Daxuyanî ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê koçberkirina bi neçarî û girêwa Elfûaa û Kefreya

17ê Tîrmeha 2018an, Desteya Tehrîr Elşam (Bereya Elnusra ya berê) ji aliyekî ve û Îran jialiyekî din ve girêwek li ser herdu bajarokên Elfûaa û Kefreya imze kir û li gorî wê girêwê divê niştecî û çekdarên li herdu bajaran piştî girêwa herî dawî di Adara 2017an navbera herdu aliyan de, mane derkevin ku ew girêw bi dosiyaya “Herçar bajar” hat naskirin ku di wê demê de hejmarek ji nişteciyên herdu bajaran hatin derxistin û bo navçene jêr kontirola Rêjîmê hatin veguhestin beramberî koçberkirina nişteciyên herdu bajarokên Elzebedanî û Medaya bi neçarî bo Bakurê Sûriyê.

Di vê girêwê de derdora 1400 girtiyî ji zîndanên Rêjîma Sûriyê û derdora 40 girtiyî ji zîndanên Hizbulaha Lubnanî ji şervanên Tehrîr Elşam hatin derxistin. Û Derbarê girtiyan, rêjeyeke kêm ji wan ji kesên ku beriya 2013an hatibûn girtin bû lê rêjeya herî mezin –derdora 70% – ji wan kesên ku di herdu salên 2017 û 2018an de hatibûn girtin bûn û piraniya wan li navçeyên lihevhatinanê di herdu mehên borî de ji aliyê Rêjîmê ve hatibûn girtin bûn û piraniya wan ji ber tometên tawanî girêdayî bi kiriyarên wan yên talankirin û diziyê “Tafîş “li van navçeyan piştî koçberkirina nişteciyên wan hatibûn girtin.

Em di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê ji ber van sedeman vê girêwê şermeza dikin:

1- Mîna van girêwan dikevin di çarçoveya siyaseta koçberkirina bi neçarî û guhertina dîmuxrafî de û em dibînin ku derketina niçteciyan ji her navçeyeke Sûriyê mîna li vir li Deraa û li Efrîn û li Hims û li Şam û gendearên wê rûdaye xizmeta van siyasetan dike ku dighin asta tawanên dijî mirovahiyê û tawanên cengê û devê hemû aliyê destên wan di vê yekê de heye werin sizadan, ew siyaseteke ku di pileya sereke de Rêjîmê ji bo valakirina hin navçeyan bi timamî ji nişteciyên wê pêk anî û hin aliyên din  jî ew yek li navçene din pêk anî.

2- Dosiyaya girtiyan dosiyayeke nedanûstandinî ye û em bikaranîna wê weke kaxezeke pevguhertinê û girêdana wê bi dosiyaya çareserkirina meydanî ji aliyê aliyên dîfaktoyî ve û bi awayekî neberpirisiyarane û derveyî çarçoveya hewlên hatine kirin di dosiyaya girtiyan de ji aliyê aliyên fermî peywendîdar û aliyên pêdagîr bi serbestberdana girtiyên jin û yên mêr de ku rastî metirsiyê ji ber işkence û terorkirinê di zîndanên Rêjîmê de tên, red dikin, û bi taybetî bikaranîna wê di girêwekê de ku xizmeta berjewendiyên alîne gumandar û destwerdêr di binpêkirinan derheqê Gelê Sûriyê de dike.

3- Çareseriya siyasî ku em piştevaniya wê dikin û pê pêdagîr in di çarçoveya siyaseteke firehmendane de ye li gorî biriyarên navdewletî peywendîdar û em dibînin ku ev çareseriya siyasî bi hebûna hêzine alîkar di pêkanîna tawanan derheqê Gelê Sûriyê de bi rêya kiriyarên ku koçberkirina bi neçarî û guhertina dîmuxrafî li Sûriyê pêk tine nayê bicîkirin.

Em di Tevgera Siyasî a Jinan a Sûriyê de daxwaz ji Civaka Navdewletî dikin hemû tedabîr û awayên berdestê wê bistîne ji bo danîna sînorekî ji tawanên derheqê Gelê Sûriyê de têne pêkanîn û dest bi danîn û bicîkirina pêngavên piroseya sizadana berpirisiyarên di ber hemû tawanên ku li Sûriyê têne pêkanîn bike, û Em daxwaza avakirina dadgeheke taybet bi tawanên cengê bi rêya Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî derveyî Encumena Ewlekariyê ya ji ber vîtoya Rosî ji bo sizadana tawanên cengê li Sûriyê ji hemû aliyan û di serî de Rêjîma Esed ji kar ketiye weke mîkanîzmekê ji bo ektîvkirina çareseriya siyasî ya dadwerane û rêgirtin li ber pêkanîna tawanine bihtir.

Dilovanî ji bo pakrewanan û azadî ji bo girtî û windakiriyan û serkeftin ji bo gelê me yê giranbuha

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

22ê Tîrmeha 2018an