Mîkanîzma Serbixwe ji bo Eşkerekirina Çarenivîsa Kesên Bê Serûşûn li Sûrîyê… Karîgerî û Metirsî

   

  Hejmara jin û mêrên ku li Sûriyê bêserûşûnên zorê hîn jî xaleke reş e di dîroka mirovahiyê de, ku civaka navdewletî bi deste û rêxistinên xwe ve berpirsyarin di ber encamên wê de. Rêxistinên mafên mirovan ên Sûriyê, bi serkêşiya “Tora Sûryiyê ya Mafên Mirovan”, piştrast dike ku 156,000 kesên winda hene, di nav wan de zêdetirî 112,000 bêserûşûnên zorê ku li cem aliyên şer yên cuda hatine girtin, 96,000 ji wan di girtîgehên rejîmê de hatine windakirin. Ev hejmarên herî kêm in, ji ber ku ji sala 2011an vir de ne mimkin e ku bigihêjin hejmara rasteqîn a jin û mêrên ku bi zorê hatine bê serûşûnkirin, ji ber ku gelek malbat windabûna kur û keçên xwe ranagihînin û baweriya xwe bi pêvajoya belgekirinê jî naynin, bi taybetî eger jin û keç bin, dibe ku rastî tundûtûjiya  zayendî an a cinsî hatibin, ji ber vê yekê hijimar ji vê bi gelekî zêdetir in.

  Tevî ku hemû biryarên navneteweyî, bi taybetî biryara 2254, ku bi kêmtirîn lihevhatina navneteweyî hatiye, ku bi hemû biryarên din ve hatiye girêdan, bi daxuyaniya Cenevre yek dest pê kir, tê de destnîşan kir ku babeta girtiyan û jin û mêrên bê serûşûn dosyayeke mirovî ye di ser danûstandinê re ye. û divê pêvajoya mirovî ji ya siyasî bê cudakirin, ev yek ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hat redkirin. Lê di rewşa asê ya siyasî de li Cenevreyê ti danûstandinên siyasî yên rasteqîn nehatin kirin û em negihiştin ti encamekê, Ji ber vê yekê, ji mafê malbatan e, bi taybetî kesûkarên qurbaniyan, kesên êşa girtinê kişandine, û kesên rizgar bûne, ku di derbarê hezkiriyên xwe û malbatên wan de nûçeyan bistînin, nemaze ku çarenûsa wan malbatan di warê mîrate û mal de girêdayî  wan kesên winda ye. Ew xelk hêjan e ku rojeva girtî û bêserûşûnan wek pêşînek li ser maseya civaka navdewletî be behskirin, nemaze piştî rewşên asayîbûnê yên vê dawiyê ku bi şêweyekî medyayî û sade bi vê pirsê  mijûl dibin, ji ber ku mekanîzmayên cîbicîkirinê yên rast tune ne, li gel nekaribûna navdewletî ji bo peydakirina çareseriyeke bingehîn ji bo vê pirsgirêkê.

   Li jêr fişareke mezin ji deste û saziyên Sûrî yên mafên mirovan, û daxwaza dubare ya malbatên kesên bi darê zorê hatine bêserûşûnkirin, di 30ê Hezîrana 2023an de, Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî “dezgeheke serbixwe” ava kir ji bo “ronîkirina” çarenûsa bi hezaran kesên winda li Sûriyê di heyama 12 salan de, erka wê dezgehê ew e ku kar bike ji bo eşkerekirina çarenivîsa nediyar a bi hezaran kesên winda û bê serûşûn li Sûriyê, û piştgirîkirina qurbaniyan û malbatên bêserûşûnan. Mekanîzmaya Serbixwe her wiha dikare bigihêje hemû agahiyên pêwîst ji bo eşkerekirina çarenivîsa kesên wenda, di nav de jî tomar û qeydên hikûmetê û raporên rêxistinên mafên mirovan.

   Pêşnûmeya ku ji aliyê Luksemburgê ve hatiye amadekirin û ji aliyê Komeleya Giştî ve bi piraniya dengan, ku 83 dengên erê, 11 dengên li dij û 62 dengên bê alî, hatbû qebûlkirin, nîşan dide ku piştî 12 salên şer û tundûtûjiyê li Sûriyê, ti pêşketineke berçav ji bo sivikkirina êşên malbatên kesên bêserûşûn pêk ne hatiye. Ev bêdengiya zêdetir ji 60 welatan ji bo dengdanê bi hizireke cuda ji berê ya gelek welatan, diyar dike ku mimkine bi rengî ji rengan pêwendî li gel vê rejîmê bên kirin, tevî ku welatên rojava bi giştî li dijî hemû pêvajoyên asayîbûna li gel rejîmê ne. Eva ku welatên erebî ji bilî Qeter û Kuweytê dengê xwe nedane biryarê, vê nerînê piştrast dike, ji ber ku ew bi rêya despêşxeriya erebî li ser çareserkirina kirîza Sûriyê kar dikin û di wê baweriyê de ne ku bi dengdanê dê baweriya rejîmê jidest bidin û destpêşxeriya erebî dê têk biçe.

   Bi vegera li saziya serbixwe ya ku ji aliyê Komeleya Gişî a Neteweyên Yekbûyî ve hatiye damezrandin, malbatên bi dehhezarên qurbaniyan meraq dikin ka karîna vê saziyê ji bo pêkanîna dadmendiyê ji bo qurbaniyan û malbatên wan bizanin,  nemaze bi nezelalbûna mîkanîzma wê ya kiryarê bêyî hevkariya rejîma Sûriyê û aliyên din. Hikûmeta Sûriyê bi tundî li dijî damezrandina vê Mekanîzmayê derket, bi tometbarkirina “destwerdana di karûbarên navxweyî yên Sûriyê de” û “alîgiriya li dijî hikûmeta Sûriyê, her weha ew behsa berpirsyariya sûcdarên binpêkirinên li Sûriyê nake, û ew ji kêmbûna temwîlê dikişîne,  ev yek jî tirsa hin malbatên girtî û bêserûşûnan derbarê paşguhkirina aliyên hiqûqî yê mijara berpirsyarî û qerebûyan de rewa dike. ji ber ku Mekanîzme tenê li ser aliyê mirovî yê eşkerekirina çarenivîsê radiweste, ew jî  aliyek prosedurî ​​ye, û ti pêwendiya wê bi lîsteyên ku ji aliyê rejîmê ve hatine derxistin, tine ye, ku tê de navên girtiyên jin û mêr ên ku di girtîgehên wê de ne û yên mirî ku di tomarên nifûsê de bi raporên pizîşkî hatine tomarkirin ku ew ji ber krîza dil mirine, li vir ev pirs tê kirin; Gelo mekanîzmaya lêpirsînê û vekolîna li van navan û xwediyên wan ve çi ye? Di dema ku di bin îşkenceyê de, an ji ber muameleya xerab û qutkirina derman û xwarinê  ji ser wan ew mirin e, mekanîzmaya berpirsiyariyê dê çawa be?

  Ev jî metirsiyeke zêdeye ku ev mîkanîzm bibe mekanîzmayeke alîkar ji rejîmê re, neku fişarek li ser wê, û dibe ku rejîm bi tena xwe listeyên navên kesên bê serûşûn bide da bê xuyakirin ku wê çarenivîsa wan kesan eşkere kiriye, êdî li vir dê mafên qurbaniyan û malbatên wan bê windakirin û sûcdar dê ji hesabpirsîn û cezakirinê rizgar bin, ev yek dê bibe astengek li pêşiya dadweriya veguhêz di warê qerebûkirin û berpirsiyariyê de. 

  Di rexê navdewletî de; Ev çend sal in civaka navdewletî nekariye ti gavekê ji bo eşkerekirina çarenivîsa kesên bêserûşûn li cem DAIŞê biavêje, wek nimûne. Dema ku hêzên hevpeymaniya navdewletî bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk hemleya jinavbirina terorê li herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê pêk anîn, me tu agahî derbarê endamên asayîşa “DAIŞ’ê” û kesên winda nezanîn, û van rayedaran jî di vî warî de ti agahî nedan, berovajî vê yekê Rêveberiya Xweser damezrandina komeleyek ji bo malbatên qurbaniyan qedexe dike, û destûrê nade ti çalakiyekê di vî warî de, û ev yek wek astengkirina pêvajoyê tê dîtin.

 Hemû tiştên li jor îhtîmala bibandorbûna vê mekanîzmayê red nakin, û şiyana wê ya ji bo pêşkêşkirina pêngavekê ber bi pêkanîna dadweriyê ji bo qurbaniyên jin û mêr, û ji bo malbatên wan ên ku hîn jî li benda nûçeyekê li ser windabûna hezkiriyên xwe ne, eger îradeyeke siyasî ya rast hebe.  

  Şerê Sûriyê felaketeke mirovî bû, û bi taybetî bandor li jinan kir. Ji ber ku Jin ji rexê hemû aliyên şer ve, di nav de rejîma Sûriyê û çekdarên opozisyonê ve, bi awayekî cuda bûne armanc.

   Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê dibînin; Dibe ku Mekanîzmaya Serbixwe ya kifşkirina çarenivîsa kesên winda li Sûriyê bandorek erênî li ser jinên Sûriyê bike, bi rêya pêşkêşkirina piştgiriyê ji bo jinên ku xizmên xwe ji dest dane yan jî rastî tundiyê hatine, bi pêşkêşkirina şêwirmendî û piştgiriya derûnî û madî ji wan re, û lêkolînkirina dosyayên bêserûşûnên bi zorê, û doseyên îşkencekirina jinan, di warê berhevkirina belgeyên bikarin berpirsyarên van tawanan ciza bikin. Û Ji ber ku ew sazî dikare pêşniyaran bide hikûmeta Sûriyê ji bo pêşîgirtina tundûtûjiya li dijî jinan, loma ew dê bikare serastkirinên qanûnî, û yên destgehî ji bo baştirkirina rewşa jinan li Sûriyê pêşniyar bike. Ji bilî wergirtina faktorên cihêreng ên ku bandorê li jiyana jinan dikin, wek nijad, çîna civakî, rewşa aborî, û rewşa civakî û ya tenduristî, bi vî rengî dikarin piştrast bikin ku jin ji hemû pêkhateyên civakî û aborî, piştgirî û dadmendiya ku tê xwestin werdigrin. 

  Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê; Hewildanên ji bo peydakirina agahiyan û bidestxistina dadmendiyê ji bo qurbaniyan û kesên ku di van salan de li Sûriyê  kesûkarên xwe ji dest dane, dinirxînin, ji ber ku ev yek ji mafê wan e. Em vê pêngavê wek pêngaveke damezrîner di rêya dirêj ya dadperweriyê de dibînin, ji ber ku ev pêngav li ser hewlên komeleyên malbatên qurbaniyan û li gel xebatên hemû rêyên xwecihî, netewî, medenî, hiqûqî û heta yên siyasî tê, tevî derengmayîna vê xebatê ji bo yanzdeh salan. 

   Em bang li hemû aliyan dikin ku piştgiriyê bidin vê Mekanîzmayê da ku bigihêje encamên berçav û hemû malbat çarenûsa kur û keçên xwe bizanibin. Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi îradeyeke navdewletî ya hemû aliyên ku di dosyaya Sûriyê de kar dikin heye, pêwîste planeke zelal hebe ji bo aktîvkirina vê Mekanîzmayê ji bo ku ew ji naveroka wê neyê valakirin,  mîna ku bi gelek dosyayên siyasî re çêbûye. Em tekez dikin ku divê civaka navdewletî fonên pêwîst ji bo Mekanîzmaya Serbixwe ya ji bo eşkerekirina çarenivîsa kesên bêserûşûn li Sûriyê dabîn bike, û divê rêxistinên mafên mirovan piştgiriya vê Mîkanîzma Serbixwe bikin û zanyariyên pêwîst ji wan re peyda bikin. Divê welatên Erebî û Netewên Yekgirtî fişarê li rejîma Sûriyê bikin, di çarçoveya pêngavên lihevkirî de, ji bo hevkarîkirina Mekanîzma Serbixwe ji bo eşkerekirina çarenivîsa kesên winda li Sûriyê û hemû zanyariyên ku jê dixwaze, bidin.

 

Komîteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê