Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya jinan a Sûriyê derbarê nijadperestiya li dijî penaberên Sûrî yên li Tirkiyê

 

  Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve; Tirkiye penagehek ji bo jin û mêrên sûrî yên ku ji ber metirsiyên ku jiyana wan li welatê wan tehdîd dike, di nav de mirin, girtin û windakirina bi darê zorê reviyabûn, peyda kiriye. Tevî ziyan û xisarên bi êş ku wan pêşkêş kirine, lê piraniya wan tev li civakên mêvandar bûne û jêhatbûnek mezin nîşan dan e. û ji ber nebûna çareseriyeke siyasî, hîn jî jin û mêrên Sûriyê li dervî welatê xwe dijîn. 

  Di sala derbasbûyî de, gef û metirsî ji ber têvedan û gotara nijadperestî di dema hilbijartinên serokomarî, parlemanî û niha yên şaredariyan de, zêde bûye, di demekê de ku rayedarên Tirkiyê bêdeng in li hember binpêkirinên berdewam ên li dijî penaberên jin û mêr ên Sûrî. Ev yek hevdem bû ligel proseyeke rêkxistî ya sirgûnkirina bi darê zorê ya jin û mêrên ciwan ên Sûrî bi behaneya vegera xwebexş, nemaze ji ber rewşa ne aram li Sûriyê.

 Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê dike ku penaberên Sûrî biparêze, bi taybetî yên ku karta parastina demkî bi wan re heye, li gorî yasayên navdewletî û mafên mirovan. Her wiha em bang dikin ku  tedbîrên bibandor bên girtin ji bo rawestandina handan û êrîşan li dijî penaberên jin û mêr, û kesên ku van binpêkirina dikin bên cezakirin. Em piştgiriya xwe ya tam bi jin û mêrên Sûrî yên li Tirkiyê re radigihînin û sersaxiyê ji qurbaniyan û malbatên wan re dixwazin.

 

 Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Sêşem, 3ê Çiriya Pêşîn, 2023