Desteserkirin û Windakirina bi Darê Zorê  Pirsên  Dadmend in ku Bi Rûxandina Rejîmê re bi Dawî Nabin

 

 Piştî dehsalên dirêj ji çewsandina sîstematîk û jinavbirina jiyana siyasî bi desteka hesinî ji bo bêdengkirina dengên ku daxwaza azadiyê dikin, şoreşa Sûriyê ya mezin di Adara 2011an de dest pê kir û tê de gelê Sûriyê qurbaniyên mezin dan. Amûrên herî girîng ên ku rejîma Esed a têkçûyî bikar anîbûn ji bo tepeserkirina şoreşê; desteserkirin, windakirina bi darê zorê, û îşkencekirina heta mirinê bûn, û tu girûpeke civakê bi jin û mêrên ji hemû temen û pêkhateyên etnîkî û olî ve ji vê yekê bêpar nekirin. Dîroka dosyaya binçavkirinê li Sûriyê vedigere serdema Esedê bav, ku wî di tevahiya serdema desthilatdariya xwe de girtin û windakirina bi darê zorê ji bo tepeserkirina tevgera siyasî li Sûriyê bikar anîbû, û zindana navdar a Tedmurê û komkujiya wê şahidên diyar ên wê serdema tarî ne, û her wiha zindana Seydnaya ya ku veguherîbû qetilxaneya mirovan, bû semboleke din a hovîtiya rejîmê ya sîstematîk. 

Piştî rûxandina rêjîma Esed ya hilweşiyayî û ketina nav hin zindanan de em xwe di qonaxeke dijwar û giring de dibînin, ku ji me tê xwestin em helwestek cidî diyar bikin û kar bikin ji bo pêkanîna dadmendiyê di vê dosyaya aloz de, dadmendî ji bo her girtiyekî, windabûyî û şehîdekî di bin êşkenceyê de li Sûriyê  yekane rêya derbaskirina vê qûnqxa zehmet e.

Karkirin li ser vê dosyayê niha pêwîstiyeke tekez e, nemaze piştî  eşkerbûna rastiyên ku bi rûxandina  rejîmê re diyar bûn, û her wiha  karkirina li ser vê dosyayê mafekî qutbir e ji bo hemû civaka Sûriyê, bi taybetî ji bo girtiyên bîr û baweriyê, jin û mêr, yên li hemû girtîgeh, zindan û navendên binçavkirinê li seranserê xaka Sûriyê belav bûyî.

Li gorî rapora Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan, herî kêm (157,634) kes hene, di nav wan de (5,274) zarok û (10,221) jin, ew ji hêla aliyên şer û hêzên kontrolê ve yên  li Sûriyê, ji Adara 2011an heta Tebaxa 2024an de hîn jî  di girtîgehan de ne yan bi zorê hatine windakirin. Hejmara girtiyan di girtîgehên Esed de berî reva wî giheşte (136,614), ku bi qasî (86.67%) ji tevaya girtiyan li Sûriyê ye, di heman demê de rêjeya girtiyan di destê “Hêzên Sûriya Demokrat” de (3.35%) bû  ku hijmara wan (5281) girtiyan e, di heman demê de hejmara girtiyan di destê hemû aliyên opozisyona çekdar û “Artêşa Niştimanî” de gihiştiye (4371) girtiyan, bi rêjeya ji sedî (2.77%) ji hejmara girtiyan bi giştî, lê (2684) girtî ji aliyê “Heyet Tehrîr el-Şam” ve hatine belgekirin, ango ji sedî (1.7), di dema ku hjimara girtiyan û kesên winda di girtîgehên rêxistina terorîst DAIŞê de (8684) kes  ango bi rêjeya %5.51.

Serbestberdana hemû girtiyên bîr û baweriyê yên di jêrzemînên îstixbarata Sûriyê de, di nav de navendên binçavkirinê yên veşartî yên ku ji hêla rejîma hilweşiyayî ve nehatine ragihandin, hîn nehatiye piştrastkirin. Ev rejîma tawankar bêyî radestkirina belgeyên girêdayî girtîgehên Sûriyê û girtiyên jin û mêr, derket û çû.

Ev yek me weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê  vedixwîne ku bang li hikûmeta demkî bikin ku daxuyaniyeke fermî û belgekirî bide ji bo zelalkirina hemû hûrgiliyên hejmara girtiyên ku serbest berdan û yên ku heta niha çarenivîsa wan ne diyar e, û hemû belgeyên girêdayî vê mijarê bi zelayî eşkere bike. 

 Di encama ku desthilat ji aliyê rejîma berê ve bi awayekî rêkûpêk nehat radestkirin, di nav de jî  radestkirina zindanan, û ji ber revîna serokê wê û rûxandina wê ya ji nişka ve, zindan û girtîgeh ji aliyê xelkê dilgiran ve bi awayekî bêserûber û bêyî amadebûna pisporan û rayedarên şareza ve, hatin vekirin. Ev jî nîgeraniyê li ser windabûn an zirara dosya û belgeyan çêdike û êş û azarên malbatên girtî û wendayan zêdetir dike, û wan ber bi bêhêvîbûna gihandina rastiyê ve dikişîne, ku di heyama girtina xizmên wan de ev yek xema wan a herî mezin bû. Ev derbasbûna nav kelehên herî hêzdar ên Esed bi awayekî bêpergal û neprofesyonel, dibe ku dadweriyê asteng bike û tawanên ku divê sûcdarên wan bên cezakirin veşêre, ev yek tirsê çêdike ku hin kes baweriya xwe bi bidestxistina dadweriyê winda bikin, û dibe ku pêvajoya aştiya sivîl bikeve metirsiyê.

Di  dema ku em girîngiya ronîkirina medyayî li ser binpêkirinên rejîma Esed, û pêwîstiya eşkerekirina tiştên ku di zindan û navendên girtinê yên Sûriyê de qewimîn fam dikin, Lêbelê, em hêvîdar in ku pêgehandin profesyonel û mirovî be û rêzê li rûmeta girtiyan û rizgarbûyan bê girtin.

Niha divê girîngî li ser pêşkêşkirina xizmeta tenduristiyê û piştgiriya derûnî û madî ji girtiyên jin û mêr ên hatine berdan re bê dayîn, û girîngiyek taybet ji bo jinên ku rastî tundiya zayendî û fîzîkî hatine bê dayîn, û parastina wan, û li ser dabînkirina jîngeheke ewle ji bo wan û zarokên wan û amadekirina wan ji bo ku biromet vegerin jiyana xwe ya normal, ji ber ku ew mirovin binpêker û qurbaniyên tundûtûjiyeke mezin in. Ev e ya ku divê rêxistinên civaka sivîl yên Sûriyê bi hevkariya desthilata heyî  bi piştevaniya civaka navdewletî  bilez bikin. Û divê Mekanîzmayên navneteweyî, di serî de Mekanîzmaya Navneteweyî ya Bêalî û Serbixwe derbara Sûriyê (IIIM), Weqfa Navdewletî ya Ragihandina Çarenivîsa Windayan (IIMP), rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navndewletî, wekî Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor û Heyva Sor li Sûriyeyê, divê demildest destwerdanê bikin, û erkên ku ji wan re hatine destnîşankirin bi cih bînin û bi malbatên qurbaniyan re hevahengiyê bikin ji bo alîkarîkirin û avakirina mekanîzmekê ji bo parastin, lênêrîn û piştgirîkirina kesên hatine berdan, û qerebûkirina girtiyan û malbatên wan ji ber zirarên ku di encama binçavkirina neqanûnî û binpêkirinên nemirovane ku rastî wan hatine. Û kar bikein ji bo alîkariya malbatên ku bê encam li benda vegera girtiyên xwe bûn, da ku ji vê tengasiyê derbas bikin û piştre beşdarî avakirina Sûriyeke dadmendî û bi rûmet ji hemû kesan re bibin. Divê em ji bîr nekin ku stemkarî û windakirina bi darê zorê her tim binpêkirinek sûc e ku pêkhateya civakê hildiweşîne û malbatên windayan dike nav qeyranên psîkolojîk û madî de û şiyana wan ji bo jiyanek normal têk dibe.

Li gorî xala 5’an a Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan: “Nabe ku tu kes rastî îşkence û muameleya hovane, nemirovî û biçûkxistinê bibe.”

Her wiha madeya 7 an a Peymana Navdewletî ya Mafên Medenî û Siyasî dibêje: “Nabe tu kes rastî îşkence û muameleya hovane, dijmirovî û biçûkxistinê bibe”

Em di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de, bi dawîbûna serdema binçavkirina siyasî ya ku di serdema bav û kur de ku di tevahiya desthilatdariya rejîma Esad de berdewam kiribû, bilind dinirxînin, û em daxwaz dikin: 

Vekirina hemû zindanên li cem hemû aliyan desthilatdar li Sûriyê, û azadkirina girtiyên jin û mêr, û xurtkirina sepandina pîvanên mafên mirovan yê ku garantiya  rûmeta mirovahî ya her sûcdarekî û mafê wî ku bi şêweyekî qanûnî û dadperwerane bê muamelekirin, çi sûc wî kiribe, dike. Û bi dawîkirina  girtinên keyfî û pinpêkirina azadiyan,  û tekezî li ser wê yekê dikin ku azadiya raderbirînê mafekî ne cihê gotûbêjê ye, divê bêtirsa  girtin, tengezarkirin yan tolhildanê bê garantîkirin, û ev e pêngava bingehîn ji bo avakirina civakek demokratîk ku rêzê li mafên mirovan digire, digel tekezî li ser mafên jinan û bidestxistina wekheviya tam.

Em di wê baweriyê de ne ku pêkanîna dadmendiyê ji bo girtiyên bîr û baweriyê, bi taybetî ji bo jinan, gaveke bingehîn e ji bo avakirina Sûriyeyeke nû ku li ser bingeha rêzgirtina mafên mirovan, edalet û wekheviyê. Em bang li civaka navdewletî dikin ku piştgirîya van hewldanan bike û ji bo bidestxistina dadmendîya tam û yekpar ji bo hemû qurbanîyan, di nav de berpirsîyarîya dadperwerî ya yasayî û dadwerî ji bo tawankarên cengê yên bi ser hemû alîyan ve, beşdar bibe.

Em tekez dikin ku dosyeya girtiyên jin û mêr ku di destê rejîma Esed ya tawankar de bûn, nehatiye girtin û em qebûl nakin ku bi vî awayî bê girtin. Dosya binpêkirinên ku li dijî girtiyên bîr û bawerîyê yên jin û mêr li cem hemû aliyên Sûriyê ve hatine kirin, hîn nehatiye lêkolînkirin û em tekezîyê li ser wê yekê dikin ku di zûtirîn dem de kar li ser bikin.

Mafê jiyanê mafek e ku nepêkane ji tu mirovekî were standin, û ew mafekî civakî yê pêwîst e Ji bo avakirina dewleteke nûjen, demokratîk û dadperwer.

 

Desteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê