Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya jinan a Sûriyê derbarê berdewamiua hilmeta leşkerî li ser iDlibê

Parêzgeha Idlibê û gundewarê Hemaya Bakur û gundewarê Heleba Rojavayî rastî êrîş û dujmantiyeke hovane bi hemû corên çekên giran tên, di encamê de mal û nexweşxane û bazar û dibistan hatin hilweşandin û qurbanî ketin ku piraniya wan ji zarok û jinan bûn; Ew hilmet ji çend hefteyan ve berdewam e tevî ku ew herêm di nav herêmên kêmkirina asata şer de ye ku navbera Rûsiya û Turkiyê rêkeftin li gor Asîtana li ser hatibû îmzekirin û di rêya yadeştnameya têgihiştinê ya ku navbera herdu welatan Îlona 2018an de hatibû çespandin. 

Ev herêm wek cihekî aram ji 4 milyon kesî ji Sûriyan re ye, piraniya wan ji zarok û welatiyên bitemen in, bêtir ji milyon kesî ji wan koçberkiriyên ji hundrê Sûriyê ne, lewma ji ber wê gurbûna leşkerî  bi sed hezaran ji cî û warên xwe derketin û berê xwe dan herêmên nêzîkî sînorê Turkiyê û li çol û li bin darên zeytûnan yan di konên ku tê de hêsantirîn debara jiyana bi rûmet tune ye bi cî bûn.

Bi berdewamiya hilmetê jimareya qurbaniyan û ziyanên madî zêde dibin , li gorî amarên rêxistinên Sûrî yên ku li ser belgekirinê kar dikin, ji wan Berevaniya Sivîl ya Sûriyê, hijmara qurbaniyan 600 derbas kiriye ji wan herî kêm 80 zarok hene, û ziyan gihiştiye bi dehan ji dezgehên sivîl weke navendên tenduristî  û dibistan û nanxane û bazarên gelêrî û mizgeftan, serbarî ziyanên ji derancamên bikaranîna gaza kilorê li herêma El Kebîne, û şewitandina rûberine berhemên yên berhemên çandiniyê bi çekên şewatker; di encamê de bi deh hezaran ji malbatan  derbider bûn û derdora Pêncî hezar zarokî ji mafê xwendin û guhdana pizîşkî bêpar man.

Em di Tevgera Siyasî ya jinan a Sûriyê de bi tundî komkujiyên ku ji aliyê hêzên Rûsî û Îranî û çeteyên Esed ve di derheqê Sûriyan de têne encamdan şermezar dikin, û destêwerdanên biyanî bi her şêweyî be şermezar dikin û em daxwaza vekişana hêzên biyanî ji Sûriyê dikin û dazwaza pabendiyê bi rawestana şer û parastina yekrêziya xak û gelê Sûriyê û rêzgirtina vîna gel di guhertina aştiyane ji Rêjîma tawankar re dikin.

Herwiha em Civaka Nevdewletî û serkirdeyên wê berpirs di ber tiştên ku têne serê Sûriyê û gelê wê de  ji keraset û komkujiyan dibînin ji ber ku xak û xelkên me bûn dîl û qurbaniyên milmilaniyên navdewletî, em rêxistinên terorist yên ku hin kesên biyanî serkêşiya wan dikin û ji derve ve piştevankirî ne weke behane ji bo kuştina Sûriyan û jinavbirina daxwazên wan di azadî û rûmetê de dibînin, di heman demê hijmara wan kêm e û eger çareseriyeke siyasî dadwerane ku daxwaziyên gelê Sûriyê pêk bîne hat dîtin bi hêsanî  dikarin wan ji nav bibin. Em ji welatên Gerentor nexasim Turkiyê daxwaz dikin ku berpirsiyaretiya xwe di pabendiyê bi rêkeftina îmzekirî, û bi gerentiya parastina sivîlan ji her operasiyoneke leşkerî  berçav bigire.

Em daxwaz ji hikûmet û gelên Neteweyên Yekgirtî û Encûmena Ewlekariyê dikin ku liv û tevgerê ji bo rawestandina vê hilmeta hovane yekser bikin û kar ji bo ektîvkirina piroseyeke siyasî ku xwe bighîne çareseriyeke siyasî giştî li gor daxuyaniya Cinêvê û biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 û neku Rêjîm û Rûsiyê li derdorê bizîvirin, û hewl ji bo destpêkirna danûstandinine cidî li Cinêvê bi serperaştiya Neteweyên Yekgirtî ji bo çareserkirna hemû doseyan û vekirina rewşeke baş ji bo ewlehî û aştî û seqemgîriyê û rêzgarbûn ji kujer û tawankaran û rewestandina komkujiyan û vegera Sûriyan ji bo welat û malên xwe yên kavilkirî da ku em dest bi dûbare avakirina Sûriyê û dabînkirina ewlehî û aştiyê bikin.

Dilovanî ji bo pakrewanan û azadî ji bo girtî û windakiriyan û serkeftin ji bo gelê me yê giranbuha

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Şemî 1ê Hizêrana 2019an