dûravêj de, di demekê de ku ev êrîş ji deverên berhemanîn û hinardekirina petrolê dûr bûn. Li gel vê jî xuya nake ku ev dosya hatiye girtin û bi dawî bûye. Ji ber ku şerê medyayî, bangên ji bo bersivdayîn, bertek û nîşandana hêzê di navbera her du aliyan de hê jî berdewamin.
Ji bo rewşa Sûriyayê, diyare ku rewş aloztir dibe, çimkî ew wextê ku wek rawestaneke dirêj xuya bûye û tê de rejîma Sûriyê serketî derket hatiye xuyakirin, û her welatekî hewl dida ku wê careke din qebûl bike û pêwendiyan bi wê re normalîze bike, diyare ku ew qonax bi dawî bûye,û Sûriye ketiye qonaxeke nû û gurbûnek pir zêde ku çarenivîsa wê ne diyar e:
- Bi sedema gurbûna şerê Îsraîlê li dijî Hizbullah û Îranê, Sûriyê bûye qada rûbirûbûna di navbera her du aliyan de, nemaze piştî operasyona Tofana El-Eqsayê di 7ê Cotmeha 2023an de, operasyonên Îsraîlê li nav Sûriyê li dijî armancên Îranî û bargehên girêdayî Hizbullahê zêde bûne. Her wiha operasyonên kuştinê jî li ser xaka Sûriyê zêde bûne, ku êdî qurbaniyên sivîl û armanckirina deverên niştecihbûnê yên qerebalix li ber çavan nayê girtin. Bi taybetî piştî berfirehbûna şerê Îsraîlê li ser Lubnanê û deverên kumbûna Hizbullahê, xaka Sûriyê bitevahî bûye herêmek nû ji bû bicihbûna serkirde û endamên Hizbullahê, ji bilî serkirdeyên Îranî, yên ketine çarçoveya armanckirina nû ya Îsraîlê, ku bi rêya operasyonên kuştinê yên taybet li deverên Şamê pêk hatin. Her wiha çend herêmên din ên Sûriyê jî ji ber ku depoyên çekan in, bûne herêmin armanc, weke êrîşa ku depoyê çekan ya li nêzî Balafirgeha Hmeymim a Laziqiyê kiribû armanc, yan jî êrîşa dawî ya li Siweyda ku cihên depokirina çekan kiribû armanc. Li gorî amaran, tenê di sala borî de zêdetirî 100 êrîşên Îsraîlê li ser navçeyên curbicur ên Sûriyê hatine kirin.
- Derbasbûna hêzên Îsraîlî bo nav xaka Sûriyê ji aliyê Quneytira û Golana Sûriyî ve, ku piştî rakirina dorpêça sînorî di nav xaka Sûriyê de, hêzên Îsraîlî xwe ji nû ve li wir bicih kirin, û Îsraîl vê yekê bi pêwîstiya xweparastinê li hember êrîşên Îranê û milîsên girêdayî wê çi Hizbullah û çi Hêzên Heşd el-Şabî rewa dike.
- Di heman çarçoveyê de, em destwerdanên rasterast ya Îsraîl dibînin, mîna operasyona li herêma Misyafê pêk hatî, û revandina welatiyekî Sûrî bi destwerdanek bejayî li Quneytrayê bi behaneya danûstandinên wî ligel Pasdarên Şoreşa Îranê .
- di dema ku rewş li herêmên bakurê Sûriy ne baştir bû, ji ber ku êrîşên Rûsiya û Rejîmê li ser bakur-rojavayê Sûriyê gur bûne, di heman demê de alozî di navbera girûpên li herêmê zêde bûye. Her wiha êrîşên Tirkiyê yên li ser bakurê rojhilatê Sûriyê jî binesaziya herêmê kirin armanc, piştî operasyona ku Partiya Karkerên Kurdistanê ya li Enqerê li xwe girtibû. Ji bilî aloziyên berdewam ên girêdayî hebûna Îranê li navçeyê, û ev yek jî bûye sedema zêdebûna êrîşên DAIŞê li ser herêmê, ji ber ku DAIŞ ji şert û mercên aloz ên navçeyê sûd werdigire ji bo vegerandina çalakî û berfirehkirina xwe.
Rewşa herêmê bi giştî û ya Sûriyê bi taybetî tu carî li vê astê nediyar û nezelal nebûye. Mixabin, her tişt li radestî pêşbînîyan û texman bûye , û bêtir bi hêzên herêmî û navdewletî ve girêdayî ye, ne ku girêdayî jin û mêrên Sûryê bixwe ye. Ma gelo tundiya rûbirûbûna Îran û Îsraîlê dê zêdetir û gurtir bibe? Gelo rejîma Sûriyê dê neçar bibe ku ji bêdengiya xwe ya kerr derbarê binpêkirinên mezin ên li ser xaka wê diqewimin derkeve? Û dê hin gavan bavêje ji bo ku mayîn û desthilata xwe li herêmên xwe misoger bike, û xwe radestî têvedana Rûsiya û welatên Kendavê û li pişt wan Îsraîlê bike, û bi vî awayî xwe ji Îranê veqetîne û pêngavin rasteqîn li dijî Hizbullah û dosya Captagon bavêje. Nemaze ku tê pêşbînîkirin ku hêza Hizbullah dê derbasî Sûriyê bibe, û bi vî rengî xaka Sûriyê dê bibe qada şerekî pêkan di navbera Îran û Îsraîlê de?
Gelo rewşa niha dê bibe alîkar ji bo destwerdaneke berfireh ji aliyê Tirkiyê ve di nav axa Sûriyê de û pêvekirina deverên din ên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de bo deverên Artêşa Niştimanî û bi vî awayî têkeve bin kontrola Tirkiyê de? Nemaze ku axaftinên Tirkiyê li ser asayîkirina pêwendiyan bi rejîmê re bi dawî hatin, bi gotina ku rejîm ji vê re ne amade ye, û rewşa herêmê di gurbûnek leşkerî ya bêmînak de ye?
Di dawiyê de, gelo em ê tu veguherînên girîng ên girêdayî bi desthilatdariya Trump re li Dewletên Yekbûyî bibînin? Di dema ku Trump bi piştgiriya xwe ya bê şert û merc ji Îsraîlê re û wêrekiya xwe ya girtina biryarên ku berê Amerîka negirtibû, tê naskirin, wek mînak veguhestina balyozxaneya Amerîkî bo Qudsê?
Ev tişt hemû û hîn bêtir herêmê û Sûriyê dixin rewşeke germtir ku şêniyên herêmê, jin û mêr, bedelên herî giran didin. Zêdebûna hejmara jin û mêrên aware û penaber, çi Sûrî bin, çi Lubnanî, û çi Filistînî bin. Vêce rewş dê çawa be di dema ku zivistan nêzîk dibe û êdî em dest bi bihîstina dengên behsa pêwîstiyên mezin ên rûbirûbûna zivistanê dikin, di nav tevlihevî û nakokiyan di biryar û berjewendiyên navdewletî û yên herêmî de ku kes nizane dê rewş ber bi ku ve here.
Em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, di wê baweriyê de ne ku divê civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî tedbîrên pêwîst bistînin ji bo misogerkirina cîbicîkirina biryarên navdewletî yên ku herêmê aramtir û ewletir dike, çi biryara 2254 û hemû biryarên navdewletî yên pêwendîdar, bi taybetî biryara 2118 û Daxuyaniya Cenevreyê, yan biryara 1701 ya taybet bi Lubnanê, û biryara çareseriya du dewletan ya derbarê Filistînê. Ji ber ku gelên me gelek êş kişandine û heta niha jî berdêlên giran didin, eger aramî pêk neyê û welatên herî bi hêz û yên li derveyî kontrolê yên herêmê, çi Îran û çi Îsraîl neyên sînordarkirin, em ê bi dehên salan jî nebin xwedî paşerojeke ewle.
Desteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê