Daxuyanî ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê hilmeta Parastina Sivîlan

Ji heft salan ve, sivîlên Sûriyê rastî kuştin û mirin û koçberkirin û dorpêçkirin û hejarî û tinebûna xizmetguzariyên sereke tên, ku Rêjîm û hevalbendên xwe berpiriyaretiya herî mezin di ber wê yekê de hildigrin, bi rêya berdewamiya bombebarana bêserûber ji bo navçeyên Opozisiyonê, bombebarana ku armanca sivîlan dike ji jin û mêr û zarokan, herweha Rêjîm nevçene ku li jêr kontirola Opozisiyonê de ne, dorpêç dike, û xizmetguzariyên sereke li ser wan navçeyan qedexe dike û rênade alîkarî derbas bibin, serbarî koçberkirina bi neçarî ku bû sedema derbiderbûna derdora heft meliyon welatiyî di hindirê Sûriyê de, û koçberiya derdora pênc meliyon welatiyên Sûriyê bo welatên cîran û welatên dûr.

Roj piştî rojê jiyana Sûriyan zehmetir dibe, Rêjîm tawantir dibe, Rêjîmê ji dema lidarxistina Gera dawîn a Cinêvê ve, bi niyaz berê xwe da bombebarankirineke bêrawestan li ser navçeya Xûtaya Rojhilat bi hemû corên çekan, ew navçeya ku ji deh salan ve dorpêç kiriye û alîkarî li ber qedexe kirine, û ta weke îro jî rênade beşekî mezin ji nexweşên wê navçeyê ku ji ber kêmbûna xwarin û dermanan dimirin, derkevin.

Rêjîm û hevlabendên xwe bombebarankirin li ser navçene cor bi cor yên Idlibê gur kirin, ew yek bû sedema derbiderbûna derdora 200 hezar kesî, ku îro li çolan bê ku ti pêdiviyên wan yên sereke ji av û xwarin û derman û germahî yan konan ku di vê sermaya dijwar de berê xwe bidinê, dimînin.

Weke piştevanî ji gelê me re, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê bi hevkariyê li gel Ofîsa Ragihandinê ya Hêzên Şoreşê, hilmetek ragihand:

#Em li kêlek sivîlan rawestin yan #StandWithCivilians ji bo ronahîxistin li ser azarên sivîlan li #Idlibê û li #Xûtayê û li # Elristinê û li seranserî #Sûriyê.

Armanc ji vê hilmetê gihandina dengê gelê me yên di van navçeyan de bo Civaka Navdewletî, û Raya Giştî ya Cîhanî ye, dibe ku ev qêrîn wijdanê cîhanê bihejîne, da ku li ser karesata Sûriyan raweste, û bi berpirisiyaretiya xwe ya mirovahî û reweştî û yasayî binere ji bo destê alîkariyê bo Gelê Sûriyê dirêj bike, û fişarê bixe ser Rêjîma Sûriyê û hevpeymanên wî ji bo tawanên xwe li dijî Gelê Sûriyê rawestînin, hilmeta me Torên Civakî û Alavên Ragihandinê li xwe girtin, herweha endamine Tevgerê karîn daxwaziyên me bighînin Neteweyên Yekgirtî û Rêxistinên wê û karîn bighînin hemû Rêxistinên Mirovahî yên Navdewletî.

Em di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de, tevî hastên me bi nekarî û bêhêviyê derbarê meznahiya karesata ku gelê me tê de dijî, em soz didin ku em hemû şiyanên xwe bikin da ku em li kêlek wî rawestin û alîkariya wî bikin, û berdewamiya xebatê li dijî Rêjîma Diktatoriyetê heta bicîkirina daxwaziyên ku gelê me ji bo wan derket bi azadî û rûmet û dadweriyê, heta avakirina dewleta dîmuqratiyê ya nê li ser bingeha hemwelatîbûna yeksan, û sizadana her kesê ku tawan derheqê gelê me de pêkaniye, û pêşkêşkirina wî ji bo dadweriyê.

Serkeftin ji bo Gelê Sûriyê yê Giranbuha

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

11ê Çileya 2018an