Encamnameya Şeşemîn Kongreya Giştî ya Salane ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê-Ji 28 heta 30ê Hezîran 2024

 

Li jêr diruşma “ Berû pêvajoyeke siyasî karîger ya jinan”,  Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê şeşemîn kongreya xwe ya salane li dar xist. Kongre bi şêweyekî fîzîkî ji Brûksela ewropî û Întaba Tirkiyê, û bi beşdarbûneke on line ya endamên Tevgerê ji jin û mêran, ji navçeyên cuda yên navxwe û derveyî Sûriyê hat lidarxistin. Di kongreyê de, bi giştî, 78 endamên jin û mêr beşdar bûn.

Kongreyê bi rawestana xuleyeke bêdengiyê dest pê kir ji bo rêzgirtin li giyanê şehîdên jin û mêr, û ji bo bîranîna her du jinên koçkirî; şehîd Hîbe Hac Arif û xebatkara di ber mafên jinê de Firdews el-Behre, û her wiha şehîdê zîndanên rejîmê, Nasir Binduq, hevjînê endama Tevgerê Ferîze Cehcah. 

Endamên jin ên Desteya Giştî (Nebîha el-Taha, Kibriya el-Sahûr, û Emel Nehîm) gotinên vekirina kongreyê ji her sê cihên kongreyê pêşkêş kirin.

Endamên kongreyê, yên jin û mêr, çi fîzîkî be û çi jî on line be, raporên Tevgerê yên rêxistinî, kargêrî, diravî û rapora komîteya çavdêriyê gotûbêj kirin. Kongreyê her weha rapora siyasî gotûbêj kir ku, li ser rewşa Sûriyê rawestiya û girêdana wê bi dosyayên navherêmî û navdewletî ve şîrove kir. Di kongreyê de her weha kaxetek hat gengeşekirin ku helwesta Tevgerê ji forma sîstema hikumraniya Sûriyeya siberojê derdibire. Kongreya pejirandina sîstema hikumraniyê ya têkel/ nîvserokatî wekî şêweyê hikumraniya Sûriyeya siberojê pesend kir. Her çar endamên jin ên nû di emîndariya giştî de û komîteya çavdêriyê, bi dengdana nehênî, hatin hilbijartin.

Û kongre bi van encamên li jêr derket:

1- Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê tekez kir ku doza girtiyên jin û mêr û bêserûşûnên bi neçarî yên jin û mêr dozeke mirovî ye û di ser danûstandinê re ye, û tekezî li ser piştevaniya xwe ya temam kir ji bo saziya navdewletî ya karûbarên bêserûşûnên jin û mêr ji bo fişarê li ser rejîma Sûriyê û hemû aliyên din ji bo peydakirina çareseriyeke bineretî.

2- Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê rewşa karestbar a penaberên Sûrî yên jin mêr li welatên cîran, û bi taybetî li Tirkiyê û Libnanê, gotûbêj kir, û li ser binpêkirin û fişarên ku li wan tên kirin ji bo dersînorkirina wan û neçarkirina wan ji bo vegera zorane rawestiya ku wan rastî metirsiyeke emnî mezin dike, û daxwaz li welatên mêvandar kir ku pabendî rêkeftinên navdewletî bin di derbarê parastina penaberên jin û mêr de. Tevgerê her weha tekezî li ser helwesta xwe kir ku divê vegera penaberan xwebexş û ewle be.

3- Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, di rapora xwe ya siyasî de, rewşên aborî û jiyana rpjane ya pir xirab li tevahiya navçeyan gengeşe kir, û li ser bandora wan li ser jinan û çînên hejar di sersiya tunebûna pêdawîstiyên jiyanê û xweragiriya jin û mêrên Sûrî, û belavbûna gendeliyê û serbedana ewlehî rawestiya.

4- Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê dosyaya çakbûna pêşwext gotûbêj kir, û tekezî li ser girîngiya dabeşkirina dadmendane ya alîkariyan di navbera hemû herêmên Sûriyê de kir, li gel bergirtina rewşa jinan li ber çavan û garantîkirina wê yekê ku alîkarî wekî amûreke siyasî bi şêweyekî xirab neyên bikarînan. Her weha tekez kir ku divê alîkarî di rêya rêxistinên sivîl re û li gorî mîkanîzmayên çavdêriya navdewletî ya zelal bên dabeşkirin, û ji bo normalkirina rewşa rejîma Sûriyê, û ferzkirina desthilatên De facto û mîrên şer neyên bikarînan. 

5- Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê pesnê liv û tevgera aştiyane li Siwêda da ku ji nêzî salekê ve berdewam e, û bi çavkî mezin li beşdarbûna jinan di wê tevgerê de û rola wan a sereke li Meydana Kerame temaşe kir. Tevgerê her weha tirsa xwe nîşan da ku rejîm tunûtûjiyê di rûyê wê tevgera aştyane de bi kar bîne, û daxwaz li aliyên navdewletî kir da ku tişta pêwîst ji bo parastina xwepêşanderên jin û mêr yên aştiyane pêşkêş bike.

6- Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê bi dilgiraniyeke mezin li hewlên normalkirina pêwendiyan ligel rejîma Sûriyê temaşe dike, û tirsa wê ji wê yekê heye ku rewşa rejîmê were asayîkirin, û ev jî dê bi şêweyekî nerênî li ser berjewendiyên jin û mêrên Sûriyê vegere, û tekez kir ku take rê ji bo bidawîhênana nakokiyê li Sûriyê çareseriya siyasî ya giştgîr e li gorî biryara navdewletî ya hejmar 2254 û biryarên navdewletî yên girêdayî vê nakokiyê ye. 

7- Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê êrîşa Îsraîlê bo ser Xezayê gotûbêj kir, û cînosayida ku li dijî gelê Filestînê tê kirin şermezar kir û her weha tekez kir ku êrîşên li dijî sivîlên jin û mêr ji hemû aliyan ve red dike, û her weha ew red dike ku Sûriye bibe meydana safîkirina nakokiyên fakterên navherêmî.

8- Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê tekezî li ser girîngiya dosyaya mûhasebe û dadmendiyê kir û pêşwazî li biryara dadgeha pêdeçûnê ya Fransî kir bi tawanbarkirina Beşar el-Esed di tawana bikaînana çekên kîmawî de, û Tevger dibîne ku dadmendî mafê hemû jin û mêrên Sûrî ye û berpisiyariya desteyên dadweriyê ye li cîhan û Welatên demokrat, ku daxuyaniya cîhanî ya mafên mirovan pesend kirine, û dibîne ku dadmendî bi serî nabe, eger hemû encamderên tawanên şer li Sûriyê hesab nedin.

9- Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê tekez kir ku ne pêkane çareseriyeke siyasî û aştiyeyek domdar li Sûriyê bên peydakirin bêyî beşdarbûna çalak a jinan, lewma jî wê diruşma “pêvajoyeke siyasî karîger ya jinan” pesend kir da ku tekeziyê li ser rola jinên Sûriyê û girîngiya hebûna wan di hemû qonaxên prosesa siyasî de bike.