Civîna yekem a Desteya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê li bajarê Frankfort

Nûçeyên me:

Civîna
yekem a Desteya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê li bajarê Frankfort
li Elmaniyayê navbera 12-14ê Çileya 2019an hat lidarxistin, Civîn bi gotinekê
ji aliyê xebatkara jin Firdews Elbehra ku endameke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê
ye dest pê kir tê de tekezî li ser beşdariya jinên Sûriyê di hemû qunaxên
xebatê tevî serdestiya mejiyê nêratî û birêvebirina jiyana jinê kir û got ku
Tevgera jinê li Sûriyê hîn di qunaxa avakirinê de ye û rastî rêgiriyê ji aliyê
mêr û jinan ve hat bi taybetî li civakên parêzdar û li cihên ku tevgerên islamî
tundurew kontirol dikin û di axaftina xwe de li ser tevgerê got:
“Bi destpêşxeriyekê ji hejmarek ji jinên leheng yên ku xwestin
rûbirûyê durûyiya di civakeke ku li ser kiriyarine astenghilgir li pêş derfetên
beşdariya jinê di beşdariya siyasî ya wekhev de hatiye avakirin, serbarî
kiriyarine dijî jinê mîna piştguhxistin û dûrxistina civakî, armanca vê
destpêşxeriyê sazkirina pêşeroja Sûriyê û jinên Sûriyê bi rêya pesendkirina
şareseriya siyasî ya ku gerentiya damezrandina dewleta dîmuqratî yekgirtî ji
aliyê xak û gel ve bi hemû pêkhateyên xwe ve dide, bû. Ew yek pêngavek serbarî
pêngavine beriya wê di çarçoveya xebata jinê û xebata siyasî de bû”.

Herweha
Emîndariya Giştî raportek derbarê tevahiya karê xwe û çalakiyên tevgerê di
qunaxa borî de serbarî dîtina siyasî ku tevgerê di karê xwe de ji damezrandinê
ta îro pesend kir pêşkêş kir û behsa astengiyên ku lê pêş tevgerê tên hat
kirin, û di civînê de dîtina siyasî û peyroya navxweyî hat pesendkirin û Emîndariya
Giştî ya nû li gorî peyroya navxweyî hat hilbijartin herweha komîta çavdêriyê
jî hat hilbijartin.

Dawînameya
Tevgerê tekezî li ser yekîtiya xak û gelê Sûriyê di çarçoveya dewleteke
dîmuqratî firehalî de kir, dewleta hemwelatîbûna tevahîdarane ya yeksan ji bo
hemû welatiyên wê bê cudahî li ser bingeha regez û ol û netewe û her tevlîbûn
yan dabeşkirinine din bin herweha tekezî li ser redkirina hebûna her hêzine
biyanî li ser erdê we kir û ew yek bi rêya Çareseriya Siyasî be û dawînameyê
behsa giringiya gehiştin bo destûreke gerentor ji bo mafên welatiyan, û
peydakirina jîngeheke aram ji bo her piroseyeke rêfrandomê yan hilbijartinan ku
ji Desteya Hukumdar tê xwestin, herweha giringiya hewldanê ji bo gerentiya
hemwelatîbûna wekhev ji bo hemû Sûriya, kir.

Herweha
dawînameyê tekezî li ser hewldanê ji bo hebûna jinê di hemû astên derxistina
biriyarê de rêya yeksanbûnê bi mêr re kir, û dosiyaya girtiyên li ser destê
Rêjîmê û aliyên din ên milmilaniyê weke dosiyayeke siyasî mirovî ku divê beriya
her pêngavê were çareserkirin bi nav kir, û giringî da balkişandinê li ser
kiriyarên Rêjîmê û yên aliyên din ên derbarê neçarkirina beşdariyê di
milmilaniya leşkerî de ku azarên Civaka Sûriyê bihtir dikin û bi taybet yên
jinan kir.

Û
tekezî li ser  pabednbûn bi girêdana
dubareavakirinê bi pêngavên piraktîkî rasteqîne û bawerpêkirî berev Vefuhestina
Siyasî, û giringiya eşkerekirina kiriyarên guhertina dîmuxrafî ya rêbazkirî ku
Rêjîm pêk tîne, û giringiya peywendiyê bi hemû bajarên Sûriyê bê ku hêzên
desthilatdar û bi taybetî Rêjîm werin beçavbirin, û redkirina siyasetên
vegerandina bi neçarî derheqê penaberan beriya ku jîngeheke aram û bêlayen were
peydakirin, û dosiyaya penaberan weke dosiyayeke siyasî ne cihê istixlal û
bikaranînê were binavkirin, kir.

Herweha
Nîdal Cocik, endameke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê ye got “Kongirê Tevgerê
baweriyek û hest bi giringiya karê min yê siyasî û encamdana hewline kesayetî
bihtir da min, Her jinekê ji jinên Sûriyê yên bêmînak di Tevgera Siyasî ya
Jinan a Sûriyê de şarezayiyek zêde kir ku ezmûna min dewlemend kir û moralek
berev daneke bihtir dane min”