Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê Êrîşa Terorîst a li ser Dêra Mar Elias li Şamê

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê bi dilsozî serxweşiyê ji bo Sûriya welat, û ji jin û mêrên Sûrî li her derê dixwaze, her wiha serxweşî ji bo malbatên qurbaniyan û xizmên wan, yên ku hezkiriyên xwe  jidest dan di êrîşa terorîstî ya ku Kanîsa Mar Îlyas a li herêma Diwêyla ya Şamê di roja duh a Yekşemê de hat kirin, pêşkêş dike. Herwiha em hevxemiya xwe ya kûr ligel birîndar û birîndaran re diyar dike, û di vê serpêhatiya mezin de li kêleka wan disekinin.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê vê êrîşa terorîstî şermezar dike, wê wekî binpêkirinek eşkere ya ji  cihên îbadetê re,  û ji  mafên sivîlan di jiyan, ewlehî û rûmetê de dibîne. Armancgirtina dêrekê û îbadetkaran sûcek nayê bexşandin û binpêkirina qanûna mafên mirovan a navneteweyî ye, ku azadiya ol û baweriyê û pêkanîna rêûresmên olî bêyî tirs û cudakariyê destnîşan dike.

Ev êrîş rewşa berdewam a bêcezatiyê nîşan dide, û têkçûna rayedaran di misogerkirina parastina sivîlan, û mafên wan û azadiya pêkanîna rêûresmên wan yên olî de. Ew her wiha mekanîzmayên berê yên ji bo mijûlbûna bi binpêkeran û tiştên ku jê re digotin kiryarên takekesî, bêdengiya li dora wan û nebûna berpirsiyariyê ji bo wan nîşan dide. Wekî din, di birêvebirina radestkirina çekan û kontrolkirina belavbûna wan de formên berbiçav ên cudakariyê hene.

Em, di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de, daxwaz dikin ku hikûmeta veguhêz a Sûrî sûcdar û handeran berpirsiyar bigire û navên wan eşkere bike, bi çi grûban ve girêdayî bin jî . Em her wiha daxwaz dikin ku hemî formên tundûtûjiya takekesî û kolektîf bêyî hincet an nermiyê werin şermezarkirin. Û her wiha  hemû şêwazên tundiyê yên takekesî û komî bêyî sedemxwestin an nermî şermezar bikin, herwiha dixwazin ku çekên belavbûyî û yên ku bin desthilata dewletê nînin kontrol bikin, û yên ku ji bo xizmetkirina berjewendiyên hin alî an koman li ser hesabê ewlehiya civaka Sûrî tê bikaranîn. 

Her wiha Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî tekez dike ser hewcedariya çalakkirina mekanîzmayên aştiya sivîl ên ku li ser dezgehên dewleta sivîl, îdarî, bingehîn in, û misogerkirina parastina tevahî ji bo cihên îbadetê, û rêzgirtina azadiya bawerî û meşqa olî ji bo hemûyan.

Em tekez  dikin ku parastina aştiya sivîl tenê bi rêya edalet, hesabpirsîn û parastina mafan dikare were bidestxistin. Ev êrîş divê ji bo hemî kesên ku li hember tundûtûjî û cudakariyê rewa dikin an jî bêdeng dimînin, wekî zingilê hişyariyê be.

Di vê kêliya bi êş de, em pabendbûna xwe ji nû ve ji bo xebata ji bo Sûriyeyek ewle, sivîl û demokratîk dubare dikin ku rêz li cihêrengiyê digire û jiyan û rûmeta hemî kesên ku li wir dijîn diparêze.

 

Rehmet li şehîdan û sersaxî ji malbatên wan û ji me hemûyan re 

Ewlehî ji bo  birîndaran

Edalet û hesabpirsîn ji bo sûcdaran

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a  Sûriyê

Duşem, 23ê Hezîrana 2025an