Daxuyaniya Ciwan Keç yên Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê
- updated: December 30, 2024
- |
Em weke Ciwanên Keç û Kur yên di nava tevgera siyasî ya jinan a Sûriyê de, hest bi berpirsyariyeke mezin li hember welat û civaka xwe dikin, û tekeziyê li ser amadebûna xwe ji bo aktîvkirina rola ciwanên keç û kur di avakirin û pêşxistina civakê de dikin. Em hêza livîner ya guhertinê ne, û hîma bingehîn in ji bo bidestxistina paşerojeke baştir, ji ber ku daxwaza me avakirina Sûriyeke ku her kesî hembêz bike ye, bi hemû hizr û ramanên wan ên cihêreng, Sûriyake ku li ser bingehên dadperwerî, azadî, wekhevî û rûmeta mirovî tê avakirin.
Baweriya me bi Sûriyeke azad û demokratîk heye ku her kes tê de bê dûrxistin û cudahî beşdar bibe, ku her pêkhateya civakê di biryargirtinê de xwedî roleke çalak û rasteqîn be û beşdarî hemû aliyên jiyanê, yê siyasî, aborî, civakî û yên geşepêdan bibe ji bo bidestxistina aştiya domdar ku ciwanên keç û kur tê de çîna sereke bin da ku guhertina tê xwestin bi dest bixin.
Em weke Forûma Ciwanên Keç ya Siyasetmedar di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyeyê de di wê baweriyê de ne ku avakirina Sûriyeke nû wê bi vî rengî pêk were:
- Danûstandineke niştimanî li ser zemîneke hevbeş ku ji hemû pêkhate, tex û çînên gelê Sûriyê pêk bê.
- Piştgiriya beşdariya siyasî ya ciwanên keç û kur û peydakirina derfetan ji bo beşdariyê wan di biryardanê de li ser hemû astan.
- Pêşxistina çanda diyalog û toleransê bi rêya belavkirina nirxên aştiyê û prensîbên nehiştina tundûtûjiyê, û avakirina pirên baweriyê di navbera aliyên cuda de ji bo dabînkirina hevgirtina civakî.
- Zêdekirina beşdariya ciwanên keç û kur di geşepêdana domdar de li ser bingeheke niştimanî ji ber ku ew stûnek bingehîn in di prosesên nûavakirinê de û bihêzkirina aramiya aborî, ji bilî rola wan a sereke di afirandina destpêşxeriyên civakî, jîngeh û tenduristiyê de ji bo bidestxistina vejînek berfireh ku hewcedariyên nifşên niha û yên pêşerojê li ber çavan digire.
- Bicîhanîna dadweriya veguhêz bi rêya berpirsiyarkirina kesên ku binpêkirin û tawanan kirine bi awayekî dadperwer û zelal, her wiha dabînkirina mafên mexdûran û qerebûkirina wan û malbatên wan ku ev yek dibe sedema xurtkirina baweriyê bi saziyên dewletê yên pêşerojê re.
- Ciwanên Keç û kur stûneka bingehîn in ji bo bidestveanîna lihevhatina niştimanî û bihêzkirina aramî û hevkariya niştimanî, û roleke wan a sereke di avakirina pirên têgihîştinê, bihêzkirina yekrêziya civakê û dabînkirina paşerojeke berdewam û berfireh ji bo hemûyan heye.
- Dabînkirina aramiya ewlehiyê bi rêya bêçekkirina aliyên nefermî.
- Pêkanîna ewlekariya civakê bi rêya dûrxistina ciwanan ji xebata çekdarî û vegerandina wan li nav civakê de di çarçoveya bernameyên niştimanî de li gorî biryara Encûmena Ewlekariyê 2250 ya derbarê keç û kurên ciwan.
- Parastina jin û mêrên ku ji girtîgehê rizgar bûne, parastina rûmeta wan û rêzgirtin li êşên wan. Ji bo vê yekê divê ji hêla psîkolojîk, civakî û aborî ve piştgirîya pêwîst ji wan re peyda bibe, ji bilî vê yekê, divê îstismarkirina çîrokên wan bê betalkirin, û serpêhatiyên wan ji bo mebestên nemirovane an ne qanûnî bikar neyên.
Em pabendiya xwe ji bo avakirina Sûriyeyeke azad û demokratîk ku her kesî bê cudahî hembêz bike, ku tê de ciwanên keç û kur hêza livîner a guhertin û afirandina pêşerojeke geş û domdar bin, teqez dikin.
Bijî Sûriyaya azad û demokratîk
Bijî gelê Sûriyeyê yê Mezin
Foruma Jinên Ciwan ên Siyasî di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de
Duşem, 30 Kanûna pêşîn, 2024