Daxuyaniya Tevgera Siyasî Ya Jinan a Sûrî Derarê Rêgiriya Lidarxistina Kongira Eniya Niştimaniya Demokrat (CÛD) Ji Aliyê Rejîma Sûriyê ve

Daxuyaniya Tevgera Siyasî Ya Jinan a Sûrî Derarê Rêgiriya Lidarxistina Kongira Eniya Niştimaniya Demokrat (CÛD) Ji Aliyê Rejîma Sûriyê ve

   Gelî Sûriyan, hemî hêzên siyasî yên niştimanî li Sûriyeya ezîz:

Miletê Sûriyê  her û her êş û azar ji zordariya rejîma serdest kişandiye û hîn jî dikşîne, ew derd û êş  ji despêka tevgera şoreşgerî  di sala 2011an de, di nav van deh salan de, bi zelalî diyar bûne. Ji ber ku vê rejîmê hemû şêweyên tundiyê û binpêkirinê li dijî tevahiya miletê sûrî, bi hemû pêkhateyên xwe,  bikar tîne. Û kiryarên wê yên zordar ên paşîn, ku rêgirî li  lidarxistina konferansa Eniya Niştimaniya Demokrat (CÛD) li Şama paytex kirye,  ew ne kiryareke  xerîb e ji vê rejîma mafyayê û ji  mekanîzmên wê yên dijminkarî ne, da ku her hewildaneke nêzîkbûna niştimanî di navbera pêkhateyên miletê Sûriyê de têk bide, û mafê milet di azadiya raman û çalakiyên siyasî yên ku ne li bin siya rêbaza vê rejîma totalîter û zordar de ne, biperçiqîne.

     Ev  kiryarên hanê dê peyamek eşkere be ji civaka navdewletî re, ku ev rejîm tu tevgera siyasî ya aştîxwaz di hundirê Sûriyê de, bi tu awayî qebûl nake, û çareseriyên siyasî yên di bin serweriya wê de dê aramî û ewlehiyê ji bo Sûriyên li hindirê  an derveyî welat, pêk neynin , ji ber ku ev rejîm astenge li pêşiya her veguherîneke demokratîk a aştiyane li Sûriyê.

    Tevgera Siyasî Ya Jinan a Sûriyê bi tundî van kiryarên zordes ji hêla rejîma Esed ve şermezar dike, ji ber ku ev kiriyar tengkrinê li wan kesên mayî,  yên xwedan ramanên azad û hişmend ku dixwazin çareseriyek siyasî  aştiyane ji bo  rizgarkirina xelkê Sûriyê ji bin barê  vê desthelata stemkar bibînin, ev desthelata ku tenê xema mayîna li ser desthilatdariyê dixwe, nemaze ku ew di demekê de tê , ku miletê me di  xirabtirîn rewşên aborî, ji birçîbûn, hejarî û bihabûna nirxê kelûpelan, dijî.

Bijî Sûriyê bi Gel û Xaka Xwe Ve

Sekreteriya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

28ê Adara 2021ê