Daxuyanî ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê ragihandina Serokê Emerîkî ji danpêdanê bi serweriya degîrkeriya Israîlî li ser Colanê

Serokê Emerîkî Donald Tramp roja Pênşemê 21ê Adarê di rêya torên civakî  ≫ Tiwîter≪ piştgiriya xwe ji danpêdanê bi serweriya dergîrkeriya Israîlê li ser Colana dagîrkirî ji sala 1967an ve ragihand.

Em di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de vê gavê ji Serokê Emerîkî şermezar dikin û em dibînin ku binpêkirinek e ji biryarên Neteweyên Yekgirtî  re û ji wan biryara Encûmena Ewlekariyê 497 (1981)  li gorî benda yekê dide xuyakirin ku “Biryara Israîlê di sepandina yasa û desthelatdarî û rêveberiya xwe li ser bilindahiyên Colana Sûrî ya dagîrkirî jinavbirî ye û ne rewayî ye û bê karabûneke yasayî li ser asta navdewletî ye”  û di denda duyem de ji heman biryarê daxwaz”  ji Israîlê, wke hêza dagîrker, kir ku biryara xwe yekser reş bike.”

Bilindahiyên Colanê ji berê de û ta niha xakeke Sûrî ye ji aliyê dujminkariya Israîlê ve dagîrkirî ye, û gelê Sûriyê ji berê de û ta niha li ser daxwaz û mafê xwe di vegerandina her bostekê ji xaka Sûriyê ya dagîrkirî û di serî de jî Colanê bi hemû şêweyên rewa li gorî yasayên navdewletî rijd e û jê nehatiye xwar. Û em daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî û Encûmena Ewlekariyê dikin ku helwêstekê li gor biryarên xwe bistîne û kar ji bo rawestandina vê yekê û binpêkirinên din ji aliyê dagîrkeriya Israîlî ve di derheqê gelê Sûriyê û gelên din ên herêmê de rawestîne.

Û em di Tevgerê de dibînin ku helwêsta Serokê Emerîkî serbarî helwêstên berê yên Rêveberiya Emerîkî yên girêdayî bi dagîrkeriya Israîlî ve gaveke din e  armanc jê rêgirîkirin ji piroseya aştiyê di Rojhilata Navîn û gefxwarin li ser ewlehiya cîhanî di lixwegirtina siyasetên ku dihêle herêm bibe golek ji milmilaniya berdewamane, û aştiya berdewam bê vegerandina xakê ji xwediyên resen – Gelê Sûriyê – cî bi cî nabe û gava yekem di cîbicîkirina biryarên navneteweyî yên peywendîdar de ye .

Em nêzîkbûn û hembêzkirina berçav ya Rêveberiya Emerîkî ji dagîrkeriya Israîlî re li ser hesabê mafên gelê Sûriyê û gelên din yên herêmê red dikin, û ew yek handanek li ser berdewabûnê di kiryarên dijî yasa û biryarên navdewletî ye. Em di Tevgerê de hişyariya van kiryaran didin ku di encamê de dê Rêjîma Sûriyê berdewamî di hebûna Îranî li xaka Sûriyê bi bihaneya rûbirûbûna dagîrkeriya Israîlî bîne, ev yek dê ne ji berjewendiya gelê Sûriyê be û em dibînin ku ew yek berûvajiyê stratîjiya Emerîkî di rêgirî û kêmkirina hebûna Îranî di herêmê de ye.

Dilovanî ji bo pakrewanan û azadî ji bo girtî û windakiriyan û serkeftin ji bo gelê me yê giranbuha

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

23ê Adara 2019an