Daxuyanî ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê kongirê Astana Neh

Di 15ê Gulana 2018an de kongirê Astana Neh bi amadebûna hersê welatên Gerentor û nûnrtin ji Rêjîm û Opozisiyonê hat lidarxistin, Dawînameyek ji kongir derket tê de tekeziyê li ser yekîtiya xaka Sûriyê dike û tekeziyê li ser navçeyên nav lê tên kirin Navçeyên Kêmkirina Gurkirinê dike.

Bi xwendineke destpêkî ji dawînameyê re cudahiyeke mezin navbera tişta tê te hatiye û riftarên hersê welatên Gerentor li ser erdê tê diyarkirin, di demê ku tekeziyê li ser Navçeyên Kêmkirina Gurkirinê ku ji gera Astana ya Yekem ve hatine çesipandin, dike, Em dibînin ku Rêjîm wan navçeyan bin pê dike û wan vedigerîne bo navçeyên li jêr kontirola xwe bi piştevanî û beşdariyeke leşkerî mezin ji Rosiya û Îran, vê dawiyê Rêjîmê karî Xûtaya Rojhilat û Gundewarê Himsê yê Bakurî û Gundewarê Hemayê yê Başûrî bi rêya şerekî dijwan ji aliyê Rêjîmê ve tevî ku ew navçe di hindirê Navçeyên Kêmkirina Gurkirinê de ne, kontirol kirin. Di demê ku dawîname behsa mafê derbideran bi vegerê bo navçeyên xwe yên resen dike, koçberkirin li hemû navçeyên Sûriyê yên nakokî li ser tê kirin berdewam e, çi li hindirê rêkeftinên ku Rosiya serpereştiyê dike, û rêkeftina vê dawiyê li Gundewarê Himsê yê Bakurî û Gundewarê Hemayê yê Başûrî û Başûrê Şamê, yan li Efrînê.

Mîna berê di çarçoveya Astanayê de encam dabû, hewlek ji desteserkirina dosiyaya herî êşdar li Sûriyê hebû, Dawînameyê babeta girtiyên jin û yên mêr li xwe girt û ew bi komîtine taybet ve girêda, ew desteserkirin xwedî bandoreke nerênî li ser vê dosiyayê hebû, ji hemû rêkeftinên vê dawiyê hat dûrkirin û weke her carê li wan rêkeftinan ti serbestberdan ji ti girtiyên jin û yên mêr re nehatin encamdan, bi wê yekê ti pêşketin di vê dosiyayê de bi rêya civînên Astanayê yek li pişt yekî nehat kirin.

Lê ya herî metirsîdar di dawînameya Astanayê de biriyara veguhestina civînên bê bo bajrê Soçî yê Rosiyê bû, ew yek bi tenê hewleke dana rewayetiyeke navdewletî bo çarçoveyeke girêdayî bi Dosiyaya Sûriyê ye li Soçî bi rêya veguhestina danpêdana navdewletî ku Astana wergirt bi rêya veguhestina civînan bo Soçiyê, ew yek hewlek ji bo vekişandina Dosiyaya Sûrî ji çarçoveya Cinêvê û desteserkirna Rosiya bi wê bi piştevaniyekê ji welatên Gerentor li Astanaê.

Em di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de dibînin ku ti çareserî li Sûriyê ji bilî çareseriya siyasî di çarçoveya Cinêvê û bi serpereştiya Neteweyên Yekgirtî, li gorî daxuyaniya Cinêv 1 û biriyara 2254 û biriyarên navdewletî peywendîdar tuneye, ji bo wê yekê em tekeziyê li ser metirsiya veguhestina civînên Astana bo Soçiyê dikin, û Em daxwaz ji Opozisiyona Sûriyê dikin çendîn fişar jî hebin ew ji bo Soçî neyê kişandin, û em daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî dikin ku dan bi civînên ku biriyar e li Soçî werin li dar xistin nede, û çareserkirina Doza Sûriyê di çarçoveya Cinêvê de bimîne ta bicîkirina daxwaziyên Gelê Sûriyê bi azadî û dadwerî û hemwelatîbûna yeksan li jêr dewleta dîmuqratî firehalî nû serbixwe de.

Dilovanî ji bo pakrewanan û azadî ji bo girtî û windakiriyan û serkeftin ji bo Gelê me yê Giranbuha

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

17ê Gulana 2018an