Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Der barê Agahiyên Konferansa Çapemeniyê ya Komîteya Aştiya Sivîl

Di 10ê Hezîranê 2025an de konferanseke rojnamevanî ya Komîteya Aştîya Sivîl hat lidarxistin, bi amedabûna serokê komîteyê Birêz Hesen Sofan, û axêverê Wezareta Hundir Birêz Nûredîn Baba, û Wezîrê Ragihandinê, bi armanca pêşxistina diyalogê û lihevhatina netewî ji bo gihîştina çareseriyên domdar ên ku sepanî û aştiya sivîl bidomîne.

Di konferansê de daxuyaniyên nakokbar hebûn, bi taybetî yên ku ji hêla Birêz Hesen Soufan ve di derbarê berdana hin efserên girêdayî rejîma berê û dayîna penagehek ewle ji kesê bi navê Fadî Seqr re, ji ber tiştê ku wekî “hevkariya bi dewletê re di şerê rizgariyê de” hatiye nirxandin, hatin raghandin. 

Tevî astengiyî û dijwariyên ku jin û mêrên Sûrî pê re rû bi rû ne û girîngiya hevkariyê di navbera hemû aliyên cûrbecûr de ji bo gihîştina dîtinek hevbeş a ku berjewendiya giştî xizmet bike, û tevî balkêşandina ser pêwîstiya piştgirîkirina destpêşxeriyên ku dê aştiya sivîl xurt bikin, lê belê em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, ji ber berpirsiyariya xwe ya niştimanî û exlaqî, van daxuyaniyan ji ber sedemên bingehîn şermezar dikin, ya herî girîng ji van sedeman ev e ku Komîteya Aştiya Sivîl di destpêkê de piştî komkujiyên peravê, bi armanca piştgirîkirina aştîya sivîl li wê herêma taybetî, hatiye damezrandin. Lê, di daxuyaniya xwe ya dawî de, komîteyê ji armanc û desthilatên xwe yên yasayî derbas bûye, û dest daye ser rola Komîsyona Edaleta Veguhêz, ku saziya meşrû ya berpirsiyarê edalet û hesabdayînê ye.

Em, wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, tekez dikin ku pêdivî bi destpêkirina pêvajoyek rastîn, zelal û şefaf a edaleta veguhêz heye. Her wiha em tekez dikin ku komîteyên aştiya sivîl xwediyê desthilata qanûnî nînin ku kesan azad bilin an jî penagehek ewle bidin wan. Divê ew rola xwe ya piştgirîyê bi cih bînin, bêyî ku erkên dadweriya serbixwe an saziyên pispor binpê bikin. Herwiha em bal dikişînin ser wê yekê ku Desthilata Dadwerî ya Serbixwe tenê ew e dezgehe ku bi lêkolîna tawanên şer, avakarina dadgahên dadmend, û derxistina biryarên dadwerî ve girêdayî ye.

Em, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûiyê, bang li hikûmeta veguhêz a Sûrî dikin ku dev ji bikaranîna pêvajoyên aştiya sivîl wekî perdeyeke siyasî ji bo bêgunehkirina tawanbarên şer berde. Û Em dubare bal dikişînin ser wê ku bêyî edaletê aştiya rastîn tune, bêyî hesabdayînê aramî çênabe, û bêyî rêzgirtina rûmeta qurbaniyan wê welatek çênabe. Em bi bîr tînin ku kesê bi navê Fadî Seqir tawankarekî şer e ku di komkujiya Tadamonê de hatiye tawanbarkirin, û divê ew bi awayekî adil were darizandin, ne ku ewlehî û xelat bê dayîn, ji ber ev bêrêzîyeke eşkere ye ji bo xwîna qurbaniyan û êşa malbatên wan. Em tekez dikin ku pêwîst e hemû kesên ku destên wan bi xwîna jin û mêrên Sûrî ne, bên dadgehkirin. Malbatên girtiyan, kesên winda û qurbaniyên şer li benda rastî, edalet û çareskirinê ne, neku rewakirina bêcezatiyê.

 

Dadmendî ji bo hemû kesên ku rastî neheqî û destdirêjiyê hatine

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Înê, 13ê Hezîrana 2025an