Daxuyanî ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê hilmeta leşkerî li Bakurê Rojavayê Sûriyê

Hîn parêzgeha Idlibê û gundewarê bakurê Hemayê û gundewarê rojavayê Helebê rastî êrîşeke dijwar bi hemû corên çekên kujer tên, di encamê de avahiyên sivîl û navendên xizmetguzariyê û bi taybet navendên pizîşkî û bazar û dibistan herifîne û hejmarek ji qurbaniyan jiyana xwe ji dest dan ku piraniya wan jin û zarok bûn, ev hilmet ji dawiya Nîsana 2019an ve berdewam dike tevî ku ev navçe di hundirê rêkeftina Kêmkirina Gurkirinê de ne, ew rêkeftina navbera Rosiya û Turkiyê de ku ji derencamên çarçoveya Astanayê bû, û bi rêya bîrnameya hevtêgiheştinê ku her du welatan Eylûna sala 2018an li ser imze kir hate çespandin.

Bi berdewamiya hilmetê hejmara qurbaniyan û wêrankirin bihtir dibe, ya herî dawiyê jî îro beyanî li bajarê Me`ret Elnu`man bû ku hêzên Rêjîmê bi piştevaniya hevpeymana xwe ya Rosî bazareke gelerî li bajêr armanc kir û bi dehan ji sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Em di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de bi tundî komkujiyên ku hêzên Rêjîmê û hevpeymanên wê derheqê sûriyan de pêk tînin, şermezar dikin, û em daxwaza destwerdaneke rastewxo ji Civaka Navdewletî dikin ji bo xistina fişarê li ser Rêjîmê bi rêya hevpeymanên we û bi taybetî jî Rosiya ji bo rawestandina hemû operasiyonên leşkerî li Sûriyê û pabendî bi yasayên navdewletî ku rêjîmê ew yasa li jêr siya bêdengiya navdewletî li ser tawanên wê derheqê mirovahiyê û tawanên cengî bi rêya armanckirina eşkere ji sivîlan re, piştguh xistine.

Em herweha berpisyaretiyê li stûyê Civaka Navdewletî derbarê tişta ku rastî Sûriyê û gelê Sûriyê ji komkujiyan tê digrin, û em daxwaz ji Welatên Gerentor dikin ku bi berpisyaretiya xwe derbarê pabendiyê bi rêkeftina ku hatiye imzekirin, û bi gerendtiya dûrxistina sivîlan ji her operasiyoneke leşkerî, rabin.

Em bang li Neteweyên Yekgirtî û Encûmena Ewlekariyê û Civaka Navdewletî dikin ji bo rawestandina di cih de ya vê hilmeta dijwar û ektîvkirina proseyeke siyasî berev çareseriyeke siyasî tevahîdarane li gorî daxuyanameya Cinêvê û biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 û rawestandina van hilmetên leşkerî derheqê gelê Sûriyê yê ku baweriya wî qet nemaye bi yasayên navdewletî û siloganên mezinkirî derbarê mafên mirovan ku rojane bi tundî têne binpêkirin bê tu tevgereke cidî ji bo rawestandinê yan sizadana pêkînerên we,

Dilovanî ji bo pakrewanan û azadî ji bo girtî û revandiyan û serkeftin ji bo gelê me yê giranbûha

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Duşem 22ê Tîrmeha 2019an