Li pişt serdana Serok Ehmed Elşeraa bo Amerîkayê çi heye?

Ji dema ketina rejîma Beşar Esed û reva wî ya derveyî Sûriyê û wergirtina serokatiya qonaxa veguhêz ji aliyê Ehmed Elşeraa ve bo dema pênc salan, bi rêya civîna grûpên hevalbend ên ligel Desteya Tehrîr el-Şam di operasyona “Bergirtina Êrîşan” û ragihandina Kongreya Serkeftinê û destnîşankirina wî wek serokomar bi desthilatên yasadanîn û cîbicîkirinê yên hema hema bê sînor, û erkdarkirina Esed Elşeybanî wek Wezîrê Derve; Wezareta Derve bû rûyê siyasî û dîplomatîk ê Dewletê, berdevkê wê û nîşandera arasteyên wê yên siyasî û aborî.

Çalakiya wî, ji hefteyên destpêkê yên wergirtina desthilatê li Şamê derket pêş, ku serdanên derve zêde bûn, û li gorî girîngiya pêwendî û bandora li ser çarenivîsa desthilata nû bûn. Destpêkê serdan li welatên cîranên herêmî hatin kirin: Siûdiye, Qeter, Îmarat, Urdun, Tirkiye… paşê jî bo beşdarbûna di gelek kongreyan de çû hin welatên Ewropayê, ku bi serdana serokê demkî bo Fransayê li ser vexwendina Serok Emmanuel Macron, paşê bo Rûsyayê û dawiyê jî bo Amerîkayê bi dawî hat.

Diyar bû ku hewldanên serkirdeyên nû ew bûn ku welatên herêmê û welatên bi bandor ên di dosyeya Sûriyê de qanih bikin ku di bîr û baweriya wan de guherînek çêbûye û ji bîrdoziya selefî ya cîhadî derbasî bîrdoziyeke vekirî li hemberî cîhanê bûne û dest ji projeya avakirina Dewleta îslamî (li gorî sloganên DAIŞê an sloganên hin rêxistinên din ên selefî yên cîhadî) berdaye. Lê ev rêgeh li ser navxweya Sûriyê nehate dîtin, ku me kiryarên taîfî û tolhildanê dîtin û yên herî tund komkujiyên taîfî yên li Hims, Hema û peravê Sûriyê bûn, û paşê jî li Siweydaya li başûrê Sûriyê.

 Her wiha aboriya bazara vekirî ya li ser bingeha hevrikî û qebûlkirina her cure veberhênanên biyanî hate pejirandin, bêyî ku pêşanî ji bo berhemanînê an jî rola veberhênana derve di aboriya Sûriyê de yan jî bandora wê li ser aboriya Sûriyê û berjewendiyên Sûriyê û welatiyan bêne diyarkirin. Ya girîng ji bo wan ew bû ku dest ji qanûnên sosyalîst ên mayî berdin û ber bi taybetkirina sektora giştî ve biçin.

Ji aliyê siyasî ve, arasteyên wan zelal nebûn ka gelo neteweyî ne yan îdeolojiyeke olî ya nerm in, lê eşkere bû ku ew ji bîr û ramanên Beisê di têgeha wê ya derbarê pirsa neteweyî, yekîtiya Erebî, doza Felestînê, ramanên demokrasiyê û laîktiyê de dûr ketine û dijberiya wan dikin, û her tiştê ku girêdayî ramanên dijberiya Osmaniyan e, û bêguman dijberiya Komara Îranê û dirêjpêdanên wê yên taîfî û siyasî.

Ji bo têgihiştina reftara vê desthilatê, girîng e ku mirov daneyên ku bûne sedema gihîştina wê ya desthilatê nas bike, ku di qonaxa beriya rûxandina rejîma Beşar Esed de pêk hatin, bi taybetî lihevkirinên Amerîkî, Brîtanî, Îsraîlî, Tirkî û Qeterî, tevî ku hin nîşanên wan diyar bûn ku ev in: qutkirina pêwendiyan bi Îraniyan re, derxistina Hizbullah û Heşda Şeibî ji Sûriyê, nedomandina dijminatiya li dijî Îsraîlê û rûbirûnebûna wê, û herwiha hevkariya bi Hevpeymaniya Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîkayê re ji bo jinavbirina DAIŞê, û dibe ku gelek lihevkirinên din ên veşartî yên neragihandî jî hebin.

Lewma, serdana Elşeraa di 4ê Mijdara 2025an de, xwe dispêre komek daneyên berê û ragihandina hin lihevkirinên ku beriya gihîştina wî bo Waşintonê li ser hatibûn kirin. Serdan bi diyariya rakirina navên serkirdeyên Şamê ji lîsteyên terorê yên cîhanî dest pê kir, paşê ragihandina tevlêbûna Şamê bo hevpeymaniya li dijî DAIŞê û hêzên din ên cîhadî, û temamkirina rewakirina serokê nû yê Sûriyê û dayîna îşareta cîhanî ya bawerî û xwesteka alîkariya wî di derbaskirina astengiyên siyasî û aborî de, bi taybetî yên girêdayî ji nû ve avakirina Sûriyê.

 Dema mirov li serdanê dinêre, divê mijara sizayan bê bibîranîn. Amerîkayê gelek siza li ser Sûriyê sepandin, ya herî girîng jî Yasaya Qeyser e, ku danûstandinên aborî bi Şamê re sînordar dike. Serkirdeyên Şamê niha bi alîkariya Siûdiye, Qeter û Tirkiyê hewl didin van sizayan rakin wek pêngaveke pêwîst ji bo ji nû ve avakirinê, lê Waşinton li ser hin şertan ji bo rawestandina Yasaya Qeyserê rijd e. Ev ji ber gelek sedeman e, ya herî girîng mijara baweriya bi serkirdatiya nû ye derbarê mijara terora îslamî, aramkirina Sûriyê, parastina kêmîneyan û tevlîbûna HSDê di nav Dewleta Sûriyê de.

Her wiha, dibe ku yek ji armancên serdanê ji nû ve entegrekirina Dewleta Sûriyê di asta herêmî û navdewletî de be. Serdana ku bi piştgiriyeke mezin a medyayî re bû, weke guherîneke dîplomatîk ji îzolasyonê ber bi diyalogê û hewldana avakirina hevbeşiyên nû ve tê dîtin, di nav de hevkariya di rûbirûbûna terorê û hevkariya îstixbaratî de. Serdan her wiha weke hewldaneke Elşeraa tê dîtin ji bo sûdwergirtina ji naskirina navdewletî, bi taybetî ya Amerîkayê, bi rêya nîşandana daxwaza xwe ya ji bo aramiya Dewletê û çareserkirina pirsgirêkên kevin û aloziyên herêmî, bi taybetî li bakurê rojhilat û başûrê Sûriyê.

Lê pirsa herî girîng dimîne: Gelo serdan ji bo gelê Sûriyê bi sûd bû yan ji bo serkirdatiya nû ya Sûriyê? Ev me vedigerîne ser rola Amerîkayê û berjewendiyên wê yên li herêmê. Bê guman Amerîkayê li ser hesabê paşveçûna rola Rûsyayê, rikêfa xwe li herêmê berfireh kir û di rûbirûbûna Çîn û Rûsyayê de di warê siyasî û leşkerî de bihêztir bûye, bi taybetî ku ev yek pêşîneyeke Amerîkayê ye ku li pêşiya berjewendiyên aborî ye, nemaze piştî şerê navdewletî yê li ser rikêfê ku şerê Ukraynayê derxist holê.

Ev yek piştrast dike ku sîstemên herêmê razîbûna xwe dane serweriya eşkere û zelal a Amerîkayê li ser hemû welatên Kendavê, Rojhilata Navîn, bakur û naversta Afrîkayê û naverasta Asyayê, ku ev yek Çînê ji aliyê leşkerî ve dorpêç dike û destpêkeke ji bo dorpêçkirina aborî ye. Rewşa cîhanî di pêvajoya ji nû ve bicihbûnê de ye, û wek ku di wêjeya siyasî de tê gotin, ji nû ve parvekirina bazaran, çavkaniyên madeyên xam û deverên bandora siyasî û leşkerî ye.

Di vê çarçoveyê de, Sûriye beşek ji projeya mezin a Amerîkayê ye û ji bo aramiya wê li gorî berjewendiyên xwe û berjewendiyên Îsraîlê kar dike. Dibe ku em hêsankariyên mezin (carinan bi şert) ji bo aramkirina desthilata nû û alîkariya wê di çareserkirina pirsgirêkên navxweyî de bibînin, bi taybetî bi HSDê û başûrê Sûriyê re, û herwiha lêdana hêzên tundrew ên ku hewl didin kontrolê bi dest bixin.

Divê em ji bîr nekin ku gelê Sûriyê piştî vê serdema dirêj a şerê navxweyî, wêranbûna hemû îmkanên Dewlet û civakê û gihiştina ber bi hejarî û koçberiyê ve, pêwîstiya wî bi aramiyê heye, her çend bi şert be jî. Di rastiyê de, ev gel nikare li dijî hemû binpêkirinên Amerîka, Îsraîl an her desthilateke otokrat a navxweyî çalakiyeke siyasî ya rasteqîn pêk bîne, yan jî Dewleta ku xewna wê dibîne wek Dewleteke welatîbûnê ava bike, bêyî aramî, ji nû ve avakirin û pêşketina rewşa aborî. Îro pêwîstiya me bi şerê li dijî hejariyê, vegera koçberan û başkirina binesaziyê heye.

Ji bo desthilata veguhêz jî, ev derfeteke mezin e ku daxwaza xwe ya ji bo aramiyê, avakirina saziyên Dewletê, sepandina kontrolê, bidestxistina ewlehî û aramiyê ji bo gel û kirina tiştên pêwîst ji bo başkirina rewşa aborî ya xelkê îsbat bike. Bê guman hevsengiyên nazik ên navxweyî û derve wê kontrol dikin, û ev yek beşdariya hemû welatparêzên li Sûriyê hewce dike ji bo zextê bikin da ku ev derfeta pêşkêşkirî rasteqîn be, û diyalogeke niştimanî ya rasteqîn di navbera hemû pêkhateyên gel de li xwe bigire ku bibe sedema lihevkirin û hikûmeteke niştimanî ya berfireh ku zemîna guncav ji bo pêşveçûna bi gavên zelal ber bi aramiyê ve amade bike, û rê li ber avakirina partiyan veke, dawî li çareseriyên bi rêya şerên navxweyî bîne û derbasî karê siyasî bibe li gorî pêdiviyên wê yên naskirî.

 

Komîteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê