Daxuyaniya Tevgera Siyasî Ya jinan a Sûrî ji bo Şermezarkirina Destdirêjiya Seksî li ser Keçeke biçûk li Efrînê

 

    Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê tawana destdirêjiya seksî li ser keçeke sêzdeh salî li gundewarê Efrînê, roja Înê 30.06.2023, ji aliyê çekdarekî ji grûpa “el-Hemzat”  ve bi tundî şermezar dike.

   Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê vê tawanê weke tundûtûjiyeke ku ji ber hevgirtina çend faktoran pêk hatye, dibîne, ji wan fakteran; temenê keçikê li jêr 18 ye, rewşa aborî ya dê û bavên wê yên xwedî pêdiviyên taybet, a xirab, û her weha ku ew kurd e li herêmeke ku ji aliyê desthilatdarên defakto yên ji derveyî herêmê ve tê kontrolkirin. Ev tawan ne ya yekem e ji vî rengî, û dê nebe ya dawîn jî, eger ku tawanbar neyên girtin û ceza kirin, û aloziya ewlekarî û tundûtûjî li navçeyên di bin kontrola komên çekdar ên Artêşa Niştimanî de neyên çareserkirin.

   Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, bang li rayedarên pêwendîdar û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bilez tedbîran werbigirin ji bo lêkolînkirina vê tawanê û hemû tawanên bi vî rengî. Em tekezîyê li ser wê yekê dikin ku pêwîste ew kesên tawanbar bên dadgehîkirin li pêş dadwerîyeke dadmend û bêalî ku ji dezgehên leşkerî serbixwe be, ji ber ku têrê nake ku aliyên leşkerî soz bidin ku dê wan mihasebe bikin.

  Dive nûnerên rêxistinên mafên mirovan karibin beşdarî dadgehan bibin û bi rêkûpêk pêkhînanên wan bişopînin. Ev beşdarbûn ji bo dabînkirina şefafiya karê dadwerî û sepandina dadweriyê bi awayekî adil û serbixwe dibe alîkar. Her weha dive ku bûyer ji aliyê medyaya serbixwe ve bê ragihandin, ji ber ku medya serbixwe  di ragihandin û belgekirina bûyeran de, eşkerekirina tawanên bi vî rengî, nepenîkirina wan û hişyarkirina raya giştî li ser wan roleke girîng dilîze. 

   Her weha; Em desthilata defakto di ber tiştên ku diqewimin de berpirsyar dibînin, û em daxwaz jê  dikin ku ew berpirsiyariyên xwe di parastina  ewlehîya hemû welatiyên jin û mêr de, bê cudahî li ser bingeha nijad, ol û zayendê bi cih bînin. Em bang dikin ku komên çekdar ji nav  kesên sivîl bên derxistin û rê nedin ti alî ku zarokan bikar bînin , an jî tundûtûjîyê li ser bingeha zayendî pêk bînin û rûmeta xelkê heqaret bikin.

   Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê bang li hemû aliyên pêwendîdar û civaka navdewletî dike ku ji bo pêkanîna dadwerî, aştî û mafên mirovî yên berfireh li Sûriyê hevkariyê bikin. Ev hewldan bêyî çareseriyeke siyasî ya berfireh di çarçoveya biryara 2254 ya Encumena Ewlekariyê de, ku aramî û ewlehiya hemû herêmên Sûriyê garantî dike, pêk nayên.

 

Bijî Sûriya bi Xak û Gelê xwe ve

                                  

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyeyê

Şemî, 8ê Tîrmeha 2023an