Daxuyanî ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê veguhestina baliyozxaneya Emrîkî bo Qudsê

Roja 14ê Gulana 2018an Rêveberiya Emrîkayê baliyozxaneya xwe bo bajarê Qudsê veguhest, weke bersivdan li ser vê yekê welatiyên Filestînî desketin xwenîşandanên mezin tê de Artêşa Isra`îlê gule berdan xwenîşanderan, di encamê de bi dehan şehîd û birîndar ketin. Bicîkirina serokê Emrîkî Tramp ji biriyara veguhestina baliyozxaneyê binpêkirinek e ji Yasaya Navdewletî û biriyarên Encumena Ewlekariyê re ya ku ev riftara neberpirisiyarane şermezar kir ku istifzazek e ji filestîniyan bi taybetî û ji ereban re bi giştî û sînordarkirina her çareseriya ku gerentiya bicîkirina aştî û aramiyê di navçeya Rojhilata Navîn de dide.

Em di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de biriyara Emrîkî bi veguhestina baliyozxaneya Emrîkî bo bajarê Qudsê şermezar dikin û dibînin ku şaştiyeke dîrokî ye û hewleke metirsîdar e û em dibînin ku Hikûmeta Emrîkî bi derxistina vê biriyarê, hemû biriyarên navdewletî binpê dike û biriyarên Neteweyên Yekgirtî û lihevkirina navdewletî derbarê çareseriya siyasî û her derfetekê ji bo aştiyê di deverê de piştguh dike, û xetîra şer di navçeya Rojhilata Navîn de vêxistî dihêle, û mafên Gelê Filestînî di azadî û dadwerî û jiyana bi rûmet de piştguh dike herweha bi wê yekê bebûna Dewleta Filestînî jinav dibe û wê dike keyanine biçûk û ji hev cuda bi armanca lawazkirina wê û beravêtîkirina Doza Filestînî.

Serbarî wê yekê em di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de dibînin ku bikaranîna Rêveberiya Emrîkî ji mafê redkirinê (Vîto) li Encumena Ewlekariyê ji bo rêgiriyê li ber derxistina biryara şermezarkirinê derbarê destdirêjiyên Isra`îlî li ser xwenîşanderan û kuştina wan tawanek e ku bikaranîna Rosiya ji mafê redkirinê re bihtirî 10 caran ji bo parastina Esed û li dijî her tawanekê ji tawanên ku derheqê Gelê Sûriyê de bi dirêjahiya heft salan pêk anîne tîne li bîra me. Ji ber wê yekê em dibînin ku tevî newekheviya van hedu welatên cîhanî lê ew herdu wekhev in ji ber ku mafê redkirinê ji bo parastina dagîrkerî û diktatoriyetê û têkşikandina gelan bikar tînin

Bijî azadiya herdu Gelên Filestînî û Sûrî

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

18ê Gulana 2018an