Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê der barê Rewşa Mirovî ya li Parêzgeha Siwêdayê de
- updated: August 13, 2025
- |
Di bin sêberiya têkçûna dijwar a rewşa mirovî ya li parêzgeha Siwêdayê de, û bi berdewamiya bendên ku li ser tevgera keresteyan hatiye danîn, û ji ber ku alîkariyên ku gihîştine hundirê parêzgehê têra hewcedariyan nakin, em wekî Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê daxwaza tevgereke bilez dikin û dibînin ku pir girîng e rêya di navbera Dîmeşq û Siwêdayê de demildest û bêyî şert û merc were vekirin, ji ber ku ew rêya normal û nêzîktirîn e ku parêzgehê bi paytextê ve girê dide, û damarê jiyanê ye ji bo derbasbûna xwarin û derman û hewcedariyên bingehîn e, lewar jî divê bê ewlehiya wê bê garantîkirin û were vekirin.
Li ser bingeha Rêkeftina Çarem a Cenêvê ku derbasbûna alîkariyên mirovî garantî dike û dorpêça li dijî sivîlan qedexe dike, em tekeziyê dikin ku qutkirina hin rêyan û bangeşeya ji bon hin rêyên alternatîf ên tejî siyaseteke îzolekirinê û cezakirina bikom a li dijî nişteciyên Siwêdayê pêk tîne, û çareseriyeke rastîn nîşan nade, û li dijî peymanên mirovî yên navneteweyî ye. Li ser vê bingehê, em dibînin ku parastina sivîlan, garantîkirina gihîştina alîkariyên mirovî, û garantîkirina azadiya tevgerê ji bo hemûyan di hundirê welat de, mafên bingehîn in ku divê bêyî siyasîkirin werin rêz girtin. Li ser vê bingehê, em daxwaza vekirina rêya sereke ya ber bi Dîmeşqê dikin, û piştrast dikin ku her gavek ber bi başbûna rewşê ve nikare dest pê bike bêyî rêzgirtina li îradeya gelan, û garantîkirina rûmeta wan, û cezakirin kesên ku tawan di derheqê wan de kirine.
Siwêda ne herêmeke veqetandî ye ji Sûriyê, û nabe ku çarenivîs kaxetek be di hevkêşeyên berteng de û gerewa hevtêgihiştinên di ser re be.
Daxwazên me yên siyasî û mirovî di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de, ji dema damezrandina xwe ve, û her heta niha jî daxwazên zelal û neguhêr in: vekirina rêyan, bidawîhênan dorpêçê, parastin û bêlayenkirina sivîlan, bidawîhênan siyaseta cezakirinabi kom, rawestandina hemû cureyan şer, û destpêkirina diyalogeke giştgîr di navbera hemû Sûriyan de ji bo gihîştina bi aştiyeke giştgîr û domdar, û avakirina dewleteke demokratîk li ser bingeha hevwelatîbûna wekhev a temam.
Bijî Sûriye û bijî gelê Sûrî bi hemû pêkhateyên xwe
Sekreteriya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê
Çarşem, 13ê Tebaxa 2025an