Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Li Ser Dawîn Pêşhateyên li Parêzgeha Suwêdayê

Ji bo piştrastkirina daxuyaniya me ya dawî li ser bûyerên li Suweydayê, û di bin siha pêşhateyên xeternak derbarê beşdarbûna eşîran di nav şer de, ku ew vediguherztina wî bo pevçûnek di navbera pêkhateyên gelê Sûrî de, ku ev yek dê bandorek cidî li ser nasnameya niştimanî ya Sûrî bike. Û ji ber karesata mirovî ya li Parêzgeha Suweydayê ya ku her ku diçe xirabtir dibe, bi taybetî di warê zêdebûna hejmara qurbaniyên sivîl, xirabûna şert û mercên mirovî û yên jiyanê, û gefkirin bi rûdana karesatên jîngehî ve, em, weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê:

  • Em tekez dikin ku pêwîst e şer raweste û pabendî bi agirbestê bê kirin, û divê korîdorên mirovî yên lezgîn bê asteng bên vekirin, û divê parêzgeh neyê dorpêçkirin, ku gihandina alîkariyan ji bo sivîlan û rizgarkirina qurbaniyên mayî misoger bikin, û rê li siyasîkirina alîkariyên mirovî bê girtin. 
  • Em tekeziyê li ser bêalîkirin û parastina sivîlan di demên şer û pevçûnê de dikin li gorî peyman û rêkeftinên navdewletî, û bi taybetî jin û zarok û pîr bên parastin. Her wiha tekeziyê li ser pêwîstiya pabendbûna bi biryara Encumena Ewlekariyê ya 1325, ku parastina jinan di demên şer de dikin, û bikaranîna wan û bikaranîna tundûtûjiya cinsî wekî amûrek şer qedexe dike, destnîşan dikin.
  • Em tekez dikin ku pêwîst e gotinên nefretê û teşwîqkirinê bên tawanbarkirin. û divê ku gotara fermî û medyayî bi gotareke niştimanî ya berfireh, bêalî û ne-hander be. Û em li dijî xetera belavbûna vîdyoyên teşwîqkirinê hişyariyê didin. 
  • Em, di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de, bawer dikin ku destûrdana dewletê ji bo handana êl û eşîran û , hewarlêçûna eşîr û belavbûna çekan dê bandorek wêranker li ser avakirina dewleteke niştimanî bike. Ew ê dewletê bixe bin kontrola çekên bêkontrol, rê li ber daketina welêt ber bi şerê navxweyî veke û nasnameya niştimanî ya yekgirtî bêtir parçe bike. 
  • Em, weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, daxwaza lêpirsîneke zelal ji bo ser binpêkirinên qewimîne dikin, di bin çavdêriya rêxistinên nadewletî yên serbixwe û xwedî ezmûn de. Em daxwaz dikin ku binpêker werin cezakirin, bi taybetî yên di nav hêzên leşkerî yên fermî de, çi di nav Wezareta bergiriyê de bin, çi jî di Wezareta Karên Hundir de bin.
  • Em çareseriya leşkerî red dikin ji ber ku ew nikare aştiyeke aram ava bike. Sûriye, ku çardeh sal in ji tundûtûjiyê êş kişandiye ku bûye sedema dabeşbûna wê bo deverên cuda, û piştî hilweşîna rejîma Esed ji bo yekgirtina xwe hewceyê diyalogeke rastîn e, û ev yek bi çareseriyeke leşkerî nayê bidestxistin.
  • Em, di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de, dibînin ku diyalogeke niştimanî a rasteqîn pêwîste. Divê hêzên civaka sivîl û siyasetmedaran di nav vê diyalogê de beşdar bin, ku tenê bi oldaran,  serokeşîran rêberên xwecihî ve ne yê sînordarkirin. Divê demek têr bide da lihevkirineke niştimanî çêbibe da ku Sûriyeke nû were avakirin, û rê li ber  hikûmeteke demokratîk a hevpar  ku nûnertiya hemû Sûriyan bi jin û mêran dike û Û misoger bike ku êdî kes bi tena serê xwe hukum neke.

 

Bijî Sûriya Bi Xak û Gelê Xwe Ve

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Pêncşem, 24ê Tîrmeha 2025an