Daxuyanî ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Piştî heft salan, jina Sûrî xebata xwe ji bo dadweriyê berdewam dike

Di salvegera heftan a Şoreşa Sûriyê ya pîroz de, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê weke rêzgirtin li pêş qurbaniyên bêjimar ku gelê Sûriyê bi jin û mêran ve pêşkêş kir û hîn jî pêşkêş dike ji bo bidestxistina azadî û dadwerî û dîmuqratî û wekheviyê, radiweste û bang li Civaka Navdewletî dike ji bo standina hemû tedbîrên pêwîst ji bo bidawîkirina kuştîgeha dirindane li welatê me yê xoşewîst.

Beriya heft salan, Welatiyên Sûriyê jin û mêr û zarok, li seranserî Sûriyê daketin kolanan, tije hêvî bi bidawîbûn ji Rêjîma Diktator ku bi dehên salan dirêj kir,bûn, banga azadî û rûmet û dadweriyê dikirin, daxwaza dewleteke dîmuqratî ji bo hemû Sûriyan dikirin, Rêjîm rûbirûyê xwepêşanderên aştiyane bi tundûtûjiyeke dirindane hat, gehişt asta kuştin û girtin û işkencekirina xwepêşanderan, roj piştî rojê tawanên hovane yên Rêjîmê bihtir bûn ta gehişt asta bombebarankirina bêserûber û windakirin û koçberkirina neçarî û işkence û kuştinê bi hemû corên çekan, di nav de Çekên Kîmawî jî, û dorpêçkirin û birçîkirinê, ew yek bi derêjahiya heft salan bû sedema kuştina bi sed hezaran ji welatiyên Sûriyê, piraniya wan ji sivîlan bûn, jin û mêr û zarok, û îro em ditirsin ku xeraptirîn rewş hîn di dema bê de be.

Ew hemû tawanên hovane li pêş çav û bihîstina Civaka Navdewletî rûdan, bê ti sizadan ji pêkînerên wan re, û daxwaziyên me bi parastina sivîlan û bicîkirina dadweriyê hatin piştguhxirtin. Û ji ber nekarîna Civaka Navdewletî, û tinebûna vîna rasteqîne li cem wê, û nestandina wê ji ti pêngaveke piraktîkî re, û behaneya wê bi aloziya rewşa Sûriyê, em îro destgirêdayî mane, em dibînin çawa welatê me yê xoşewîst tê wêrankirin, û keç û kurên me têne kuştin.

Lê tevî astengî û rêgiriyan, hîn vîna jinên Sûriyê wek xwe ye, jina Sûrî, ku beşdariyeke çalak di şoreşê de kir, hîn roleke sereke di parastina tevna civakî û piştevaniya malbatan û pêşkêşkirina xizmetguzariyan radibe, nexasim di navçeyên dorpêçkirî de.

Û em ê di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de, di pêdagîriyê bi daxwaziyên Şoreşa Sûriyê de, û bi xebata aştiyane ji bo dadwerî û azadî û wekheviyê berdewam bikin, Em ê pêdagîriyê bi hemû daxwaziyên gelê Sûriyê bi sizadana binpêkerên mafên mirovan û pêkînerên tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê, berdewam bikin. Em ê daxwaza mafên hemwelatîbûna wekhev û azadiyên sivîl û dîmuqratî û desthilata hevpar, û bicîkirina civakeke aram û azad, di sîbera dewleta dîmuqratî firehalî nû berdewam  bikin.

Dilovanî ji bo pakrewanan û azadî ji bo girtî û windakiriyan û serkeftin ji bo gelê me yê giranbuha

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

15ê Adara 2018an