Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê derbarê bûyerên li Peravên Sûriyê
- updated: March 9, 2025
- |
Di demekê de ku hêviyên Sûriyeyan ji bo pêşerojeke ewle ku aştî û dadperwerî lê serdest be mezin bûne, bûyerin trajîk li herêmên peravên Sûriyê rû dan ku bi kemînek ji aliyê paşmahiyên rejîma berê ve li dijî Hêzên Ewlekariya Giştî dest pê kirin, ku bû sedema kuştina gelek endamên asayîşa giştî, û nûçe li ser gorên komî, şewitandin û şêwedana terman ku ji aliyê tawankaran ve hatine kirin, hîn tên. Şer di roja pêşîn de gur bû li gel belav bûna gotarên sorkirin û fitneyê yên bi rengê mezhebî re domiya. Ev yek bû sedema beşdarbûna komên çekdar û xwebexşan ji bo piştgirîya desthilatê di şerên wê de. Ev yek bi kuştarên hovane yên li dijî sivîlan, bi binpêkirina mirovahiya wan, diziya malên wan û wêrankirina xaniyên wan bi mebesta tolhildanê ve bidawî bû, ku cudahî naxe navbera paşmayiyên rejîma berê û çekdaran, û sivîlên bê çek de, di nav de jî leşkerên ku çekên xwe teslîm kirin û divê wek êsîrên şer pê re were reftar kirin û bo saziyên dadweriyê werin şandin, li şûna ku li meydanê werin îdam kirin.
Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, hêzên tawankar ên paşmahiyên rejîmê nûnertiya wan dikin şermezar dikin, ev hêzên ku hîna jî pêkhateyekî ji pêkhateyên gelê Sûrî li ser qurbangaha berjewendiyên xwe û berjewendiyên hêzên derveyî ku piştgiriya wan dikin, dikin qurban. Di heman demê de, em bi tundî binpêkirin û sûcên ku li devera peravên Sûrî hatine kirin şermezar dikin, û em li ser van xalên jêrîn tekez dikin:
- Ji bo ku Sûriyeya nû karibe rabe ser xwe û tendirustiya xwe vegerîne, divê qutbûn bi hemû mîrateyên Esed ê sûcdar, rê û rêbazên wî yên sûcdar re çêbe, mîratê ku hîn di bîra jin û mêrên Sûrî de mîna birînê maye ku hîna jî nehatine dermankirin, û tişta ku li gorî şahidan di çend rojên borî de hatin veguheztin, wek kuştina li ser nasnameyan, bêrêziya li rûmeta mirovan, riswakirina wan û tirsandina wan. Û berpirsyariya dubare nekirina van kiryaran û cezakirina sûcdaran erkê li ser milê dewletê ye, herwiha destûrdan ji komên çekdar re yên ku bê sînor in û yên ku li derveyî kontrolê ne û bi mebestên tolhildanê tevdigerin, ne li gorî mentiqê avakirina dewletê tevdigerin, û hemû hewlên xurtkirina aştiya navxweyî asteng dikin.
- Jinavbirina paşmahiyên rejîmê tenê bi rûbirûbûna leşkerî nayê sînordarkirin, belku pêwîstiya wan bi gavên cidî heye ji bo avakirina baweriyê bi hemû pêkhateyên Sûriyê re, nemaze pêkhateya elewî, ku paşmahiyên rejîmê hewl didin weke dîl di şerên xwe de bikar bînin. Ev jî tenê bi lênihêrîna têgeha lihevhatina niştimanî wek pêvajoyeke rasteqîn ku bi diyalogeke niştimanî ya berfireh dest pê dike, û pêkanîna mekanîzmayên dadweriya veguhêz di hemû qonaxên xwe de, ji eşkerekirina rastiyê, heta berpirsiyarî û lihevkirinê, pêk tê.
- Avakirina dewleta Sûriyê ya nû di vê qonaxa metirsîdar de û di nava kêşeyên navxweyî û metirsiyên derve de ne pêkan e, bêyî bidawîkirina leşkerîkirina qada giştî û jiholêrakirina pingehên ku dubendiya mezhebî û siyasî xurt dikin. Avakirina baweriyê di navbera pêkhateyên cihêreng ên civaka Sûriyê de, pêwîstiya wê bi nêzîkatiyeke ku li ser dadperweriyê û beşdariya berfireh a civakê, ya dûr ji fikra dûrxistin û tolhildanê, heye.
- Avakirina peywendiyên derve yên bihêz bêyî bihêzkirina hevgirtina civakê di hundir de û avakirina baweriyê di navbera desthilatdarî û hemû pêkhateyên gelê Sûriyê de pêk nayê. Rewabûn ne ji derve tê bidestxistin, belku ji hundir tê, ji razîbûna gel bi hemû cureyên xwe, guhdarîkirina daxwazên wî û dabînkirina tişta pêwîst ji bo parastina rûmeta wî û mafê wî yê ewlekarî, aramiyê û jiyaneke hêja.
Li gorî tiştên ku li jorê hatine diyarkirin, em van daxwazan dikin:
1- Rawestandina hemû binpêkirinên li dijî jin û mêrên sivîl bi awayekî demildest, û derxistina fermanên zelal ji bo vekişandina hemû grûpên nefermî û kesên xwebexş ku ne di bin sîbera artêş û asayîşa giştî de ne, bo herêmên xwe.
2- Agadarkirina hemû Sûriyan ji encamên lêkolînêna komîteya lêkolînê ya ku ji aliyê Serok Ehmed El-Şera ve hatiye destnîşan kirin, û ev yek jî bi rêya kanalên fermî.
3- Pejirandina siyaseteke niştimanî ya berfireh ji bo avakirina dewleteke hemwelatîbûnê, ku tenê bi rêya hevkariyê, rêzgirtina ji pirrengiyê re, û dabînkirina mafên hemû jin û mêrên Sûriyê bê dûrxistin, pêk tê.
Ev daxuyanî hevdem bi Roja Cîhanî ya Jinan re tê, û ev helkefteke ku em tekez dikin ku jinên Sûrî hevparên sereke bûne di têkoşîna ji bo aştiyê, û wan berpirsiyariya parastina civaka Sûrî li ser milên xwe hilgirtiye, û aştiya navxweyî parastine. Ji vê nêrînê, êdî mafê jinên Sûrî di beşdarîkirina nexşesaziya pêşeroja welat de ne tenê daxwazek e, lê pêwîstiyek e ji bo avakirina Sûriyeke nû li ser bingeha dadperweriyê, wekheviyê û aştiya berdewam.
Dilovanî ji bo giyanên sivîlan, çi jin û çi mêr, li peravê Sûriyê , û şermezarî ji tawanbaran re yên ku xwîna bêgunehan rijandin.
Dilovanî ji şehîdên asayîşa giştî û artêşê re, û serxweşiya me ji malbatên wan re.
Şermezarî ji paşmayiyên rejîma Esed ya hilweşiyayî re.
Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê
Yekşem 9ê Adarê 2025