Mersûmên Dirjkirina Dema Kirîza Sûriyê Dûr Ji Çareseriya Navnetewî

Desthilatdarên hikûmeta Sûriyê yên niha di bin kontrolek Rûsyayî berfireh de ne, bi taybetî di gelek sektorên artêşa Sûriyê û Wezareta Berevaniyê de. Hevaheng bi vê yekê re, dibe di vê astê de yan jê zêdeir, Îran jî serdestiya xwe li ser piraniya astên hikûmeta Sûriyê pêk tîne. Ev serwerî bi armanca kontrolkirina çavkaniyên mayî ye ji bo misogerkirina dayîna deynên Îranê yên li rejîma Sûriyê. Destwerdana Îran û Rûsiya roleke qutebir di domandina mayîna rejîmê weke desthilateke fermî li Sûriyê lîstye, her wiha di kontrolkirina aliyên aboriya Sûriyê de, di nav de sektora enerjî û sotemeniyê.

Tevgera desthiladariya  niha bersivên kêm û hêdî nîşan dide jib o jinûve parvekirina hin karbidesên navendî, yên ku birastî di destê Beşar El Esed de bûn, lê hêdî hêdî ber bi serokatiya Encumena Wezîran a ku Îranê piştgiriya wê dike. Ev serokatî dibe çavdêrê rastîn ê cîbicîkirina mekanîzmayên pratîkî yên hevkariyên hevbeş ên Îran û Sûriyê, di çarçoveya bernameya serdestî û kontrolkirinê de. Ev bersiv bi awayekî zelal hatin nîşandan, ku Meclîsa Gel mersûma desteserkirina mal û milkên guhêz û neguhêz bi biryareke dadwerî derxist, ku piraniya wan milkan yên kesin dijberê rejîmê ne. Ev gav rê li ber desteserkirina van mal û milkan vedike, ku ev yek guhertinek stratejîk di sîstema rêvebirina mal û milk û dahatan de destnîşan dike.

Mersûm desthilatdariyê dide Serokwezîr ku beşek ji pereyên ku hatine desteserkirin ji aliyê her dezgehên giştî da ku veqetîne, ev yek li ser daxwaza wezîrê pispor e. Biryarên li ser vê talîmatê ji aliyê Serokwezîr ve, li ser pêşniyara Wezîrên Darayî, Çandinî û reforma Çandiniyê tên standin. Bi sîstemek taybetî ya ku qaîdeyên birêvebirina mal û milkên guhêz û neguhêz, wekî veberhênana wan, veguheztina xwedîtiyê, û dabeşkirina wan vedihewîne.

Hejmarek pisporên aborî yên alîgirê hikûmetê, di nav de Wezîrê Darayî yê hikûmeta Huseyîn Arnous, piştgiriya van qanûnan dikin  bi îdiaya ku “armanca wan ew e ku berjewendiya giştî dabîn bikin û tevkariyê li ewlekariya karkirina dezgehên giştî yên dewletê bikin”. Lê çawa dikare berjewendiya giştî li ser desteserkirina milkên taybet ên hemwelatiyên jin û mêr, çi ew li derveyê welat bi awayekî qanûnî an neqanûnî bin?  Ev milkan xwediyên wan hene û desteserkirina wan di bin her hincetekê de wekî binpêkirina mafên mirovan ên ku ji hêla qanûnên navneteweyî ve hatine garantîkirin tê hesibandin. 

Bi ser de jî, biryar mal û milkên mêr û jinên sûrî,yên tawanbar, grtî, an yê bêserûşûnên bi zorê ne, yan jî yên ku cezayên bê neamadebûn li ser wan hatiye derxistin, dihewîne, bi xistina wan di bin veberhênanê de bi navê hikûmeta rejîmê.

Betalkirina “Wezareta Karûbarên Serokomariyê” û li şûna wê “Sekreteriya Giştî ya Serokomariyê” ev yek rê li ber hin guhertinan vedike. Ev sekreteriya ku bi  serokatiyê ve girêdayî ye, û erkên wê pêşkêşkirina kar û xebatên ku alîkariya serok di cîbicîkirina erk û desthilatên xwe de dike. Emîndariya giştî berpirsê birêvebirin û çavdêriya karûbarên îdarî, darayî û yasayî yên Serokatiya Komarê ye û bi serokatiya sekreterê giştî yê ku çavdêriya hemû karên wê dike, ku wezîrê berê yê Serokomariyê Mensûr Ezzam wek Sekreterê giştî hat tayînkirin.

Ev guhertin hevdem bû ligel civîneke Komîteya Navendî ya Partiya Beis a Erebî ya Sosyalîst bi serokatiya sekreterê giştî yê partiyê Beşar El-Esed, di wê civînê de wî daxwaza hilbijartina komîteyeke nû û serokên şaxan û xelkê kir ku li gor qonaxa nû ya ku welat tê re derbas dibe. Atmosfera giştî û guhertinên ku ji aliyê serokê rejîmê ve tên kirin, çi di şeklê de yan jî hinek amûrên qonaxa ku Sûriyê piştî sala 2011an bi rê ve bir, guhertin giha heta di guherîn û yekbûn di şaxên ewlehiyê de li gorî plana Rûsyayê ya guhertinê di serkirdayetiya Sûriyê, weke ku ji aliyê malpera “Dengê Paytext”ê ve hatiye weşandin.

Pêngavên guhertinan yên ji aliyê rejîmê ve hatine avêtin rêya xwe ya rastîn di gihandina peyamên xwe  ji bo alîgir û kesên destêwerdanê di rewşa Sûriyê de dikin digre. Da ku bide xuyakirin ku ew gavek  ber bi tiştê  jê tê xwestin  pêşdikeve, lêbelê  mana Mensûr Ezzam di sekreteriya nû de guhertinek şeklî ye, bi heman kesayetiyên kevin û bi nav, xêzkirin û pêkhateyên nû, piştrast dike ku tu guhertinek bingehîn tune ye,lêbelê tenê belkî jihevxistin û sazkirin û guhertina kuman û erkan e di  heman sîstemê de, û neku veguhestinek ber bi sîstemeke nû ye, wek ku ew dibêje. Dabeşkirina desthilatên pir navendî, yên ku di yek destî de bûn,da ku di çarçeweya yek qesrê de bi gelek ofîs û rêveberiyên xwe ve be. Ev yek saziya serokatiyê dixe bin mîkroskop û çavdêriya giştî, wekî formek ku ji gelek aliyan ve tê xuyang kirin: ji aliyê “darayî, îdarî, rêvebirêa cîbcîkar, kar û danasîna li her ofîs, rêveberî û sazîyeke tê de”. Ji bo cara yekê di dîroka Sûriyê de, beşek ji erkên serokatiyê bi awayekî bi bandor ji bo emîndariya giştî ya nû tên veguhestin digel mana heman kesayetiyan. Di dema ku banggewaziya guhertinê, û hilbijartina serkirdayetiya komîteyeke navendî ya nû ya partiya Beis a Erebî ya sosyalîst a desthilatdar, bangewaziyek e da kuji bêberpirsiyariya partiyê derbasî rewşa aktîvkirina çarçoveya Komîteya Navendî ya felcbûyî ye, ya ku ji bilî desthilata gendelî û gendelikirinê desthilata wê bidawî bûye.  Gelo partiya helperestin giştî ya tolîter dikare xwe veguhêze û bibe partiya (demokratî – hilbijartinî)?!

Ew partiya ku madeya 8 a destûra berê betal kirbû, ku dibêje ew “partiya rêber a dewlet û civakê ye”, dema ku di jiyana siyasî û pratîkî di şerê Sûriyê de piştî sala 2011an ev madde di hemû dezgehên hikûmê û yên siyasî heya vê gave maye û, gelo bawerî bi vê yekê tê? gelo bawerî bi vê partiyê û vê serkirdayetiya (kevnî-nû) dê çawa dibe?! Ev hemû di çarçoveya pînekirina totalîter ji rejîmeke ku di bin hegemonî û kontrola Îran û Rûsyayê de tevdigere, pêk tê. û mersûma guhertina wezîran ne tiştekî din e ji bilî berdewamiya şandina peyamên vê rejîmê yê tê de xuya dike ku dest bi guhertinê kiriye. Ku ji hikûmeta Fransî, û li pişt wê Yekîtiya Ewropî,  re bibêje  ku wî Lamia Youssef Shaqour wek Wezîra Rêvebiriya Xwecihî destnîşan kir, li şûna Husên Mexlûf yê ku bûye wezîrê Çavkaniyên Avê li şûna wezîr Temam Raad yê ku tu postek wezîrî jê re nehat destnîşankirin. 

Şakur ji sala 2008an vir ve balyoza rejîmê li Fransayê bû, û ew keça Serfermandarê Artêşê Yûsif Şakur e di dema Şerê Cotmehê de di sala 1973 de ye. û cihê baweriya  hikûmeta Fransî ye, ku xwedî rol bû di Yasaya Rêvebiriya Xwecihî de ku di sala 2011an de derket, ya ku nenavendîbûnê li Sûriyê bihêz dike, ku wezareta Rêvebiriya Xwecihî serpereştiya cîbicîkirina vê yasayê dike, gelo bi destnîşankirina Şekur ji bo erkên wezareta Rêvebiriya Xwecihî, piştî lidarxistina kongireya xwe ya çaremîn û hilbijartina serkirdayetiya siyasî ya nû, dê peyamekê bişîne serkirdayetiya Sûriya Demokratîk e?! Nenavendî hîn yek ji nakokiyên sereke ye di diyaloga bi serkirdayetiya Sûriya Demokrat û Sûriyên din re li bakurê rojavayê Sûriyê (Idlib û gundewarê wê) ye, û niha (Siwêyda) jî li başûr û xwenîşandanên li wir çêdibin, ku nêzîkî sînorê Urdinê, û operasiyonên artêşa Urdinê di rûbirûbûna bi qaçaxçîtiya  madeyên hişbir, Kaptagon û çekan, û pêşketina di berdewamiya bombebarankirina li ser xaka Sûriyê ya ku kargeh û embarên Kaptagonê tê de hene, pêk tê.

Peyama fermî ya herî girîng di vê qonaxê de erkên nû ye ku serokwezîrê rejîmê Husên Arnûs pê radibe ye,weke pêşwaziya serokomarê Abxazyayê, û beşdarî lûtkeya  avhewayê li Îmaratê, serdana Tehranê, pêşwaziya fermî, û çendîn civînên siyasî û aborî bû, ku ji encamên wan ku fişarên  Îranê li ser hikûmeta Sûriyê, ji bo dayna deynên Îranê yên li Sûriyê, zêdetir dike, û zêdekirina hejmara komîteyên hevbeş, bi taybetî Komîteya Darayî, ya ku pêşketinên zelal bi rêya vekirina bankeke darayî ya Îranî li paytexta Sûriyê vekir, û berfirehkirina xebata hevbeş ya petrolê di parastina parzûngeha Humsê, piştî çakkirina turbînan di gelek santralên elektrîkê de li Heleb, Miherdê û Baniyasê pêk aniye. Ji bilî van tedbîran, reşnivîsa bûdceya rejîmê ji bo sala 2024an li gorî daxuyaniyeke Meclisa Gel a Sûriyê di 13.12.2023an de hat derxistin, ku nirxê bûdceya giştî bi qasî (35500) milyar lîreyên sûrî bû, ku (26.500) milyar ji bo xerckirina niha û (9.000) milyar ji bo xerckirina sermayeguzariyê hatine dabeşkirin, di dema ku kêmasiya bûdceya giştî ji (9404) milyar lîreyên sûrî derbas bû, û ev kêmtir e ji bûdceya sala 2023-an, ku (165500) milyar lîreyên sûrî bû bi nirxê dolar ê navendî yê sala 2022-an, ew giheşte (3015) lîre, yanî nirxê nêzîkî (5.48) milyar dolar e, lê bûdceya sala 2024an ku dike (35.550) milyar lîreyên sûrî, bi nirxê dolar ê navendî (12.600) lîre, nêzîkî (282) milyar dolar. Ev yek kêmbûnek e biqasî(2.66) milyar dolar e ku jî ji sedî (48%) e.

Ji van hemû tiştên li jor, xuya dike ku rejîm gavên hêdî û şeklî ber bi guherînê ve diavêje di lêgera  xwe-hilberînê de, da ku welatên piştgir û hevkar (Rûsya û Îran), û beşek ji welatên Despêşxeriya Erebî, karibin bi bêdengiya wê ya tam li hember tiştên ku li Xezayê diqewimin, wê ji nû vegerînin, gelo ev yek dê pêk were ji ber ber berdewamiya têkçûna çareseriya (danûstandina siyasî) ya li ser bingeha daxuyaniya Cinêvê ya 2012 û biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî ya sala 2015, û nekarîna destpêşxeriya Erebî û nûnerê NY Gerpederson ji lidarxistina gera nû ya Komîteya Destûrî li Emmanê, di berdewamiya sizayên Amerîka û Ewropayê, û ti fînansek ji bo bûdceya nû nine, Ji bilî ferzkirina bacên zêde li ser gelê Sûriyê.

Em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyeyê, teqez dikin ku îmkana çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re nine heya ku bi awayekî cidî nekeve nav çareseriyeke siyasî û aktîvkirina Komîteya Destûrî û civînên wê li baregeha wê ya hertimî li Cinêvê, dûrî fişara berjewendiyên Rûsiya û rejîmê, bi veguhestina baregehên civînên wê, û vekirina rêyên din yên çareseriya siyasî li gorî biryarên têkildar ên Neteweyên Yekbûyî. 

Tiştê ku rejîm dike xwe dane alîkî ji van biryaran e, di nav hewldaneke (herêmî-navdewletî) de ji bo vegerandina pêwendiyan pê re. gelo pêvajoya vegerandin rejîmê digel projeya rojhilatek navîn a nû ya piştî şerê siyonîst li Xezayê re hevaheng e, yan destpêkek e ji bo pêvajoyeke guhertinê li herêm û navçeyê, di nav de lihevkirineke siyasî ya guncaw li (Sûriye, Filistîn, û Lubnan ) ye?

 

Komîteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê