Li Xezayê Rojin Xwînî

 

Payîzeke giran bi ser her yek ji Sûriyê û Felestînê  de hatiye, Beriya wê jî bihara Siweydayê bû ku hîn jî berdewam e. Xwepêşandanên aştiyane li meydanan geş dibin, ev bûye zêdetirî pêncî rojan, xwepêşandanên sivîl ku siloganên daxwaza çûna rejîmê bilind dikin, û tekeziyê li ser Pêwîstiya cîbicîkirina biryara 2254an,û li ser avakirina dewleteke sekuler û demokratîk li Sûriyeke yekgirtî dikin, parçebûna xaka sûriyê red dikin, û êrîşên asmanî yên Sûriyê û Rûsyayê li ser Idlibê şermezar dikin. Van xwenîşandanan hêvî li hemû jin û mêrên Sûriyayê vegerandin, û bûne dengê xelkê li hemû navçeyên ku xelk nikarin ji tirsa zordarî û hovîtiya rejîmê dengê xwe hildin. 

Li gorî yasayên şer û berjewendiyên navdewletî yên di nav hev de li herêmê, diviyabû nîşanên biharê bên tepisandin da ku bikin payzek girn weke 12e payzên beriya wê li Sûriyê, ku di pêncê vê mehê de bi êrîşin bi firokeyên bêfirokevan ên nenas êrîşî li ser merasîma derçûna hijmarek efser li Koleja Leşkerî li Humsê dest pê kiribû, û di encamê de bêtirî 110 kes hatin kuştin, di nav wan de leşker, sivîl, jin, mêr û zarok hebûn. 

Rejîmê rasterast grûpên çekdar yên li Idlibê bi wê êrîşê tawanbar kir, û ji aliyê xwe ve wan jî ti daxuyanî dernexistin ne lixwe girtin û ne jî şemezar kirin. Tevî ku tiliya sûcdarkirinê dikare li ser Îranê be , ku berjewendiya wê ya rast di piştgirîkirina rejîmê de heye û ji  bo balê ji ser xwepêşandanên Siweydayê bikşîne, ew xwepêşandanên ku piştgirîyek Sûrî û navdewletî werdigirin e, lê tu kesî bi fermî Îran tawanbar nekir. Rejîmê sûdeke baş ji vê êrîşê û ji rewşa şermezarkirinê ya tund ku li dijî çêbûye, û  dest bi êrîşeke asmanî ya tund bi hevalbendê xwe yê Rûsî re, li ser hemû deverên leşkerî û sivîl, û cihên girîng li Idlibê kir, ku bû sedema kuştin û birîndarkirina hijmarek mezin ji xelkê sivîl. Ev êrîş  hevdem bû bi êrîşkirina balefirên Tirkiyê li ser herêmên Rêveberiya Xweser li bakurê Sûriyê, ku ziyanên mezin gihandin binesaziya Amûdê û Qamişlo, di  bêdengiyek navdewletî ya tam de êrîşan berdewam kir. 

Ev her du êrîşên paralel ku ji bo guhertin û xêzkirina sînorên nû di şer û pevçûnê de bûn, hevdem bûn bi êrîşeke sêyemîn re, ango êrîşa Hamasê, “destê Îranê li herêmê”, di operasyonekê de ku tenê du rojan piştî komkujiya li dijî Koleja Leşkerî li Humsê bû, Di 7ê vê mehê de Hamasê êrîşek; bejayî, deryayî û asmanî li ser Şerîda Xezayê pêk anî, di çarçoveya operasyona bi navê “Tofana El-Eqsa” de, ku di wê operasyonê de nêzîkî 200 jin û mêrên Îsraîlî, di nav de leşker û sivîl ji hene, dîl hatin girtin, yekem daxuyaniya Îsraîlê ew bû; ku Êrîşeke sîber a Îranî li dijî Îsraîlê hemû binesazî têk birye û hiştiye ku endamên Hamasê bikevin hundir Israîlê û karîbûn vê operasyonê ji nişka ve pêk bînin. 

Berevajî şiyanên leşkerî yên lawaz ên her yek ji grûpên li Idlibê û yê li herêma Rêveberiya Xweser li bakurê Sûriyê, derbarê  bersivdan û berevaniya wan li hember êrîşên ji aliyên cuda ku her yek ji wan armanc dikirin.Bersiva Îsraîl, weke ku dihate çaverêkirin, bi piştgirî û piştevaniyek Amerîkî, Brîtanî û Ewropî, ji kêlîyên ewil ên êrîşê ve, bersivek sosret û wêranker bû. Êrîşek ku nexweşxane, stargeh, dibistan û binesazî jî kirin armanc, li gel wê jî elektrîk, sotemenî û xwarin ji ser Xezayê qut kirin. Tevî ku gelek welatan bang li Îsraîlê dikin ku sivîlan neke arman jî, Îsraîl dixwaze ji êrîşa Hamasê sûdê bigire Ji bo plana xwe ya kevin î nû ya dagîrkeriyê pêk bîne ku demografiya Filistînê biguherîne û gelê Xezayê ji ser axa wan derbixe, û wê ev pêvajo bi sirgonkirina niştecihên beşa bakurê Xezayê ber bi başûr ve dest pê kir, ku nêzîkî milyonek welatî  ji cih û warê wan derbider kirin, di pêvajoyeke hovane de ku di dîrokê de nehatiye dîtin, û hemû biryarên navneteweyî yên ku parastina sivîlan, mafê filistîniyan li ser axa xwe û mafê wan ê berxwedanê destnîşan dikin, paşguh dike.

Di nava 12 rojan de, jimara kuştiyan li Filistînê gihaştye zêdetirî 3000 kuştî û bi hezaran birîndar.

Helwestên welatên erebî  li hember vê êrîşa tund  helwestin tekane û şermok bûn, Erebistana Siûdî pêvajoya normalîzekirina bi Îsraîlê re rawestand, û daxwaza rawestandina şer, nehiştina koçbekirina filistîniyan û gihandina alîkariyan kir. Di dema ku Misirê red kir ku Filistîniyan ji bo Sînayê sirgûn bike, pêşinyar kir ku wan veguhêzin Biyabana Negev ya li Filstînê.  Urdunê jî ji aliyê xwe ve red kir ku sînorên xwe veke  û pêşwazîyê li Filistîniyan bike.

 Civîna wezîrên derve yên welatên erebî ku roja 11ê vê mehê hatibû lidarxistin, bi banga agirbestê û şermezarkirina kuştina sivîlan bi dawî hat, di civînê de tekezî li ser pêwîstiya vejandina proseya aştiyê û destpêkirina danûstandinên cidî di navbera Rêxistina Rizgariya Felestînê ku tekane nûnerê rewa yê gelê Filistînê ye, û Îsraîlê de, hat kirin.

Civîna çaralî ku di navbera her çar serokan de; yê Amerîkî, Filistînî, Urdunî û yê Misrî, de hatibû biryardan, lê bi sedema bombebarankirina Nexweşxaneya El-Ehlî ya El-Mamedanî a Xezeyê, û kuştin û birîndarbûna bi sedan kesan, li gel şermezarkirina tund a navdewletî de, ew civîn hat betal kirin. Her çend Îsraîl hewl da Tevgera Cîhada Îslamî bi vê bombebarana bi şaşî tawanbar bike, lê tevî berdewamiya daxwazên Rûsyayê wê ti delîl pêşkêş nekir. 

Îsraîl hîn jî red dike ku alîkariyan bigihîne gelê Xezeyê, heya ku girtî ji aliyê Hamasê ve neyên radestkirin, li ber çavê cîhanê ew pêkanîna plana xwe ya cîgehîkirinê didomîne, ku tê de tevahiya gel tê cezakirin, gelê ku axa wî hatiye dagîrkirin, bi piştgiriya hêzên mezin yên ku îdia dikin ku Israîl tekane demokrasiya Rojhilata navîn e, û bi piştevaniya hemû welatên ku îdia dikin rêzê li mafên mirovan digirin û ev yek di destûrên xwe de diyar kirine. Digel ku reşnivîsa biryareke ku Rûsyayê pêşkêşî Konseya Ewlekariyê kiribû, tê de ji ber sedemên mirovî, daxwaza agirbestê kiribû, têk çû. Her wiha Pêşnûme biryarek din a ku ji hêla Brezîlyayê ve hatî pêşkêş kirin ku banga agirbestek mirovahî dike ku rê bide da alîkariyên mirovahî bi tevahî, bilez, ewledar û bê astengî bigihêjin Xezyê, ev piroje jî têk çû ji ber ku Amerîkayê mafê xwe ya veto bikar anîye.

Tirs heye ku şer derbasî Lubnanê bibe û berfireh bibe şerek herêmî. Ji ber ku ew şer û pevşûn biçûk yên rojane  di navbera  Hizbullah û Îsraîlê de diqewimîn, ku di destpêkê de tenê li zeviyên Mezari Şabia diqewimîn, lê di van her du rojên dawî de ew berfereh bûye û gihaye seranserî sînorê Lubnanê.

Her wiha tirs heye ku şer bighêje nav xaka Sûriyê, û êdî dever bi tevahî tevlî şerekî herêmî bibe, ku hemû alî dê şikestî jê derkevin. 

Nemaze ku hatina du firokehilgirên Amerîkî û Brîtanî bo herêmê nemimkine ku ji bo rûbirûbûna hêzeke çekdar a biçûk wek Hemasê be.  belku ji bo guhertina hevsengiya hêzên li tevahiya navçeyê ne, di berjewendiya asayişa Îsraîlê de û lawazkirina Îranê û destikên wê  Hizbullah û Hamas, li herêmê de ye. her wiha ji bo piştgiriya Netanyahu, ku populerbûna wî di demên dawî de xirab bûye. Di vê proseyê de tenê yê xisarkar dê gelê Sûriyê û yê Lubnanê bin, û gelê Felestînê, ku şer li ser xaka wan tê birêve birin, ji ber Îran şer ji derveyî xaka xwe birêve dibe.

Em wekeTevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, di serî de daxwaza derbaskirina alîkariyên pizîşkî û vegerandina av û kehrebê ji gelê Filistînê re bê şert û merc, dikin.

Duyem: Divê bilez agirbestek li Xezayê bê ragihandin, bi taybetî ji ber ku li vê devera herî qelebalix a cîhanê de, ne mimkine sivîl bêne parastin. Û divê koçberkirina bi darê zorê ya niştecihên Xezayê bê rawestandin.

Em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê tekez dikin; ku  aşitî li Filistînê û li hemû welatên Rojhilata Navîn çênabe beriya ku Îsraîl  mikuriyê li mafê Filistênê neke, û beriya cîbicîkirina hemû biryarên Neteweyên Yekbûyî yên di vî warî de bi taybetî biryara jimare 242 ya sala 1967an a Konseya Ewlekariyê, mafê gelê Filistînê ji bo avakirina dewleta xwe ya azad li ser xaka sala 1967an,ku paytexta wê Qudsa Rojhilat e, qebûl neke.

Her wiha Pejirandina mafê filistîniyên sala 1948 ku vegerin ser cih û warên xwe yên ku ji wan derbider bûne û qerebûkirina wan li gor cîbicîkirina biryara jimare 194 ya Netewên Yekgirtî.

Em dubare, hemû cureyên tundiyê, kî be sûcdar bila bibe, ku bandorê li sivîlan ji hemû aliyan dike, red û şermezar dikin. 

 

Desteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê