Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê Êrîşên Hovane  li ser Jinan li Gundê Kaxurê  yê Herêma Efrînê – Navçeya Mabata

 

    Çekdarên grûpa Silêman Şahê “El-Emşat” bi awayekî hovane êrîş birin ser xwepêşandana jinên gundê Kaxura yê herêma Efrînê – navçeya Mabata, ku  li dijî ferzkirina bac û xwîkên zêde yên li ser berhemên demsala zeytûnan. Ev yek bû sedem  birîndarkirina çend jinan, ku rewşa hineke  ji wan giran e û xelkê gund ji ber qutbûna peywendiyan û dorpêçkirina çekdaran li ser xelkê gund ferz kirî, nikarîbûn birîndaran derman bikin.

    Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê vê kiryara nerewa ya li dijî jinan şermezar û red dike û daxwaz dike ku tawanbar û binpêkerên rûmeta jinan li gundê Kaxurê û deverên din ên Efrînê yên di bin kontrola grûpên çekdar de bên cezakirin, ji ber ku ev ne cara yekê ye ku êrîşî li ser jin û mêrên sivîl ên bêparastin dikin û wan neçar dikin ku beriya her demsal li herêma Efrînê bacê bidin.

   Em wek e Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, desthilatdarên defakto yên ku ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve tên piştgirîkirin, di ber vê tawana hovane û encamên wê û tawanên din ên berdewam û sîstematîk ên li dijî gelên herêmê dibin, berpirsyar dibînin, û em daxwaz dikin ku dorpêça li ser gund rakin. Her wiha em bang li hêzên niştimanî yên Sûriyeyê dikin ku li kêleka jinên Kaxurê/Efrînê bisekinin û herêmê ji saziyên Neteweyên Yekbûyî û medyaya bêalî re vekin da ku lêkolînê li ser bûyerê bikin.

 

Şîfa ji bo Jinên Birîndar 

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Sêşem, 17 Îlonê 2024