Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê Derdê gelê Sûdanê ji ber Lehiya Çemê NÎl

Ev bûye çend roj  gelê Sûdanê êşeke mezin ji ber lehiya çemê NÎlê dikşîne,  ev karesata xwezayî ya  ku di encamê de zêdeyî sed kesî ji xelkê Sûdanê jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî sed hezar xanî  bi tevahî yan bi şêweyekî beşî hatine hilweşandin, û ziyan gihandiye bêhtirî ji nîv milyon kes.

   Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, bi xemgînî vê karesata xwezayî û qeyranên mirovî yên qewimîn û  herwiha rewşa awarte ku li seranserî welêt hatiya ragihandin, dişopîne . Û dengê xwe tevlî  dengên jin û mêrên Sûdanê dike, û gazî Hikûmeta Sûdanê û dezgehên navdewletî dike, ku herî zû alîkariya gelê Sûdanê bikin, ji ber ku bi sedan keç û kurên Sûdanî bêyî pêdiviyên bingehîn, derbider mane.

  Tevger bang dike ku hewildanên hawarçûnê yên navxweyî û navdewletî ligel hev beramberî vê karesatê kar bikin berî ku berfereh bibe û ziyan bigihêje gund û bajarokin din, û bibin alîkar ji bo sinorkirina ziyanan, nemaze di demekê de  ku jêrxaneya welêt têkçûye, ya ku berdewam di bin metirsiya lehiyan de ye.

Di dawiyê de, Tevgera Siyasî Ya Jinan a Sûrî , dilsoziya xwe ji bo Sûdaniyan radighîne, û  dilsoziya xwe ji bo  malbatên  qurbaniyan dubare dike.

Sekretariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî

Pêncşem, 10 ê Îlona 2020 an