Daxuyanî ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê terorkirina heru çalakvan Ra`id Elfaris û Hemûd Cinêd li KefirNubul

Roja Înê 23ê Mijdara 2018an, Civaka Sûriyê rastî şokeke mezin hat bi terorkirina herdu çalakvan Ra`id Elfaris û Hemûd Cinêd li ser destê nenasinên rûnuxmandî li bajarê KefirNubulê bûye simbolek ji şoreşa azadî û rûmetê re bi rêya siloganên wî yên ku hêviyên Gelê Sûriyê derbirandin û dengê wî gihand cîhanê.

Em di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de vê tawana hovane bi tundî şermezar dikin, û behîdariya xwe ya dilsoz ji herdu malbatên şehîdan û hemû Gelê Sûriyê re pêşkêş dikin, em di heman demê de daxwaz ji welatên xwedî bandor û yên gerentor dikin ku li ser vê tawana kirêt rawestin, û bi berpirisiyaretiya xwe ya reweştî û siyasî di parastina sivîlan û rêgirî li ber dubarebûna van tawanan rabin, ku armanca wê hilweşandina bingehên Şoreşa Sûriyê di azadî û rûmetê û jinavbirina diktatoriyetê ye.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê dibîne ku şopandin û terorkirina dengên azad di ragihandinê de ziyanek e ne tenê ji Şoreşa Sûriyê re ye lê belê ji hemû civak û rêxistin û welatên ku rêzê li mafên mirovan digrin û hewla çesipandina zimanê giftûgoyê li şûna kirêtiya siyaseta kuştin û terorkirinan re ye, ku Rêjîmê ew yek bi rêbazkirin pêkanî û hevşêweyê wê yekê hemû hêzên tekfîrî û di serî de “DA`IŞ” û Elnusra jî pêk anî. Em bang li gelê xwe û hemû bawermendên bi şoreşa azadî û rûmetê dikin ku van kesan şermezar bikin û li dijî wan derkevin.

Ji ber vê yekê Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê daxwaz ji Civaka Navdewletî dike bi berpirisiyaretiya xwe bi timamî derbarê vê tawana genî ku ji tawan û komkujiyên raserî sûriyan hatine çi li ser destê Rêjîma Esed be, yan ji aliyê tundurewan be (Rêxistina “DA`IŞ” û Desteya Tehrîr Elşam) cuda nabe, rabe. Li gel tekezkirin li ser giringiya danîna mîkanîzimine dadwerane ku gerentiya şopandin û sizadana berpirsiyarên di ber hemû tawananên li Sûriyê ji hemû aliyan ve pêk hatine, dike.

Dilovanî ji bo pakrewanan û azadî ji bo girtî û windakiriyan û serkeftin ji bo gelê me yê giranbuha

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

24ê Mijdara 2018an