Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê aloziyên dawî yên di navbera HSDê û hêzên hikûmeta Sûriyê de

Tevgera Siyasî ya Jinên Sûrî, bi nîgeraniyeke mezin çavdêriya wan alozî û tundûtûjiya dijwar dike ku di du rojên borî de bajarê Helebê di navbera komên ser bi Hikûmeta Demkî û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de rû dane, bi taybetî li taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ku piranî Kurd lê dijîn. Ev ne cara yekem e ku di navbera herdu aliyan de alozî derdikevin, lê dibe ku ev ya herî dijwar be di demekê de ku danûstandinên di navbera herdu aliyan de ji bo cîbicîkirina rêkeftina 10ê Adara 2025an asteng bûne.

Ji ber aloziyan heta niha 5 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane, bi dehan kes birîndar bûne û bi deh hezaran welatiyên sivîl ên bêtawan di rewşeke aborî ya gelek dijwar û pêleke sermayê ya dijwar de koçber û derbider bûne.

Em wek Tevgera Siyasî ya Jinên Sûrî, bêyî ku li îdia û tohmetên ku herdu alî li hevdu dikin binêrin ku kî destpêkê agirbest binpê kiriye û êrîş daye destpêkirin, van xalan dibînin:

  • Berjewendiya Sûriyan di dîtina çareseriyeke siyasî de ye ku bingeha wê maseya danûstandinan be, ne çareseriya serbazî ya ku jiyana sivîlan dixe metirsiya mirin û koçberiyê.
  • Parastina ewlehî û silametîya sivîlan wek berpirsiyariya dewletê tê dîtin û li ser hemû aliyan ferz e.
  • Bikaranîna sivîlan wek karteke danûstandinê ji aliyê ti aliyekî ve nayê qebûlkirin û ev yek wek sûcekî li dijî mirovahiyê tê dîtin.
  • Aloziya serbazî xizmeta berjewendiyên welatên ku destwerdanê li Sûriyê dikin dike û ti berjewendiyeke Sûriyan tê de nîne.
  • Parastina yekîtiya Sûriyê “wek ax û gel” bi destpêkirina diyalogeke niştimanî ya Sûrî-Sûrî dest pê dike, ne bi gurkirina şer û pevçûnên ku Sûrî dibin sotemeniya wê.
  • Avakirina pêngavên baweriyê ji her demê zêdetir bûye pêwîstiyeke lezgîn û yekemîn pêngav jî rawestandin û sûcdarkirina gotara kînê ya di navbera pêkhateyên cuda yên Sûriyê de ye.

Tevgera Siyasî ya Jinên Sûrî li ser bingeha nêrîn û prensîbên xwe yên serekî daxwaza van tiştan dike:

  • Demildest rawestandina karên serbazî di navbera herdu aliyên şerê niha de “Hikûmet û HSD”, aramkirina rewşê û vegera li ser maseya diyalogê.
  • Beşdarkirina hemû hêzên bibandor, bi taybetî hêzên siyasî, da ku her kes berpirsyariyên xwe li hember welatê xwe bigire ser milê xwe û nexşerêyeke ku hemû alî pê pabend bin li gorî biryara Encûmena Asayişê ya hejmar 2254 were danîn.
  • Beşdariyeke rasteqîn a jinên siyasî yên Sûrî, ku berjewendiyeke wan a rasteqîn di avakirina aramî û aştiyeke mayînde de heye.
  • Demildest rawestandina rijandina xwînê û koçberkirina bi zorê ya sivîlan û misogerkirina vegera ewle ji bo kesên ku heta niha derketine.

 

Bijî Sûriyeyeke azad, demokratîk û piralî

Bijî gelê Sûriyê

 

Sekreteriya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî

Pêncşem, 8ê Kanûna Duyem a 2026an