Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê Revandina jinên Sûrî li Berava Sûriyê “Rûmeta jinê ji rûmeta welatî ye”
- updated: April 23, 2025
- |
Di bin rewşa ewlehiyê ya gelek aloz de ku welat rûbirû dibe, bêserûberiya ewlehiyê û nebûna hesabdariyê hîn jî deriyekî fireh li pêşberî sûcên rêxistinkirî re vedikin, di nav de revandin, kuştin û windakirina bi zorê, ku gefê li ser jiyan û milk û malên xelkê dikin.
Di vê rewşa krîtîk de, nûçeyên derbarê revandin û windabûna hin jinên Sûrî ku ji mezheba Elewî ne, hatine ragihandin. Ev diyarde sûcekî ducarî ye derheqê jin û rûmeta civaka Sûrî de, ji ber ku revandina jinan û veşartina çarenivîsa wan weke binpêkirinek eşkere ya mafên mirovan e, û êrîşe li ser aştiya civakî ye, û gef li ser tevna civakê ye.
Metirsiya van bûyeran ne tenê bi hejmara wan, lê bi kiryarê bi xwe tê pîvandin. Yek sûcê belgekirî bes e ku girîngiya wê û pêwîstiya berxwedana cidî li dijî wê bê tekezkirin.
Em, di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de, dubare tekez dikin ku sistbûna desthilatdaran di avêtina pênegavên cidî ber bi dadweriya veguhêz de, û nebûna mekanîzmayên zelal ji bo berpirsyarkirina sûcdaran bûye alîkar û dê berdewam be di geşkirina hewaya tolhildanê û derxistina nefret û handanê , nemaze ji ber nebûna hesabdariya giştî û rizgarbûna sûcdaran ji cezayê ,û ev yek ku kesên din han dide û rê ji dojeha bêdawî ya tundî û tolestandinê re hêsan dike. .
Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, daxwaza lêkolînên lezgîn û zelal li ser bûyerên windabûna jinan dikin, bi taybetî li berava Sûriyê, û daxwaza garantîkirina ewlehiya hemû welatiyan dikin. Herwiha eşkerekirina lezgîn a çarenûsa jinên revandî û garantîkirina vegera wan a ewle û parastina malbatên wan ji her kiryarên tolestandin an gefan, û em daxwaza hesabdarkirina hemû kesên berpirsiyar di ber van sûcan de, bêyî ku li nasnameya wan an aliyên ku li pişt wan in were nêrîn. Herwiha em daxwaza sûcdarkirina gotara nefretê û handanê dikin ku van sûcan rewa dike an rê ji wan re hêsan dike.
Avakirina Sûriyaya nû bi parastina welatiyên wê dest pê dike, û rawestandina van sûcên ku rûmeta mirovahiyê riswa dikin, û sepandina serweriya qanûnê li ser hemûyan bêyî cudahî. Herwiha pêşeroja welatê me îro girêdayî şiyana rawestandina tundiyê û rizgarbûna ji cezayê ye.
Ji ber vê yekê, em bang li hemû aliyên peywendîdar dikin ku gavên lezgîn biavêjin û bi cidî kar bikin da ku vê xwînrijandinê rawestînin û edaletê pêk bînin, ji bo parastina welat û pêşeroja wî.
Dadwerî ji Her Kesê ku Rastî Neheqî û Êrîşê hatî re
Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê
Çarşem, 23 ê Nîsana, 2025an