Daxuyanî ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê raporta Neteweyên Yekgirtî li ser tuntûtûjiya sêksî li Sûriyê

Di 15ê Adarê de, û bi helkefta salvegera heftan a Şoreşa Sûriyê, Komîta Vekolînê ya Navdewletî ya Serbixwe ya bi ser Neteweyên Yekgirtî, û bi taybetî li Sûriyê, raporta xwe li ser tundûtûjiya sêksî û tuntûtûjiya li ser bingeha ragezî li Sûriyê, raportê balkişand li ser wî corê tundûtûjiyê ku ji aliyê hemû aliyên milmilaniyê ve tê pêkanîn, ji sala 2011an ve ta Berçileya 2017an, ku dide diyarkirin Rêjîm û milîsên bi ser ve bi şêweyekî rêbazkirî tundûtûjiya sêksî û tundûtûjiya li ser bingeha regezî li dijî bi hezaran ji jin û keç û mêr û lawan pêk anîne. Komîtê da diyarkirin ku Rêjîm berpirisiyaretiya herî mezin derbarê van kiriyarên ku dighin asta tawanên li dijî mirovahiyê, hildigre.

Weke komênt li ser raportê, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê tekeziyê li ser wê yekê dike ku ev tawanên kirêt, yên di raporta Neteweyên Yekgirtî de bi zelalî hatine diyarkirin, beşek e ji istiratejiyeke eşkere ji bo çandina tirs û serçemandinê û sizadana her kesê ku bi dîtina Rêjîmê dijber e yan layengirê Opozisiyonê ye.

Ev tawan ne tenê di navendên desteserkirinê de hatine pêkanîn, lê di dema êrîşên bejayî û avêtin li ser malan, û di xalên pişkinînê de jî. Îro gelek ji sivîlan rastî heman metiriyê tên. Û di çarçoveya nebûna ti tedabîrine navdewletî tund ji bo parastina wan, bêguman wê bi hezaran ji keç û jin û mêran rastî heman hovîtiyên ku di raportê de hatine werin.

Îro ew sivîlên bêguneh ku rastî wan tawanên dubareyane yên rêbazkirî ji aliyê Rêjîma Sûriyê ve hatine encamine tendurustî û derûnî yên wan tawanan bi xwe re hilgirtine, dibe ku em nikaribin qet alîkariya wan kesên ku rastî wat tawanên kirêt ji Sûriyan hatine ji bo çareseriya ji aliyê tendurustî û derûnî ve bikin, lê hîn em dikarin gelek kesên din ji bilî wan ji rûbirûbûna heman çarenivîsê rizgar bikin, eger biriyar û pirensîpên navdewletî hema carekê bi tenê jî li Sûriyê werin bicîkirin.

Ji aliyekî din ve, divê Civaka Navdewletî hemû awayên berdest ji bo gerentiya sizadana hemû berpirisiyarên di ber tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê li hindirê Sûriyê bişopîne, ew yek xaleke sereke ye ji bo her çareseriyeke siyasî çalakane berdewam.

Li ser wê yekê, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê bang li Civaka Navdewletî dike ji bo:

·        Standina hemû tedabîrên pêwîst û bi lez ji bo bicîkirina belgenameyên navdewletî ku behsa parastina sivîlan ji tawanên tundûtûjiya kirêt dike ku  Rêjîma Sûriyê û hevpeymanên wê pêk tînin, nexasim derheqê jin û zarokan, li hemû navçeyên Sûriyê.

·        Fişarxistin li ser Rêjîma Sûriyê ji bo serbestberdana hemû girtiyên jin û yên mêr ku ji ber çalakiyên xwe yên siyasî û hawarçûnê hatine girtin û eşkerekirina çarenivîsa windabûyên bi neçarî yên jin û yên mêr.

·        Piştevaniya hemû awayên bicîkirina lêpirsîn û sizadanê, yan bi rêya dadweriya navdewletî û xwecihî be, yan bi rêya avakirina dadgeheke pispor di rêya Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekgirî re ji bo dadgehkirina tawankarên cengê.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

20ê Adara 2018an