Pîrozbahiya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê ji gelê Sûriyê re bi Boneya Rûxandina Rejîma Esed 

 

Îro 8ê Kanûna yekem 2024an di saetên serê sibê de serdema zilma Esed bi dawî hat!

Jin û mêrên Sûriyê li hemû herêm û li dîasporayê mizgîniya rûxîna rejîmê belav kirin: “Rejîm rûxîya… Esad heta- hetayî ket “

Di vê rojê de, wê ji jin û mêrên Sûriyê were tomarkirin ku ew xwedanê  xwezayeke baş û bexşêner in, û ruhê wan niştimanperwer e û xwedan hestê berpirsiyar in li hember welatê xwe, ku ne şer û ne jî xeyala parçebûnê nebûn rêgir li pêşiya wan da ku bi destên xwe welatê xwe azad bikin.

Hêjaye ku jin û mêrên Sûriyê kêfxweş bibin Ji ber ku şoreşa wan bi ser ket. Bê guman rêyeke dûr û dirêj li pêşiya me heye ku em bigihin Sûriyeke saxlem, azad û bi rûmet, dewleteke hemwelatîbûn û azadîyê, lê îro roja pîrozkirina rizgarbûna ji serweriya malbata xwînrêj e ku 54 salan bi tirs, tundî û kontrolkirina emnî li Sûriyê hukim kiriye, û dudil nebûye ku hemû cureyên tundiyê li dijî îradeya mêr û jinên Sûriyê bikar bîne.

Îro îradeya me bi ser ketiye û me azaîya xwe bi dest xistiye ku piştî îro tu kes wê nikaribe ji destê me bistîne.

Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, pîrozbahiyê li gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wî li welat û li dîasporayê dikin, em pîrozbahiyê li jin û mêrên girtî yên ji kampên mirinê rizgar bûne dikin, û pîrozbahiyê li malbat û hezkiriyên wan dikin. Em pîrozbahiya  jin û mêrên koçber ku vegeriyan welat xwe dikin, em pîrozbahiyê li gelê xwe dikin ku dawiya dîktatoriyê tomar kirin,dikin.

 

Dilovaniya Xwedê li giyanê şehîdên ku ji bo vê rizgarkirinê canê xwe dan.

Bijî Sûriyaya azad, serbixwe û yekgirtî

Bijî gelê Sûriyê yê mezin

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Yekşem, 8 Kanûna yekem, 2024