Rewşa Jiyanê li ber Bayê Salekê ji Guhertinê
- updated: December 17, 2025
- |
Rewşa jiyana welatiyên Sûriyê piştî rûxandina rejîma Beşar Esed, di dawiya sala yekem a desthilatdariya demkî de, bi pêlên giranbûnê re rûbirû maye. Ev yek ligel pêknehatina aramî û ewlehiya ku bi rûxandina rejîma dîktatorî re hatibû dayîn, pêk tê. Di heman demê de navnîşana terorê ji ser kesayetiyên siyasî yên di desthilatdariya nû de hatiye rakirin, Kongresa Amerîkî biryara xwe ya bidawîkirina Yasaya Qeyser daye û hewldana vegera Sûriyan bo jiyana xwe ya asayî mîna gelên din ên cîhanê heye.
Buhabûna ku hertim nû dibe:
Hikûmeta nû ya Sûriyê vedigere heman siyasetên aborî yên Beşar Esed. Tevî hemû axaftinên wê yên derbarê fînansekirin û veberhênana ku dê were welat û baştirkirina dahata welatiyên Sûriyê di bin sîwana desthilatdariya nû de, lê di yekem ezmûna xwe ya pratîkî de vegeriya siyasetên hikûmetên Beşar Esed. Hikûmetê ragihand ku bihayê kehrebeyê heta 60 qatî bilind kiriye, ku beşa yekem heta 300 kîlowatan ji bo her du mehan carekê, bi qasî du ji sêyan ji lêçûna hilberîna wê tê piştgirîkirin. Bihayê kîlowatekê gihiştiye 600 lîreyên Sûriyê, ku dike 5 sent. Beşa duyem ku ji 300 kîlowatan zêdetir e, bihayê kîlowatekê 1400 lîre ye, ku dike 13 sent û dewlet beşek ji lêçûna hilberînê li ser xwe digire. Lê di rastiyê de, gelek pispor tekez dikin ku biryara bilindkirina bihayan bi temamî rakirina piştgiriyê ji ser piraniya welatiyan e, ji ber ku beşa yekem a ku hikûmetê ragihandiye ku ji bo “xwedî dahatên sînordar” e, beşeke texmînkirî ye.
Beşa sêyem ku ji qutkirinê efûkirî ne (saziyên hikûmetê – şîrket – kargeh) ku 24 saetan hewceyê kehrebeyê ne, dê bihayê yek kîlowatê 1,700 lîreyên Sûriyê be, ku dike 13 sent. Beşa çarem ku kargeh û febrîqeyên ku kehrebeyê zêde bikar tînin (wek kargehên helandina hesin û hwd.) dê bihayê yek kîlowatê 1800 lîreyên Sûriyê be, ku dike 15 sent.
Karvedanên rasterast li gelek bajarên Sûriyê derketin û ya herî berbelav û diyar xwepêşandana bajarê Selemiyê bû, dema ku xwepêşandanên Şam û bajarên din tekez kirin ku çînên gelêrî yên Sûriyê nikarin encamên biryareke wiha hilgirin, ji ber ku ew piraniya zêdebûna mûçeyên ku piştî rûxandina rejîma berê bi dest xistibûn, dadiqurtîne.
Herwiha, biryara şîrketa pêwendiyan Syriatel ya zêdekirina bihayên baqeyan bû sedema nerazîbûn û hêrsa gelek beşên welatiyên Sûriyê. Bikarhêner bi bilindbûneke nedîtî şaş man, bêyî ku tu başbûnek di xizmeta ku şîrket pêşkêşî wan dike de çêbibe. Bihayên baqeyan bi awayekî hatin sererastkirin ku cûdahiyeke mezin di navbera bihayên berê û yên nû de nîşan dide. Baqeya heftane ya ku tê de 200 deqe, 200 peyam û 3 GB înternet hebû, bi 12 hezar lîreyan tê firotin, piştî ku berê tenê 2 hezar lîre bû. Bihayê yek ji baqeyên mehane yên herî mezin ku 800 deqe, 800 peyam û 75 GB înternet dide, gihiştiye 300 hezar lîreyî. Şîrketê qebareya daneyan di baqeyan de kêm kir û heman biha hişt. Baqeya mehane ya 10 GB ku bi 25 hezar lîreyan dihat firotin, niha bi heman bihayî tenê 1,5 GB dide. Ev yek bilindbûneke rastîn a bihayê ye û kêmbûna nirxa ku ji bikarhêner re tê pêşkêşkirin nîşan dide. Herwiha, şîrketê baqeyên rojane yên ku xwendekar û kesên dahata wan sînordar xwe dispêrin wan, betal kirin. Buhayê wan ji 500 lîreyî derbas nedibû. Lê îro, vebijarka heftane bi 12 hezar lîreyî û ya rojane bi 6 hezar lîreyî tê firotin, ku tê wê wateyê ku bikarhêner mehane hewceyê nêzîkî 180 hezar lîreyî ye da ku pêwendiya înternetê misoger bike.
Dema ku mirov rewşa xizmetgên gihandinê yên Sûriyê bi welatên Erebî re berawird dike, di warê kalîteya gihandinê de ji aliyê buha û lezê ve şokeke mezin derdikeve holê. Em dibînin ku Sûriye di nav welatên Erebî de xwedî leza herî kêm a înternetê ye (3,31 megabayt/çirke) û di heman demê de xwedî buhaya herî bilind a megabaytê ye (8 dolar). Ev tê wê wateyê ku bikarhênerê Sûrî ji bo xizmeta herî xirab buhaya herî bilind dide, ku ji aliyê kalîteyê ve ya herî lawaz e.
Wezareta Gihandinê, di daxuyaniyeke xwe ya fermî de eşkere kir ku her du kompanî “taybet û ji aliyê darayî û rêveberiyê ve serbixwe ne”. Ev yek bi rewşa rastî ya her du kompaniyan re nagunce, ku her sal qezencên mezin radigihînin û welatiyê Sûrî ew e ku van qezencan dide van her du kompaniyan, li hember xizmetên kêm û lawaz ên ku ew pêşkêş dikin. Kompaniya Syriatelê tenê ji bo nîvê yekem ê sala 2025an qezenca xwe ya safî bi 489 milyar lîreyên Sûrî ragihand. Herwiha dabeşkirina qezenca diravî li ser pişikdarên xwe bi rêjeyeke sosret ku gihîşt (8,840%) ragihand. Li aliyekî din, kompaniya MTN Sûriyê di heman heyamê de 114 milyar lîreyên Sûrî qezenca safî bi dest xistiye.
Ev hejmar hincetên kompaniyan ên derbarê bilindbûna lêçûnên operasyonel û pêdiviya bi pereyê biyanî dixin bin gumanê û nakokiya eşkere ya di navbera daxuyaniya “kêmasiyê” û hejmarên “zêdebûnê” de yên di daneyên darayî yên weşandî yên her du kompaniyan de aşkera dikin.
Rewşa heyî ya sektora gihandinê li Sûriyê krîza rêveberiyê û dadweriya civakî nîşan dide. Herwiha nakokiya di navbera qezencên bi milyaran ên her du kompaniyan û zehmetiyên welatiyan de ku ji ber bihayên giran û xizmeta xirab dikişînin, ligel nebûna bibandorbûn û pêşbaziya adilane, eşkere dike. Ev yek çerxeke xirab diafirîne ku civakê ber bi zêdetir îzolebûn û paşguhkirinê ve dibe. Çareseriya bingehîn pêwîstî bi îradeyeke siyasî ya rasteqîn heye ji bo ji nû ve avakirina sektorê, sepandina çavdêriyeke tund li ser buhayan û şikandina qorixkariya her du kompaniyan, da ku mafê her welatiyekî ji bo gihîştina xizmeteke gihandinê ya adilane û bi bihayên maqûl misoger bibe.
Tovê genim û nan jî:
Di 27ê Mijdara îsal de Wezareta Çandiniyê nirxê tonek tovê genim bi (500 dolar) diyar kir. Rojnameya Qasiyûn a hejmara (1254) ya di 1ê Kanûna Pêşîn a 2025an de, ku ji aliyê Partiya Îradeya Gel ve tê weşandin, ragihand ku tonek tov ji bo çandina 33 doniman bes e. Ango lêçûna tov ji bo donimekê nêzîkî 15 dolaran e. Dibe ku ev hejmar sade xuya bike, lê her tiştê derdora wê ji ber buhabûnê diteqe. Cotkar ji bo donimekê nêzîkî 10 dolaran ji bo ajotinê, derdora 9 dolaran ji bo keda tovavêtinê û herî kêm 40 dolaran jî ji bo semadê dide.
Yanî berî ku donim bê avdan, derman lê bê reşandin, giya jê bê paqijkirin û berî ku em ti karesateke xwezayî an kêmbûna baranê texmîn bikin, donimek herî kêm nêzîkî 75 dolaran lêçûn heye. Ev hejmar tenê sînorê herî kêm ê ser kaxezê ye. Lê cotkar tekez dikin ku lêçûna rastî bi avdan, dermanên kêzikan, çareserî û paqijkirina giyayê re di navbera 90 û 100 dolarî de ye ji bo her donimekê, û dibe ku bi her rewşeke awarte ya biçûk re bi hêsanî bilind bibe.
Karesata mezin ew e ku eger demsal baş be û navînî 400 kg ji donimekê bê wergirtin, ev tê wê wateyê ku dahata donimekê tenê 160 dolar e. Ji ber ku Wezareta Çandiniyê genim her tonek genim bi (400 dolarî) werdigire, ango kêmtir ji bihayê tov bi xwe û kêmtir ji devera çandiniyê.
Ji aliyekî din ve, Saziya Giştî ya Nanpêjxaneyan guhertina taybetmendiyên pakêta nanê piştevanîkirî ragihand, ku buha wek xwe li ser (4000) lîreyên Sûrî dimîne, lê giraniya giştî bûye (1,2 kg) û hejmara nanan ji 12an daketiye 10an û tîreya nan jî bi 33 cm hatiye diyarkirin.
Kêmkirina hejmara nanan li hemberî parastina kîloya wê, bi awayekî pratîkî tê wateya ku nanek bûye mezintir û girantir “nêzîkî 120 graman li şûna 100 gramên berê”, ango armanca biryarê ne kêmkirina rasterast a piştevaniyê ye, belkî bilindkirina kalîteya berhemê û başkirina şêweyê nan e ku di mehên borî de ji aliyê stûrbûn û tamê ve paş de çûbû.
Ango welatiyê/a Sûrî ji biçûkbûna nan û xirabiya kalîteya wê dinalîne. Nan pûç e û zû hûr dibe û ligel lawaziya çavdêriyê û cudahiya karê nanpêjxaneyan, talankirina nan ji qada nirxê derbasî talankirina giranî û taybetmendiyan bûye.
Li gorî dema rejîma Beşar Esed, kêmtirîn mûçe (278,910 lîreyên Sûrî) bû ku li gorî nirxê wê demê yê pereyan kêmtir ji 20 dolaran bû. Lê Serok Ehmed El Şeraa, meha Hezîrana borî bi biryarnameyekê mûçeyên karmend û xanenişînan bi rêjeya 200% zêde kir û li gorî wê kêmtirîn mûçe bû 750 hezar lîreyên Sûrî ku dike 60 dolar.
Di warê teorîk de, malbateke Sûrî ya ji pênc kesan pêk tê, di dema rejîma berê de mehane nêzîkî 70 pakêtên nan hewce dikir, ku bihayê wan nêzîkî 35 hezar lîre bû. Lê niha bihayê wan nêzîkî 280 hezar lîre ye. Ango di dema rejîma berê de, bihayê nan ji bo malbateke ku kêmtirîn mûçe werdigirt, kêmtir ji çaryeka dahata wê ya mehane bû, lê niha nêzîkî (40%) ji dahata wê ya mehane ye.
Divê bê zanîn ku biryara kêmkirina bihayê sotemeniyê di meha borî de bi awayekî eşkere bandor li jiyana welatiyê/a Sûrî kir, ji ber ku heqdestê veguhestinê li paytext Şamê heta sêyeka nirxê xwe daket. Herwiha piştî rûxandina rejîma Beşar Esed, nirxê kelûpelên serfkaran jî daket û di hinek kelûpelan de rêje gihişte (50%) ji ber vebûna bazaran li ser hev û dûrî astengî, pasevanî û şebîheyên ku ji aliyê baregehên Firqeya Çaremîn a Mahir Esed ve dihatin kirin.
Herwiha ligel vebûna ku li welat çêbûye, gelek kelûpelên ji welatên cîran bi nirxekî gelekî kêmtir ji nirxê madeyên bazara navxweyî derbas bûn. Li gorî amarên navneteweyî, Sûriye ji rêjeyên bilind ên hejariyê dinale, ji ber ku zêdetirî (90%) ji xelkê di bin sînorê hejariyê de dijîn û hejariya tund gihiştiye (66%), di heman demê de rêjeya bêkariyê (25%) e û nêzîkî (75%) ji welatiyan pişta xwe bi alîkariyên mirovî girêdidin. Li gorî amarên Bernameya Xwarinê ya Cîhanî, nêzîkî 12 milyon Sûrî bi kêmbûna ewlehiya xwarinê re rû bi rû ne.
Bilindkirina bihayê kehrebe, pêwendî û tovan, pêbendbûna bi şertên veberhênerên ku dixwazin derbasî van sektotan bibin e, ji bo ku dahata veberhênanên xwe misoger bikin. Rêveberê Cîbicîkar ê şirketa Amerîkî Argent ya gaza şil a siruştî, Jonathan Bass, ragihand ku şirketa wî dê bi hevkariya şîrketên Amerîkî Baker Hughes û Hunt Energy re, ji bo ji nû ve destpêkirina sektora petrol, gaz û hilberîna kehrebeyê li Sûriyê, li ser planeke berfireh bixebite.
Bi sed hezaran malbatên Sûrî nikarin bi nirxên nû fatûreyên kehrebe û înternetê bidin, heya ku hikûmeta niha biryara xwe neguherîne û bi awayekî gav bi gav û hevdem ligel zêdebûna mûçe û başbûna rewşa aborî û jiyana welatiyên Sûrî, wan nirxan zêde neke. Herwiha hemû biryarên aborî yên hikûmeta Sûriyê û daxuyaniyên berpirsên wê, tekezî li ser mijara dadweriya civakî di siyaseta nû ya aborî de dikin ku ev yek ji bo dewlet û civakê mijareke bingehîn e.
Tevî pêşketina hikûmetê û serkeftina wê di dîplomasiya derve de û hewldana wê ya ji bo kişandina veberhêneran, ew girîngiya pêwîst nade dadweriya civakî û pêdiviyên welatiyan. Ew dikare heta ku rewşa aborî baş bibe, çareseriyên demkî peyda bike, ji ber ku lêçûna xebitandinê ya ku hikûmet ji bo hilberîna kîlowat-saetekê hewce dike, gelekî kêmtir e ji ya ku hikûmetê ragihandiye.
Em, weke Tevgera Siyasî ya Jinên Sûrî, piştgiriya wan çînên paşguhxistî yên gelê xwe yê Sûriyê dikin ku biryara bilindkirina nirxan dê wan bêtir ber bi hejarî, talankirina birêkûpêk û feqîriyeke dijwar ve bibe, nemaze bi zêdebûna hejmara jinên karker ji ber zextên rewşa jiyanê, û mayîna para wan a aborî ya herî biçûk di nav civak û malbatê de, û berdewamiya girêdana wan bi mêran re, ku ev yek ji ber nebûna hevparî û beşdariyê di asta malbat û civakê de, êşeke ducar li ser wan ferz dike.
Komîteya Siyasî
Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê