Daxuyanî ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê girtina jinan ji aliyê “HSD” li Reqayê

Beriya çend rojan Hêzên Sûriyaya Dîmuqratîk (HSD) 25 jin girtin û ew ji bo vekolînê bi wan re derbarê xwenîşandana wan li pêş zîndanê li navçeya Elsewami` li bajarê Reqayê ji bo daxwaza serbestberdana hevjînên wan û dîtina wan da ku herî kêm rewşa wan nas bikin, desteserkirin, pişt re piştî banginan li ser asta xwecihî û navdewletî ew serbest berdan, lê ew hatin neçarkirin li ser manegirtinê û derneketina ti xwenîşandanan imze bikin.

Em di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê bi tundî girtina van jinan bi taybetî û her riftareke binpêkirinê armanca sivîlan bike bi giştî şermezar dikin, em vê buyerê weke derfet dibînin ji bo tekeziyê bikin li ser helwesta xwe ji hemû binpêkirinên li dijî sivîlan, bi taybetî li dijî jinan li seranserî cîhanê û Sûriyê û ji aliyê hêzên Desthilata Dîfaktoyê yên piştevankirî ji aliyê herêmî û navdewletî ve, li vir em amaje bi binpêkirinên li dijî jinan li Efrînê û navçeyên li jêr kontirola Cebhet Elnusa û girûpên Tundirew dikin, û em bêdengkirina sivîlan û bêparkirina wan ji mafê xwenîşandankirina aştiyane şermezar dikin, û em dibînin ku ev riftar ji riftara Rêjîma Esed ne cuda ye ku yek ji sedemên giring bû hişt Gelê Sûriyê derkeve xwenîşandanên aştiyane di sala 2011an de,

Em tekeziyê careke din li ser van pirensîpan dikin:

1-   Dosiyaya girtiyan dosiyayeke ne danûstandinî ye û divê pêşekariyeke bi lez ji bo wê were dan, em bikaranîna wê bi her şêweyî weke kaxeza bihevdanê û gefê û girêdana wê bi piroseyên çareserkirina meydanî mîna vê dawiyê li başûrê Sûriyê hat pêkanîn red dikin, û em tekeziyê li ser pêdagîriya xwe dikin ku ew dosiyayeke jordanûstandinî ye li gorî biriyarên navdewletî peywendîdar.

2-   Çareseriya siyasî ku em piştevaniya wê dikin û pê pabend in di hindirê piroseyeke siyasî tevahî de nabe li jêr kontirolkirina hêzine ku gerentiya azadiya pêkanîna jiyana sivîl û tevgera sivîl ji bo hemû sûriyan nake.

3-   Em bi erênî li her tevgereke aştiyane dinerin û piştevaniya vegera jinên Sûriyê bo qada xebatê dikin, bi taybetî jinên Reqayê yên ku dengê wan hatiye dûrxistin mîna hemû çalakvanên jin û çalakvanên mêr û binpêkirina tevgera sivîl û tevgera jiyanê ji aliyê “DA`IŞ” ve û pişt re ji aliyê hêzên din yên  Dîfaktoyî.

4-   Em van riftaran ji her aliyekî yan hêzê be dibînin ku riftarine ne reweştî ne û divê werin rawestandin û berpirisiyarên wan û yên hemû binpêkirinên derheqê sivîlan werin sizadan.

Dilovanî ji bo pakrewanan û azadî ji bo girtî û windakiriyan û serkeftin ji bo gelê me yê giranbuha

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

18ê Tîrmeha 2018an