Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê Şermezarkirina Tundî û 

 

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê bi tundî gurbûna nijadperestî û cudakariya li dijî jin û mêrên penaber ên Sûrî şermezar dike, ji ber ku li hin bajarên Tirkiyê êrîş li ser hin jin û mêrên Sûrî hatin kirin û mal û milkên wan hatin wêrankirin. Di heyama çend rojên borî de, Rêvebiriya koçberiyê a bajarên Gazîentab û Kilîsê, bi sedan jin û mêrên penaber ên Sûriyê bi darê zorê ber bi herêmên Bakurê Sûriyê ve dersînor kirin. Gelek ji van operasyonan weke binpêkirinên qanûna sîstema parastina demkî û ya mafên mirovan hatine belgekirin.

Medyayên Tirkiyê û Sûriyê piştrast kirin ku sirgûnkirina bi darê zorê li bajarê Gazîentabê ji aliyê Rêvebiriya Koçberiyê ve tê kirin piştî daxuyaniya 41 rêxistinên civaka sivîl ên Tirkiyê ya di 17ê Hezîranê de belav kiribûn. Ku di daxuyaniyê de hişyarî derbarê bandora hebûna jin û mêrên penaber ên Sûrî li ser guhertinên demografî, civakî û aborî li bajêr da, û daxwaza ji nû nirxandina siyaseta xwe li hember jin û mêrên penaber ên Sûrî û hêsankirina vegera wan bi dilxwazî ​​bo welatê wan kir. Ev daxuyanî çend rojan piştî daxuyaniyên Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî di 11ê Hezîranê de hat dayîn û diyar kir ku hebûn penaberên Sûrî metirsiyê li ser demografiya civaka Tirkiyê çê dikin. Ev jî wê yekê piştrast dike ku nijadperestiya li Tirkiyê ji aliyê aborî û siyasî ve tê meşandin.

Jin û mêrên sûrî li Tirkiyê tûşî ziyaneke mezin a derûnî tên, ji ber ku hizra vegera Sûriyê tirseke mezin li wan dixe ji ber ku rewş li wellatê wan hîn ne ewle ye. Bi taybet piştî daxuyaniyên Tirkiyê ên vê dawiyê derbarê bidawîkirina qutbûna pêwendiyan bi rêjîma Sûriyê re û vekirina deriyên bazirganî, ku bûn sedema xwepêşandanên berfireh li bakurê Sûriyê. Ev xwepêşandan hêrs û dilgiraniya gel nîşan didin û pêdiviya lezgîn bi çareseriyeke siyasî ya berfereh ku mafên hemûyan garantî bike û dadmendî û aştiyê li Sûriyê pêk bîne piştrast dike.  Her wiha jin û mêrên penaber ên sûrî jî li Tirkiyê rastî gelek şêweyên tundî, cudakarî, kedxwarî û êrîşan tên, ji ber ku di bûyerên vê dawiyê de dayik bê zarokên xwe hatin dersînorkirin, êdî ev rewş bandorên cidî yên derûnî û civakî li ser jinan dike û aramî û paşeroja wan dixe metirsiyê de.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, bikaranîna jin û mêrên penaber ên Sûrî weke amûrekê di nakokiyên siyasî yên navxweyî de şermezar dike, û Tevger tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina mafên mirovan û Pabendbûna bi peymanên navneteweyî yên ku parastina penaberên jin û mêr garantî dikin, dike.

Em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, bang li hikûmeta Tirkiyê dikin ku bilez tedbîran bigire ji bo parastina jin û mêrên penaber ên Sûrî ji tundî û cudakariyê, û em bang li civaka navdewletî dikin ku rewşê bişopîne û piştrast bike ku Jin û mêrên penaber zêdetir rastî binpêkirinan neyên. Her wiha em ji welatên Ewropî û civaka navneteweyî daxwaz dikin ku ji bo rûbirûbûna van pirsgirêkan piştgiriya pêwîst bidin Tirkiyê û derfetên bicihkirina penaberên jin û mêr li cihên ewle zêde bikin. 

Her wiha em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku jinên di encama bûyerên vê dawiyê de rastî tundiyê hatine biparêzin, û piştgiriya derûnî û civakî ji jin û mêrên penaber ên Sûrî re pêşkêş bikin, da alîkariya wan bike ku vê rewşa zor û zehmet derbas bikin.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê her wiha tekezî li ser giringiya vekirina deriyên sînorî di navbera Tirkiyê û bakur-rojavayê Sûriyê de dike, ji ber ku ev dergeh hê jî hêleke jiyanê ne ji bo bi milyonan jin û mêrên Sûriyê yên li wê deverê. Û tekeziyê li ser girîngiya rawestandina siyasetên paşverû li dijî hemû şêniyên herêmê ji ber xwepêşandanên ku hatine kirin, dike.

Em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, tekez dikin ku divê jin û mêrên Sûrî yên li Tirkiyê rêz û hurmet li wan bê girtin û mafên xwe yên mirovî bidest bixin. Û tekez dikin ku bêyî çareseriyeke siyasî ya berfereh li Sûriyê ku garantîkirina dabînkirina jîngeheke ewle  û vegera penaberan bi dilxwazî ​​bo malên xwe yên resen li welatê xwe li gorî biryarên navdewletî, bi taybetî biryara Encûmena Ewlekariyê 2254, wê karesat bimîne.

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Sêşem, 2ê Tîrmeha 2024an