Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Ji Bo Pîrozbahiya Gelê Sûriyê Bi Helkefta Ragihandina Rakirina Cezayên Aborî
- updated: May 19, 2025
- |
Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî gelê Sûriyê, jin û mêr, dike bi helkefta ragihandina rakirina cezayên aborî li ser Sûriyê. Ev gava dîrokî piştî hilweşîna rejîma Esed tê û ji bo jin û mêrên Sûrî derfetek rastîn vedike ku serweriya xwe ji nû ve bi dest bixin û welatekî hêjayî qurbaniyên xwe ava bikin.
Ev destpêşxerî bêyî daxwazên domdar ên ku jin û mêrên Sûrî di qonaxên cûda de anîn ziman, û bêyî qurbaniyên gelek û demdirêj ên ku wan ji bo azadî, rûmet û edaletê pêşkêş kirine, ne mimkun bûya. Divê ev gav wekî bersivek – her çend dereng be jî – ji bo îradeya gelê Sûrî were dîtin, ne wekî xelatek ji derve.
Ev biryar di demek girîng de tê, piştî salên dirêj ji êşan ku ji ber cezayên aborî girantir bûn. Her çend armancên wan ên diyarkirî zext û lawazkirina rejîma berê bûn jî, lê van cezayan bandorek xirab li şert û mercên jiyana sivîlan, bi taybetî jinan kirin, û astengî li ser xebata rêxistinên mirovî çêkirin û valahiyên civakî û aborî zêde kirin. Her çend em rakirina van cezayan pîroz dikin jî, em tekez dikin ku çareserkirina bandorên wan tenê bi biryarên navneteweyî nayê bidestxistin, lê bi rêya ji nû ve avakirina siyasetên niştimanî yên dadperwer û gengaz.
Bi vê boneyê, em piştrast dikin ku rakirina cezayan nikare bibe dawiya rê, berevajî vê, divê ew destpêka têkoşînek dirêj be ji bo avakirina aboriyek dadmend, civakek azad û dewletek demokratîk li ser bingeha serdestiya qanûnê, bidestxistina dadweriya veguhêz a veguherîner û damezrandina şefafiyet, hesabpirsîn û wekheviyê di navbera hemî welatiyan de – û ev e rêça ku Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê ku ji bo wê têdikoşe , û bangî rayedarên têkildar û hemî hêzên siyasî û sivîl dike ku vê rêyê bigrin, her wiha em bang li civaka navneteweyî dikin ku vê biryarnameyê bike xalek destpêkê ji bo piştgiriya aramiya Sûriyeyê, xurtkirina ewlehî û aştiya sivîl û misogerkirina jîngehek ewle ku rûmeta mirovan diparêze û dadweriya domdar ava dike.
Bijî Sûriya bi Xak û Gelê Xwe ve
Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê
Duşem, 19ê Gulana 2025an