Daxuyanî ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê hilmeta leşkerî li Başûrê Rojavayê Sûriyê

Di çend rojên borî de gurkirineke leşkerî ji aliyê Hêzên Rêjîma Sûriyê ve bi piştevaniya hevpeymanên wê pêk hat, armanca navçeya Başûrê Rojavayî li Sûriyê û bi taybetî navçene berfireh li parêzgeha Deraayê dike, ku di encamê de hejmarek qurbanî û birîndar derketin û tevgereke derbideriyê ya xelkên navçeyê dest pê kir. Û armanca vê gurkirinê weke em nas dikin ji Rêjîmê desteserkirina piroseya siyasî û ferizkirina dîfaktoyê li ser Opozisiyona Siyasî ya Sûriyê ye ji bo pejirandina çarenan ku ne di asta daxwaziyên Gelê Sûriyê bi azadî û rûmetê de ye, ev gurkirin tê wateya berdewamiya Rêjîmê ji kiriyarên xwe re ku dighin asta tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê ji bo neçarkirina Gelê Sûriyê da ku desthilata wê bi destekî ji hesinî bipejirîne ku Gelê Sûriyê ji bo ji wî destî rizgar bibe derketibû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev navçe ji navçeyên Kêmkirina Gurkirinê li gorî rêkeftinekê di sala 2017an navbera Urdun û Wîlayetên Yekgirtî û Rosiyê bû û ev hilmet binpêkirineke eşkere ye ji vê rêkeftinê re û Rêjîm ji wê yekê dixwaze istifzaza girûpên li Başûr dimînin dike ku rêz li rêkeftina Kêmkirina Gurkirinê ji bo gerentiya silametiya sivîlan li navçeyê girt, û berê wan da meydana şer da ku wan weke behane ji bo berdewamiyê di hilmetên leşkerî ku armanca navçene ku sivîl lê dimînin dike, bikar bîne û wan neçar bike van navçeyan radestî Rêjîmê bikin. Ev hilmet ji aliyê Civaka Navdewletî ve rastî bêdengî û revîn ji berpirisiyaretiya xwe ya mirovî û reweştî hat, ev kêmxemiya navdewletî gilopa kesk dide Rêjîmê da ku vê hilmetê berdewam bike û nişteciyên navçeyê dane pêş du bijardeyan, yan razîbûn bi desthilata Rêjîmê yan koçberkirin, û ev yek li navçene din ên Sûriyê di vê dawiyê de rûda. Û weke me dît, piraniya xelkê, navçeyên ku Rêjîmê kontirol kirine, devjiberdan ji bajar û bajarok û malên xwe hilbijartin – Yan tişta ji wan maye – û derbiderî navçene derveyî kontirola Rêjîmê bûn tevî metirsiya jiyanê li wan deran bi sedema armanckirina wan ji aliyê Hêzên Rêjîmê û hevpeymanên wê ve, ew yek zêdebûna xelkê li wan navçeyan bihtir dike û bi xwe re metirsiyên encamdana komkujîne bihtir û hejmareke bihtir ji qurbaniyên bêguneh, zêde dike.

Em di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de daxwaz ji Civaka Navdewletî dikin ji bêdengiya xwe derbarê vê hilmetê derkeve ku bihtirîn zerermend jê sivîlên li Başûrê Sûriyê ne, ew yek ji encama kiriyarên Rêjîmê bi piştevaniya hevpeymanên wê ye ku armanca sivîlan dike û wan weke alavên cengê û fişarê ji bo bidestxistina serkeftinine leşkerî bikar tine, û em bang li Civaka Navdewletî dikin bi erkên xwe yên mirovî û reweştî û yasayî rabe, ji bo rawestandina sûlava xwînê û destwerdan bi hemû awayên wê yên berdest ji bo xistina fişarê ser Rêjîm û hevalbendên wê ji bo rawestandina hilmetên leşkerî li hemû navçeyên Sûriyê, ku Gelê Sûriyê datîne pêş bijardeya razîbûn bi mana Rêjîmê yan mirin yan derbiderbûn û koçberî berev welatên derdor û dûrtir jî.

Dilovanî ji bo pakrewanan û azadî ji bo girtî û windakiriyan û serkeftin ji bo Gelê me yê Giranbuha

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

24ê Hizêrana 2018an