Daxuyanî ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê êrîşekê bi çekên kîmawî li ser Dûmayê

Êvara roja Şemiyê 7ê Nîsana 2018an, Rêjîma Esed û bi piştevaniya hevpeymanê xwe yê sereke Rosiya êrîşeke dijwar li ser xelkê bajarê Dûmayê li gundewarê Şamê pêk anî, mûşekên hilgirtî bi madene kîmawî ku bi wirdî ew made nehatine naskirin, bikar anîn, tişta ku li gorî çalavan û karmednên di warê pizîşkî û karmendên bersivdana destpêkî li navçeyê hatiye piştrastkirin ku ta niha di encama wê êrîşê de bihtirî 100 kesî bûne qurbanî, di nav de zarok û jin û sivîline bêçek hebûn, û hîn jî hejmara qurbaniyan berev zêdebûnê ve ye.

Ha va ye Rêjîma Esed û hevpeymanên xwe komkujiyeke din pêk anî û hemû yasa û biriyarên navdewletî û mafên mirovan binpê kirin, ew yek piştî tenê çend rojan ji salvegera yekem a komkujiya kîmawî ku li Xan Şêxûnê encamp da bû re bû tê, ha va ye komkujiyeke din li lîsteyeke dirêj ji binpêkirin û tawanan zêde kir, bê ti sizadan yan pêngavan ji aliyê Civaka Navdewletî ve ji bo rawestandina vê şewatgehê derheqê Gelê Sûriyê.

Em, di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de, dawaz li Civaka Navdewletî dikin ku hemû awayên berdest bikar bîne û pêngavên pêwîst bi lez û yekser bistîne da ku sînorek ji tawanên vî şerî û tawanên dijî mirovahiyê re ku Rêjîm ji heft salan ve bi piştevaniyeke Rosî Leşkerî li ser erdê û piştevaniyeke siyasî di platformên navdewletî de pêk tîne, were danîn. Dem hat ku Civaka Navdewletî bi berpirisiyaretiya xwe rabe û biriyarên xwe bicî bike û hemû desthilatên xwe û hemû awayên berdestên xwe ji bo rawestandina tawanan li şûna weke temaşevanekê li vê komkujiya dubarane raweste ku yek ji sedemên dubarebûna komkujiyê bêdengiya wê û helwesta wê ya lawazdar e, bikar bîne.

Û em daxwaz ji Netewyên Yekgirtî û dezgehên wê yên peywendîdar û pêgirêdayî dikin ku kadirên xwe li navçeyê dimînin çi li Sûriyê bin yan li walatên derdorê bin bişîne û bighîne wê navçeya ku hatiye armanckirin û vekolînekê bi lez û yekser veke û hemû mînak û belgeyan kom bike û alîkariyên pizîşkî yên pêwîst ji bo çareserkirinê bighîne.

Berdewamiya bêdengiya Civaka Navdewletî û nekarîna wê ji bo parastina sivîlan li Sûriyê şermezariyek e li ser eniya mirovahiyê, şermezariyek e ku dîrok dê wê bi bîr bîne.

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

8ê Nîsana 2018an