Bê Jinan… Rewatî Tineye

    Di bin silogana “Bê Jin … rewatî tineye”, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî, dê vê mehê sêyemîn konferansa xwe ya giştî ya sala 2021ê li dar bixe. Ev dirûşm zingilê metirsiyê di rewatiya hemû dezgehên Sûriyê yên li ser erdê kar dikin, li seranserî xaka sûriyê, lêdide.

    Ji ber ku em bi çavên xwe dibînin çawa rola jinan a giring, û pêwistiya hebûna wan di hemû movikên çêkirina biryaran de, piştguh dikin. Tevî ku em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, dibînin ku ev pêkenoka hilbijartinan û şanoya xirab a ku rejîma Sûriyê ji bo Beşar el-Esed ji nû ve hilbijêre, ne rewa ye, ji ber ku ne ligorî biryara navdewletî ya hijmar 2254an e, ku tê de gavên ji bo çareseriyek siyasî li gorî encamên Cenevre / 1 / hat birêvebirin; lêbelê heta di vê lîstokê de jî, Wan serê xwe neêşand ji bo ku wêneyê hinekî baştir bikin. Çimkî  her sê berbijêrên vê pêkenoka hilbijartinê nehatin qebûl kirin, bêyî ku ti sidemên redkirinê diyar bikin. Gelo  ji ber ku wan hijmara dengên wernegirtin têrênekir ku Perleman wan wek namzed pêşkêş bike. an jî ji ber ku  destûra sala 2012-an bi zelalî qebûlkirina namzediya jinan ji bo serokatiya Komarê  ne pejirandiye?

           Di heman demê de,  bi heman nêrîna li vê pêkenokê, em dibînin ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî sazûmanên xwe ji nû ve saz dike, da ku dewleteke sazîkirî ava bike, lê em beşdariya jinan tê de kêm dibînin. Ne tenê kêm e, lê ya em dibînin ew hewldana  giringînedan û piştguhkirina rola wan jinên  ku berê di vê hikûmetê de hebûn û cih girtin bûn. Wekî ku wezîra perwerde û xwendina bilind ya vê hikûmetê, Hoda el-Abasî, ku destjikarbirîna xw di daxuyaniyekê de  ragihand, ku di 15ê Nîsana vê sale de weşandi bû, ku piştî bi mehan e nakokî û tawanbarkirinên di nav hikûmetê de, û piştî ku ew rastî neçakiyên giran û bêhêvîkirinan  hatiye, ew destê xwe ji kar dikşîne.

     Em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî, tekez dikin ku ne pêkane  saziyên dewleta rewa, bêyî hebûna jinan di nav wan de, were avakirin. Jin nîvê civakê ne, û di dema veguhêz de, û di hemî qonaxên  pêş de, ew ligel mêran xwedî roleke wekhev bin. Di van salan de jinan gelek êş kişandin û bihayê herî mezin di êş û bêpariyê de dane, û niha ew neçar in ku dewleta xwe ava bikin.  dibe ku gava yekem, ew be ku gef li Komîteya Destûrî bikin, ji bo danîna madeyeke ku kota 30%  ji bo jinan destnîşan bike, heta ku bighêjn wekheviyê di destûra  bê de.  ev jî yekem gava bingehîn e ji bo misogerkirina hebûna jinan li hemî cihên biryargirtinê û di hemî dezgehên hilbijartî de, ji astên herî nizm ên li gund û herêmê têne temsîl kirin, ta şaredarî û parêzgehan … ta  kursiyên perlemanê, û  hemî sendîka, partî, rêxistin û tevgerên sivîl.

 Komîteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî