Vegera Sûriyê bo Komkara Erebî: Guhertinên siyaseta navherêmî û bandora wan li ser kirîza Sûriyê

 

Dema ku bûyer li Sûriyê gurr bûn di sala 2011an de, Welatên Erebî, û bi taybetî Welatên Kendavê, bi hişyarî çavdêrî kirin, lê zû tevlî kampa opozisyona ku dixwest rejîma Beşar el-Esed jinav bibin bûn. Welatên Kendavê ne tenê endamtiya Sûriyê di Komkara Erebî de cemidandin û pêwendî li gel Beşar el-Esed qut kirin, lê pêşveçûna bûyeran wekî derfet dîtin ji bo desttêwerdana serbazî û xistina rejîma wî û pêkînana berjewendiyên xwe yên siyasî û stratejîk li herêmê. Wan welatan dest bi pêşkêşkirina alîkariyê kir ji bo çend grûpên opozisyona çekdar, her wiha piştevaniya opzisyona siyasî kir û guvaşa siyasî û dîplomatîk zêde kirin ji bo guhertina rejîma Sûriyê. Ev helwest li ser du faktorên sereke dihat avakirî bû: Rejîma Sûriyê tundûtûjiya tayifî dikir û hevbendiyeke wê ya bihêz li gel Îranê hebû, ku ev yek jî dibû gef li ser cîgîrî û aramiya Welatên Kendavê. Ji lewre van welatan kirîza Sûriyê wekî derfetekê ji bo xwe dîtin da ku rikêfa Îranê têk bidin di rêya jinavbirina rejîma Esed.

Piştî « Serkeftina » serbazî ya ku rejîma Sûriyê bidest xist bi piştevaniya Îran û Rûsyayê di sala 2018an de, Welatên Erebî di derbarê Sûriyê de li ser du beşan dabeş bûn, hin welatan xwestin ku rewşa heyî qebûl bikin û li gel Beşar el-Esed lihev bên, û hin welatên din xwestin guvaşa siyasî û dîplomatîk ji bo guhertina rejîmê bidomînin. Îmarat û Behreyn pêwendiyên xwe li gel Beşar vegerandin, di demekê de ku Siûdiyê li ser helwesta xwe ya hişk ma. Vê dawiyê, hin nîşan derketin ku guhertinekê di helwesta Siûdiyê de diyar dikin û hin gavên rêxweşker ji bo vegerandina pêwendiyên Siûdiyê û Sûriyê hatin avêtin. Tevî nerazîbûna Qeter, Kuweyt, Mexrib û Yemenê ji vê vegerê bi sedemên cuda, di nav de ji ber ku Şamê tu rêkar ne girtine ber ku bibin hokerê asayîkirina rewşa rejîmê. Lê tevî wiha jî ew nebûn rêkir li pêş vegera Sûriyê bo Komkara Erebî.

Piştî derbasbûna 12 salan di ser şerê xwînayî li Sûriyê ku bûye sedema kuştina bi sedhezarên kesan, û derbiderbûna bi milyonan jin û zilamên Sûrî, û dabeşbûna xaka Sûriyê di navbera desthilatên nakok de, û tevî tohmetên ku li ser Beşar el-Esed tên gotin ku wî tawanên şer encam dane, rêkeftin di Komkara Erebî de, bi serkêşiya Siûdiyê, hat kirin ji bo vegerandina endamtiya Sûriyê di Komkarê de. Di daxuyaniya xwe ya dawîhatina civînan de, di benda sêyem de, Komkara Erebî pêşwazî li vegera Sûriyê kir piştî çend salan ji îzolekirinê û hêvî kir ku ev biryar bibe hokerek ji bo « Cîgîrî û Yekparçeyiya Sûriyê ».

Vegera Sûriyê bo nav Komkara Erebî nîşana guhertinekê di nêrîna aliyên navherêmî de di derbarê mayina hikûmeta Beşar el-Esed de, ku piraniya caran li dijî nêrîna welatên rojavayî ye. Gelek welatên erebî gihîştin wê baweriyê ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê pêwîstî bi têkiliyê bi Şamê re heye. Hêviya wan ew e ku bi rêya sivikkirina tundiya dijberiyê, ew dê bikarbin hin pirsgirêkan çareser bikin ku girêdayî qaçaxçiya madeyên hişbir, kirîsa penaberan, ewlehiya sînoran a lawaz, rola zêde ya hêzên Îranê û milîsên girêdayî Tehranê li Sûriyê ne.

Ji aliyekî din ve, vegerandina endamtiya temam a Sûriyê di Komkara Erebî de wekî « serkeftineke » girîng ji bo rejîma Sûriyê tê hejmartin, her çiqas sembolîk be jî. Ew nîşana tevlîbûna Sûriyê ya ji nû ve bo herêmê û rewatiya wî bihêz dike. Tevî wiha jî, ev tevlîbûn gihertineke berhest a mezin birdest nake. Pêwîstiya Sûriyê ya mezin bi alîkarî û veberhênanan heye ku welatên erebî nikarin berdest bikin, bi sedema sizayên ku ji aliyê welatên rojavayî ve li ser Sûriyê hatine sepandin, bi taybetî jî sizayên qeyser. Tevî wiha jî, ew bawerî heye ku ev siza demkî ne û Amerîka dê wan ji ser Sûriyê hilîne yan jî sivik bike, ev yek jî dê rê bide dewletan, bi taybetî jî Siûdiye û Îmarat, ji bo veberhênanê li Sûriyê û zêdekirina rikêfa wan a ceyosiyasî li wî welatî.

Gelek hoker hene ku guhertina siyaseta Siûdiyê şirove dikin. Di serî de, xwesteke tund a Şahnişîna Erebî ya Siûdî ji bo bihêzkirina wêneyê xwe wekî welatê erebî yê herî girîng û xwedî bandor. Her wiha Siûdiyê hewl dide ku aboriya xwe pirreng bike û geşepêdana xwe bihêz bike, û pêwîstiya vê yekê jî bi ewlehî û aramiya navherêmî heye, û rûbirûbûna desttêwerdana Îranê û « kawisa ku li pey şoreşên bihara erebî belav bûye ». bi vî şêweyî, Siûdiyê biryar da ku rûbirûyê Îranê bibe bi amûrên cuda ji yên berê, û vê yekê roja 10 adara 2023 yan dest pê kir dema ku serkeftina navbênkariya Çînê ji bo vegerandina pêwendiyên herdu welatan hat ragihandin, û asayikirina pêwendiyan li gel rejîma Sûriyê jî di vê çarçoveyê de tê.

Tevî wiha jî, vegerandina pêwendiyan li gel Sûriyê ne tenê armanceke bi serê xwe ye. Ji ber ku tenê vegerandina pêwendiyan nikare armancên siûdî û erebî bi aramiya rewşê li herêmê pêk bîne. Tekezî jî li ser vê yekê hatiye kirin di daxuyaniya dawîhatina civîna Komkara Erebî de, û di biryara wezîrên derve de ku li Qahîreyê roja 7 gulanê, li jêr hejmara 9481 de derçûye, ku reftarê li gel Sûriyê li ser bingeha biryarên navdewletî û bi taybetî biryara Encûmena Asayişa Navdewletê ya hejmar 2254 pesend dike. Tekezkirina li ser vegera Sûriyeya bi kirîz ji bo nav Komkara Erebî gaveke destpêkê ya mezin e, û tê pêşbînîkirin ku rejîma gava di paş wê re biavêje.

Welatên Erebî ji rejîma Esed dixwazin ku çend daxwazên wan pêk bîne ku wekî mercên zelal hatine danên ji bo berdewamî û pêşketina prosesa asayikirina pêwendiyan. Di nav van daxwazan dem kontrolkirina sînorên Sûriyê û rêgirî li xwevedizîna grûpên terorîst û grûpên tawankar, di nav de jî qaçaxçiya bi madeyên hişbir, û bi şêweyekî destnîşankirî jî, qaçaxçiya bi madeya hişber a bi Kibtakon tê naskirin ku li Sûriyê tê çêkirin û sûdeke mezin ji berhemdêrên wê re tê bidestxistin. Ji ber ku hin rapor nîşanê bi wê yekê didin ku destê rejîmê di van çalakiyan de heye tevî ku ew vê yekê red dike.

Welatên Erebî her wiha ji Şamê dixwazin ku rê bide gihandina alîkariyan ji bo hemû kesên hewcedar li Sûriyê, bêyî cudahî di navbera herêmên ku li wan dijîn, çi li jêr kontrola rejîmê bin yan jî li derveyî kontrola wê bin. Armanc ji vê xwestekê ew e rewşa jiyanê xelkê Sûriyê di nav xaka welat de baş bibe, û her wiha jî tiştekî pir girîng e ji bo çîbicîkirina xwesteke din jî ku vegera penaberên sûrî bi jin û mêran ve bo welatê wan bi şêweyekî ewle.

Zêdebarî vê yekê, çareseriya siyasî pêwîst dike ku dest bi çareseriyeke dayîmî ji bo kirîza Sûriyê were kirin di rêya danûstandinan di navbera hikûmet û opozisyona sûriyê de, û nivîsandina destûreke nû, û encamdana hilbijartinan ji bo jinûve avakirina sîstema siyasî li Sûriyê li gorî biryara 2254. Di derbarê hêzên biyanî de, vekişîna hêzên Îranê di serî de, û vekişîna hêzên Tirkiyê di pileya duyem de ji bo Dewletên Erebî pir girîng e.

Tevî zehmetiya van xwestekên berê, lê danûstandin li ser wan hatiye kirin wekî merc ji bo asayîkirina pêwendiyan, ji aliyekî din ve, Beşar el-Esed hewl dide ku hin armancên zelal bidest bixe ku ew jî wergirtina piştevaniyeke aborî ya erebî ye ji bo avakirina Sûriyê û dabînkirina pêdawîstiyên sereke ji bo xelkê Sûriyê ku di rewşeke pir zehmet û dijwar de dijîn, û ew tê digihêje ku cîgîriya desthilatê pêwîstiya wê bi çareserkirina pirsgirêkên aborî yên tund û dabînkirina pêdawîstiyên mirovî yên sereke heye. Her wiha ew hewl dide ku piştevaniyeke rasterast ji bo rewatiya xwe werbigire û daxwazê li welatên erebî dike ku guvaşê li welatên rojavayî bikin ji bo cemidandina sizayên ku li ser wî hatine sepandin.

Tevî wiha jî, pirs tê kirin eger rejîma Sûriyê dikare çareseriyê pêk bîne li jêr sersiya berjewendiyên hevdij ên aliyên cuda. Ji ber ku hin welat hene ku berjewendiyên wan û bandora wan a mezin li Sûriyê hene, û ew hema hema wî welatî dagîr dikin, her wekî Tirkiye, Îran, Rûsya û Amerîka. Ji lewre, pêwsîtî heye ku reftar bi van hokerên kompleks re were kirin ji bo gihîştina bo çareseriyeke dayîm û giştgîr ji bo kirîza Sûriyê.

Ji ber wiha, Em wekî Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê hêvî dikin ku Komkara Erebî û Dewletên wî roleke çalak bilîzin di çareserkirina kirîza Sûriyê de li gorî biryara 2254 û omêdiyên gelê Sûriyê, û li jêr serpereştiya Neteweyên Yekbûyî. Pêwîst e her hewlek ji bo asayikirina pêwendiyan li gel rejîma Sûriyê were girêdan bi pêkanîna dadweriyê û sizadana kesên berpirs di ber encamdana tawanên şer de.

Tevî wiha, em dibînin ku pêwîst e serkirdeyên ereb bi hişyarî reftarê li gel gavên asayikirinê bikin, ji ber ku desthejandina Esed dayina behaneyan e ji bo tawanên wî. Tawanên li dijî mirovahiyê ne « derbirîna nêrînan e » ku dibe li gorî berjewendiyan bên guhartin. Nabe were jibîrkirin ku jin û mêrên Sûrî yên penaber bi darê zorê hatine derbiderkirin di encama zordarî, girtin û îşkencedanê de, û vegera wan dê rastî gelek metirsiyan were ji girtin, îşkencedan û îdamkirinê. Esed nikare aramiyê li Sûriyê pêk bîne, li jêr gendeliya aborî û kargêrî ku hîn heye. Rejîma Esed Sûriye kiriye Dewleteke mezin a madeyên hişbir û êdî ew nikare wê kontrol bike û destê wê bi xwe tê de heye.

Her di heman çarçoveyê de, egera hin bandorên asayîkirinê lêi ser jinên Sûriyê heye, ji ber ku asayîkirina bêyî çaksaziya di warê mafên mirov de û bêyî sizadana berpirsên binpêkiriênên mafên mirov dê bibin hokerên berdewamiya binpêkirinan li dijî mafên jinan û berdewamiya tundûtûjiyê li dijî wan. Bi berdewamî tawanên destdirêjiya seksî û îşkencedan û cudakariya regezî ku li dijî jinên Sûriyê tên kirin tên veşartin. Dibe ku jin rastî girtina zorane û îşkencedanê û bêserûşûnkirina zorane û hewlên destdirêjiya seksî werin, û li jêr metirsiya tundûtûjiya seksî bin di çarçoveya vê dijberiyê de. Kesên encamder jî ji sizadanê bifilitin û ev yek bi şêweyekî neyênî bandorê li ser silametî û mafên jinan bike.

Dibe ku asayîkirina pêwendiyên erebî li gel rejîma Sûriyê bandorê li jinên koçber û penaber ên Sûrî li welatên erebî bike. Dibe ku tunebûna aramiyê di rewşa wan de zêde bike û marjînalkirin û cudakariya ku li hember wan tên kirin zêde bike. Asayîkirina bêyî pêkînana demokrasî û mafên mirov li Sûriyê dê pişkdariya jinan di prosesa siyasî û dayîna biryarê de lawaz bike . Her wiha dibe ku jin rasî astengiyan bên di warê gihîştina ji bo postên serkirdayetiyê û beşdarbûna di dayîna biryaran de ku girêdayî sibereoj û civaka wan in.

Em wekî Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê hêvî dikin ku komdengiya navherêmî di derbarê Sûriyê de bibe handan ji bo çarserkirina sedemên kokî yên kirîzê û tekezî were kirin ku tu siberoj ji bo Sûriyê bi hebûna desthilateke zordar nîne.

 

Komîteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê